Ev demek dirêj e ku di rojevê de tê gotin ku dê li Bakûrê Kurdistanê partiyeke îslamî were avakirin. Herî dawî hate îdîakirin ku dê Parlementerê BDP’ê yê Amedê Altan Tan bibe serokê vê partiyê û ji BDP’ê îstîfa bike. Lê Tan ev îdîa derewand û diyar kir ku tu têkiliya wî bi vê yekê re tune.
Parlementerê BDP’ê yê Amedê Altan Tan têkildarê mijarê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ew jixwe endamê BDP’ê ye, ne gengaz e ku dest ji BDP’ê berde. Tan diyar kir ku behsa partiyeke wiha tê kirin û got; “Lê tu têkiliya min bi vê yekê re tune. Em jixwe endamên BDP’ê ne û ev yek ne gengaz e” û nûçeya ku dibêje “Dê Altan bibe serokê vê partiyê” derewand.