|
Kêliya Dawî
KCK yekem,Erdogan jî duyemîn e!
Êdî 'Birêz-Ocalan'-û-'Gerîla' ne sûc e!
Walîtiya Şirnexê got: "Kurdistan"
Barzanî:Hikûmet amade ye hesab bide!
15'ê Sibatê: Li Kurdistanê jiyan rawestiyaNÛKURD - Li bajarên Bakûrê Kurdistanê yên weke Amed, Êlih, Riha, Mêrdîn û Şirnexê...
Li bajarên Bakûrê Kurdistanê yên weke Amed, Êlih, Riha, Mêrdîn û Şirnexê û navçeyên wan, bi boneya şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li hemberî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan çalakî têne lidarxistin. Kurdistanî û esnaf beriya çalakiyan neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin. Li bajarên navborî jiyan rawestiya û bêdengî serdets e. Li Amed û bajarên din polîs bi maşîneyên zirxî li nava kolanan geriyan û bi helîkopteran li ser bajar firiyan.
AMED Li Amedê bi sedema 15 Sibatê salvegera anîna Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bo Tirkiyeyê derabeyên dikanan venebûn. Li bajer gorî sala berê beşa mezin hemû esnafan derabeyên xwe venekir û tevlîbûna herî mezin li navçeya Rezan pêk hat. Hate dîtin ku herî zêde esnafên li taxên navçeyên Rezan, Sûr, Peyas û Yenîşehîrê tevlî çalakiya girtina derabeyên bû, esnafên semta Ofîsê ya salên berê tevlî îsa piştgirî dan çalakiyê û derabeyên xwe venekirin. Esnafên Kolana Hûner ya semta Ofîsê herî qelabalik jî derabeyên venekir. Li navçeya Rezan taxa 5 Nîsanê, kolanên qelebalik yên wek Emek, Gîrne, Sakarya, Teymenler gelek kolanan esnafan derabeyên xwe venekir. Li navçeya Sûr û Peyasê jî esnafan derabeyên xwe venekir, hinek malan kincê rêş li mala xwe daliqandin. Bal keş bû ku welatiyên derketin kolanan cilên rêş li xwe kiribûn, gelek saziyên kurd yên rêxistinên sivîl û demokratîk û Rêxistina BDP'ê ya Bajar kincê rêş avahiyên xwe daliqand. Li Amedê bal keş bû ku li gorî sala berê tevlîbûna esnafan ya çalakiya girtina derabeyên îsal zêde bû. Li 13 navçeyên Amedê yên di nav de çar navçeyên navendî, navçeyên wek Pasûr, Gêl, Pîran û Çinar jî heyî 15 Sibatê bi çalakiyên wek girtinaderabeyên , xwekirina cilên rêş, daliqandina kincên rêş şermizar dike. BISMIL Li navçeya Bismilê ya Amedê bi boneya salvegera 15 Sibatê ya 13'emîn esnafan derabeyên xwe venekir. Ji bilî eczanê û firinan hemû esnafan derabeyên xwe venekir û kontakên wesayitên xwe girt. Navçeya xwendekaran dibistan boykot kir kolan bêdeng bûn. Li navçeyê seat 13.00'an de li Kolana Natoyê dê daxuyaniya girseyî ya çapemeniye bê lidarxistin. FARQÎN Li navçeya Ferqînê jî j bo bal kişandina tercrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermizarkirina salvegera 15 Sibatê gelê Ferqînê derabeyên xwe danîn. Li navçeya hemû esnafan derabeyên xwe girt, dê Rêxistina BDP'ê ya Navçeyê seat 13.00'an de daxuyaniya çapemeniye lidarbexê. ERXENÎ Bi sedema şermizarkirina 15 Sibatê salvegera anîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Tirkiyeyê esnafên navçeya Erxaniyê îro derabeyên xwe venekir. Hate dîtin ku ji bilî firin û eczaneyan derabeyên hemû esnafan girtî bû. XABÛR Li navçeya Xabor ya Amedê ji bilî firin û eczaneyan hemû esnafan