Li navçeya Geverê ya Colemêrgê endamên BDP'ê û gel di çarçoveya kampanyaya BDP'ê ya bi navê "Ez xwe îxbar dikim. Ez jî heman sûc dikim" hatin edliyeyê û xwe îxbar kirin.
Girseya li ber avahiya BDP'ê ya Geverê hate cem hev û di nav de Serokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, parlementerên BDP'ê yên Colemêrgê Adîl Kurt û Esat Canan, serokên rêxistinên BDP'ê yên bajar û navçeyan, şaredarên navçeyan, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî jî hene heya Duryana Girtîgeha berê meşiyan.
"Endamên MÎT’ê şandin nav çalakiyên demokratîk"
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Demîrtaş li vir axivî û bal kişand ser biryar girtina endamên MÎT'ê û wiha pê de çû: "Operasyona MÎT'ê lîstîka AKPê ya çaresernekirina pirsgirêka kurd e. Endamên MÎT’ê şandin nav çalakiyên demokratîk û bi destê AKP'ê binesaziya operasyonên KCK'ê amade kirin. Çalakiyên li Stenbolê Serap, li Cizîrê li dijî Yurda Xwendekaran û banqaya Wanê ji aliyê endamên MÎT'ê ve hatin kirin."