|
Kêliya Dawî
KCK yekem,Erdogan jî duyemîn e!
Êdî 'Birêz-Ocalan'-û-'Gerîla' ne sûc e!
Walîtiya Şirnexê got: "Kurdistan"
Barzanî:Hikûmet amade ye hesab bide!
Faşîzma Dewleta Tirk: Bi dehan kes hatin binçavkirin!NÛKURD - Faşîzma rejîma AKP’ê ya li hemberî siyaseta Kurdan a legal berdewam dike...
Di encama operasyonên îro li dijî BDP û çepgiran pêk hat de bi dehan kes hatin binçavkirin. Li gorî ANFê, li Êlihê zêdetirê 40 kes hatin binçavkirin. Li Mûş, Bedlîs û Îzmîrê jî terora serdegirtina malan hebû.
ÊLIH: Yekîneyên Midûriyeta Polîsan serê sibê di demjimêr 05.00'an bi ser Buroya Rojnameya Azadiya Welat, avahiyên BDP'ê yê navçe û navenda Bajêr, MEYADER, Komeleya Zanayên Oldar û gelek malan de girtin. Polisan di serdegirtina malan de bi dehan kes binçav kirin. Lêgrîna li avahiyên BDP'ê, Nûnertiya Rojnameya Azadiya Welat, MEYADER, DAD), Egîtîm Sen'ê û malan hêj didome. CÎGIRÊ ŞAREDAR JÎ HATE BINÇAVKIRIN Polîsan bi fermana Dozgerê Komarê di bin navê doza "KCK'ê" de Cîgirê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, Cîgirê Serokê BDP'ê yê Êlihê Selim Aratemur, Nûnerê Tum Bel-Sen'ê yê Êlihê, Muzaffer Çinar, Rêveberê Tum Bel-Senê Alî Saripinar, Serokê Şaxa Genel-Îşê Halis Yakut, endamên BDP'ê Zeynelabidin Çelik, Rêveberê Komeleya Oldaran Ahmet Eşiok, Serokê MEYADER'ê Yaşar Kurt, Rêveberê Egîtîm Senê Onur Künteş ve Metin Nas, Rêveberê BDP'ê Zeki Dinç, Salih Dinç û Ahmet Ozer, Xebatkarê Navenda Çanda Baharê Adîl Aslan, Orhan Dogan, Mamosteyê Mala Piştgiriya perwerdehiyê Devran Moray û endamê BDP'ê Hakim Sincar jî di nav de bi dehan kes binçav kirin NÛÇEGIHANA DÎHAYÊ HATE BINÇAVKIRIN Yekîneyên Midûriyeta Polisan a Êlihê serê sibê bi biryara Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Êlihê bi ser buroya Rojnameya Azadiya Welat û gelek komele û malan de girt. Lêgerînên li mal û buroyê bi dawî bûn. Di lêgerînê de polîsan hard dîsk, flaş disk, kaset û gelek CD destser kirin. Piştî lêgerînê NûçegihanaDÎHA’yê ya Êlihê Gulsen Aslan hate binçavkirin. Aslan birin Midûriyeta Polîsan a Êlihê. MÛŞ: Li navçeya Gimgima Mûşê endama Meclîsa Jinan ya BDP’ê Gulistan Înan hat binçavkirin. Înan a ku di serdegirtina malê de hatE binçavkirin, birin Miduriyeta Polîsan ya Navçeyê. Sedema binçavkirina Înan nehat zanîn. BEDLÎS: Yekîneyên girêdayî Miduriyeta Polîsan ya Navçeyê di demjimêrên serê sibê de li navçeya Norşîn a Bedlîsê bi ser malê endamê BDP’ê Maşallah Ata û Abdurehman Ata de girtin. Di serdegirtina malê de camên malê jî şkandin û mal serûbin kirin. Piştî lêgerîna malê Maşallah û Abdurehman Ata binçavkirin. Sedema binçavkirin 2 endamên BDP’ê nehate zanîn. ÎZMÎR: Piştî ku 10’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Îzmîrê di derbarê endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP)’ê jî di nav de heyî cezayê girtîgehê lê birî, polîsan li ser malên endamên ESP’ê yên li Îzmîrê de girtin. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin; di nav de Seroka ESP’a Bajarê Stenbolê Hulya Gerçek, Seroka Bajarê Îzmîrê Melîha Kayacı heyî di derbarê 11 endamên ESP’ê de du roj beriya doza hatî vekirin de, rûniştin li 10’mîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Piştî ku di derbarê 11 endamên ESP’ê de biryara girtinê hat dayîn, polîsan di demjimêrên serê sibehê de li ser malên endamên ESP’ê de girtin. Polîsên ku li ser malek ya li semta Yamanlar ya navçeya Bayrakli’yê de girtin. Derî şkandin û ketin hindir lê tu kes li mal nebû. Piştî lêgerînan polîs ji malê derketin, her wiha hat hînbûn ku heya niha tu kes nehatiye binçavkirin. Rêxistina ESP’a Bajarê Îzmîrê ragihand ku, ji bo protesto kirina girtina endamên wan û pêkutiyên li ser wan wê îro di demjimêr 13.30’an de li Kemeraltiyê daxuyaniya çapemeniyê bidin.. XEBATKARÊ BELAVKARIYA FIRATÊ LI ÎZMÎRÊ HATE BINÇAVKIRIN Xebatkarê Belavkariya Firatê Samî Dundar dema ku serê sibê li Konakê rojname belav dikirin ji aliyê polîsan ve hate rawestandin û nasnameya wî kontrol kirin. Pişt re Dundar binçavkirin. Sedema binçavkirina Dundar nehate zanîn. Hate hînbûn ku Dundar birin Qereqola Polîsan a Kemeraltiyê. DI 53 ROJAN DE 567 BINÇAVÎ Zext û gitinên ku ji aliyê rejîma AKP’ê ve tê meşandin, heta niha li tu rejîmên otorîter jî nehatine dîtin. Heftane bi sedan kes têne binçavkirin. Ji 10’ê berfanbara 2011 heta 3’ê sibata 2012’ê, yanê di 53 rojan de herî kêm 567 kes hatin binçavkirin. Binçavkirinên ku îro li Êlih, Îzmîr, Bedlîs û Mûşê pêk hatin, ne di nava vana de ne. Di ev kesên hatine binçavkirin de xwendekar, rojnamevan, zarok, jin jî hene. Ji vana herî kêm 350 kes hatin girtin. Yükleniyor...
NÛÇEYÊN TÊKILDAR
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|