|
Kêliya Dawî
KCK yekem,Erdogan jî duyemîn e!
Êdî 'Birêz-Ocalan'-û-'Gerîla' ne sûc e!
Walîtiya Şirnexê got: "Kurdistan"
Barzanî:Hikûmet amade ye hesab bide!
Mirina her kalekî windabûna beşekî ji ferhenga kurdî ye
Hozan Robar hozanro@gmail.com
Di çilrojiya koça dawîn a bavê min de
Çil roj li ser mirina bavê min re derbaz bû, lê her roj ew bi bîreweriyekê û serhatiyekê dihête bîra min, her reftar û serpêhatiyeke min bi wî re dihête ber çavên min. Cara yekem piştî mirina wî, pênûsê min dibe hevalê tiliyên min û hewl dide têgeh û xeyalên di hişê min berhev bike û rêk bixe û xwestên min li ser rûpelekê bimeyîne. Hîn dîmen û nîga bi serî nebûbû, dîsa xeyala bavê min hat ber çavê min, lê vê carê serpêhatiyeke di warê ziman de hêna bîra min. Hez û vîna min ji zimanî re ji mêj de dest pê kiriye, anku di zarotiya min de. Di wan rojan de piştî (pita min) pîrika min, bav û diya min çavkaniya min a zimanî bûn. Sal 1995 bû, Med TV nû dest bi weşanê kiribû, ez û hevalekî li ber perdeya (ekran) wê rûniştibûn, axaftina me li ser peyvên nû bû ku me ji Med TV dibihîstin. Xweş tê bîra min di quncikê perdeya Med TV de nivîsandin “ZINDΔ, me nîqaş dikir ka ew bêje ji ku hatiye û bingeha wê çî ye, ji nişkê ve bavê min got, “Ma, hûn vê gotinê jî nizanin, ma we qet nebihîstiye em dibêjin: ew zindî ye yan mirî ye.” Renge hinek ji we bêjin her kesî bi vê peyvê bihîstiye û ev peyv hîç nenas û xerîb nîne, lê ya rast gelek peyv hene tenê di tûrik û quncikê hin devokan de mane û peyv ji ber di serdema nû de kêm tên bikaranîn hêdî hêdî ji bîr dibin. Ew peyvê ku em çêr û basê dikin, pîr û kalên me di nav bîranîn û serpêhatiyên xwe de veşartine ew di nav pend, çîrok, stran û gotinên pêşiyan de mane. Eger kesek li wan negere û wan berhev neke ew winda dibin û dimirin. Lewma divê hemû kultûr û kelepûra devokî ya nifşê berî me bihê parastin, çunku bi mirina her kal û pîrekê re bi sedan peyv û bêjeyên kurdî yên petî û resen dimirin. - Çira ew peyv di serdema me de dimirin?
Heta em zanibin, çima ev peyv di serdema me, cihê xwe nagirin û winda dibin, pêwîst e, em serdema me bi ya pêştir e berawrd bikin hîngê em zanibin çiqas guhartin di van rojên me yên teknolojî de rû dane. Sîstema xwendinê, fêrgeh, ragihandina nû û herî dawî cîhangirî, guhartinên herî berçav in ku hemûyan hîkarî û bandora nerênî li ser zimanê kurdî kirine û ew berev pişaftin û asîmîlasyonê ve birine. Helbet berî sed salî, halê zimanên cîranên kurdan ne gelek ji halê zimanê kurdî baştir bû, lê nebûna dewleta kurdan di nav van guhartinên mezin de bûye sedem ku ev hal bi ser zimanê kurdî bihê. Di encamê de, zimanê kurdî derbirîna guhartinên nû nekir û pêşve neçû û her di asta xwe ya kevin de jî nema, ne tenê wiha lê hîn berev paş çû, çunku berê zimanê kurdî zimanê hemû warê jiyanê bû, lê di serdema nû de hêdî hêdî ji gelek warên jiyana nûjen qut bû.
- Baştirîn çareserî bo zimanê me, xweparastin e…
Mebesta min ji xweparastinê anku zimanê me ji vê bêtir berev paş neçe. Renge gelek kes bêjin êdî zimanê kurdî ew qonax derbaz kiriye, lê bi baweriya min na! zimanê kurdî hîn di qonaxeke metirsîdar de ye çunku hîn ew nebûye zimanê jiyanê anku hîn gelek warên jiyana me li xwe negirtine. Helbet ev metirsî li ser şêwezarê kurmancî heye, bi taybet li bakur û heta radeyekê li rojava, em weke hêştirmirxê (neame) serê xwe nexin nav axê û xuliyê nexin nav çavên xwe, ev rastiyeke û nahê veşartin “kurdî di nav kurmancan de, ne zimanê jiyanê ye”. Berî 10 salan kurmancîaxêv ji niha bêtir bûn, lewma ez dubare dibêjim “çareserî xweparastin e”, anku ta dezgeh û saziyên kurdan di demeke nêzîk de bi dest bikevin, em zimanê xwe biparêzin. Yek ji bizavên xweparastinê jî ku em ferhenga devkî ya bav û kalan bikin nivîskî û ji windabûnê biparêzin, lewma “mirina her kalekî windabûna beşekî ji ferhenga kurdî ye”. Bavê min ku yek ji çavkaniyên min ên serekî bû, zaf kêfxweş dibû ku min wateya peyvekê jê dipirsî, wî hest pê dikir ku em li ser şopa wan in û digot “tiştê me nikarî bikira divê hûn bikin.” Rehme li wî be û sed rehme li miriyên xwendevanan Yükleniyor...
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|