derabeyên xwe venekir. Li navçeya xwendekaran dibistan boykot kir bêdengî heye. Li navçeya seat 11.00''an de li ber avahiya BDP'ê daxuyaniya çapemeniye dê bê lidarxistin. LÎCE Li navçeya Lîce ya Amedê esnafan bi heman sedeman bi girtina derabeyên xwe 15 Sibatê şermizar dikin. Li navçeyan temamê esnafan derabeyên xwe girt xwedevan jî dibistanê boykot dike. Li navçeyê serî dê avahiya BDP'ê ya navçeyê gelek malan kincên rêş mala xwe de daliqandin. ÊLIH Li Êlihê esnafên 15 Sibatê şermizar kir derabeyên xwe venekirin. Ji bilî firin û eczaneyan beşêk mezin esnafan derabeyên xwe venekir û welatiyan kontaqa wesayitên xwe girtin. Li bajar xwendekar dibistanan boykot dikin. Bajarê ji aliyê polîsan vê hatiye dorpêç kirin bêdengî heye. Bêdengiya bajar dê bi daxuyaniya çapemeniya a seat 13.30'an de bê lidarxistin xira bibe. RIHA Li Rihayê taxên bi zêde kurd dijîn esnafan derabeyên xwe venekir. Di serî dê Rêxistina BDP'ê ya Bajar û gelek saziyên kurdan li avahiyên xwe kincên rêş daliqandin. PIRSÛS Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê beşa mezin esnafan derabeyên xwe venekir. Li navçeya xwendekaran dibistan boykot kir bêdengî heye. Li navçeyê dê seat 12.00'an de li ber avahiya BDP'ê ya navçeyê daxuyaniya çapemeniye bê lidarxistin. ŞIRNEX Li navenda Şirnexê esnafên 15 Sibatê şermizar kirin derabeyên xwe venekirin û xwendekaran dibistan boykot kirin. Bajarê ji bilî firin û eczaneyan hemû esnaf derabeyên xwe girt kolan bêdengin. Li bajarên ji aliyê polîsan vê hate dorpêç kirin dê gelek saziyên kurd û avahiyên BDP'ê kincê rêş daliqand. Li navçeya Elkê û Qilabanê esnafan 15 Sibatê bi girtina derabeyên û xwendekaran jî bi boykot kirina dibistan şermizar dikin. CİZÎR Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî bi boneya 15 Sibatê esnafan derabeyên xwe girt. Li navçeya gelek malan kincê rêş mala xwe de daliqand xwendekaran dibistan boykot kir. SILOPÎ Li navçeya Silopiyaya Şirnex esnafan bi girtinan derabeyên 15 Sibatê şermizar kir. Navçeya bêdeng ji bilî firin û eczaneyan hemû esnafan derabeyên xwe girt. Polîsan kolanên navçeyê yên vala dorpêç kir. HEZEX Li Hezex ya Şirnexê esnafan bi girtina derabeyên 15 Sibatê şermizar kir. Beşîk mezin xwendekarên lîseyan dibistan boykot kirin. Rêxistina BDP'ê ya Navçeyê aşkerê kir ku dê sibe seat 13.00'an de ji Parka Aştî a li ser kolana Adîle Naşît heta sûkê meşek bi girseyî 15 Sibatê şermizar bike. Li navçeyê sekinadina raqeşî berdewam dike. MÊRDÎN Li navçeyên Mêrdînê esnafên derabeyên xwe venekir û 15 Sibatê şermizar kir. Xwendekaran jî dibistan boykot kir. Serê sibehê 5 navçeyan esnafan derabeyên xwe venekir. Li navçeyên wek Qoser, Nisêbîn, Çiyayê Mazî û Dargeçît esnafan ji bilî firin û eczaneyan derabeyên xwe venekir. Li 5 navçeyên hemû derabeyên dikanan girtî bêdengiyek mezin heye. Hate zanîn ku digel Waliyê Mêrdînê destura mitînga li navçeya Qoserê bê lidarxistin ne da dê li Qada Azadiyê navçeya Qoserê çalakiya şermizarkirinê bê lidarxistin NÛKURD - ANF Yükleniyor...
NÛÇEYÊN TÊKILDAR
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|
|