Rêxistina BDP'ê ya Amedê, bi boneya tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, operasyonên siyasî û leşkerî, astengiyên li pêş ziman şermezar bikin û dawî li zextên li dijî kurdan bînin, li Parka Koşuyolu ya Amedê xwest "Konê Berxwedana Demoratîk" vedin. Lê amûrên ku duh rêveberên BDP'ê ji bo danîna kon li parkê danîn, ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.
Serê sibê derdorê parka Koşuyolu ku dê BDP'ê çalakî pêk bianiya ji aliyê panzer, TOMA, yekîneyên hêzên çevîk û tîmên taybet ve hate dorpêçkirin. Bi sedan polîsan derdorê parkê dorpêç kir û gef li welatiyan xwar. Polisan xwest girseyê asteng bike û destûr neda ku çalakî bê lidarxistin.
Polîsên Tirk li Amedê "Konê Berxwedana Demokratîk" ê ku ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Amedê ve li Parka Koşuyolu hate vedan desteser kir. Parlementera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna, bertek nîşan da û got: "Pirsgirêk ne kon e, pirsgirêk astengiyên we yên li hemberî çalakiyê ye. Bila kon ji were be. Em ê di bin berf û bararê û li ber bahozê jî çalakiya xwe berdewam bikin. Ger ku bedena zarokên me perçe bibin, em ji berf û baranê narevin."
Piştî mudaxaleya polîsan, bi hezaran kesan dest bi çalakiya runiştinê kir.