|
Kêliya Dawî
KCK yekem,Erdogan jî duyemîn e!
Êdî 'Birêz-Ocalan'-û-'Gerîla' ne sûc e!
Walîtiya Şirnexê got: "Kurdistan"
Barzanî:Hikûmet amade ye hesab bide!
Selahadîn Demîrtaş ji Hasan Cemal re nameyek nivîsandNÛKURD - Ji Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş name heye
Hasan Cemal: Ji Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş name heye
Operasyonên KCK’ê çi ne? ne çi ne? Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, nameya têkildarê vê mijarê şandiye ez ê bi kurtî di quncika xwe de biweşînim. * * * Operasyonên KCK’ê cara pêşî di 19’ê nîsana 2009 de dest pê kir û heta roja îro bê navber berdewam dike, heta pêşketinên siyasî yên di vê demê de neyên zanîn, mirov nikare vê yekê têbigihe. (1)Beriya girtina Ocalan ji bilî lêgerîna ‘dewleta neteweyî ya Kurdan’ (dewleteke serbixwe) ji bo çareseriyeke din hewl daye, lê Ocalan vê teza xwe li Îmraliyê pêş xistiye û li ser ‘Rêxistinkirina civaka demokratîk” ya bi armanca “konfederal”, civaka “xweser û dewletê rawestiyaye (2) PKK’ê di sala 1999-2004 de agirbesteke bêdem ragihandibû û hêzên xwe yên çekdar ji nava sînorên Tirkiyeyê vekişandibû. Di vê demê de dewletê bi Îmralî û Qendîlê re hevdîtin pêk aniye lê ji ber ku hikûmeta AKP’ê di wê demê de li ser dewletê tam nebibû serdest, piştre zanî ku ev hevdîtin ne di bin kontrola wê de pêk hatine. (3) Di sala 2005 jî, PKK’ê ragihand ku hevdîtinê ku hatin kirin tenê bi armanca mijûlkirin û tasfiyekirinê bûn, û careke din dest bi tekoşîna çekdar kiriye. PKK carek din dilsozê biryara xwe ya ku berê dabû maye, li şûna netew-dewleta serbixwe, çareseriya “rêxistina civaka konfederal û xweser” ji xwe re esas girtiye. (4) Aha di vê demê de, ango di salên 2005-2006 de, pêşniyara Ocalan a rêxistinakirina civaka demokratîk di nava Kurdan de ketiye meriyetê û ev yek di nava Kurdan de bû sedema heyecaneke mezin. Kurdan dest bi avakirina rêxistinên sivîl kir. Li her derê ku cemewara wan xurt bû, xwe bi navê meclîsên welatiyên azad bi nav kir û rêxistin kirin, dest bi avakirina meclîsên gund, bajar û navçeyan kirine. (5) Meclîsên Welatiyên Azad li gelek cihan statûya fermî wergirtine û di çarçoveya qanûnan de xebatên xwe meşandine. Ev Meclîsên Hemwelatiyên Azad îro ji aliyê dewletê ve weke pêkhateyên pêşî yên KCK’ê tên nasandin. (6) Enıya PKK’ê jî sîstemek nû ya rêxistinê ya ku gelek rêxistin û civatan digire nava xwe, KCK’ê (Koma Civakên Kurdistanê) ava kir. Lê ev sîstem heta niha jî neketiye meriyetê. (7) Dı destpêka salên 2005-2009 de dewletê van rêxistinên sivîl ji nêzîk ve şopandiye, lê ji ber “ne bifikar” bûn, mudaxeleyê wana nekiriye (8) Di navbera salên 2008-2009 van meclîsên Hemwelatiyên Azad, xwe meclîsên bajar û navçeyan ji nû ve ava kirine, xwe bi rêxistin kirine, tevî karsazên, nunerên (DTP) BDP û saziyên sivîl rêxistinên jinan heta rêxistinên karsazan, rêxistinên rojnamevan, parêzer, endezyar, şaredar û gelek beşdên din ên civakê di nava van meclîsan de cih girtine. Ev meclîsên taxan bi hilbijartinan, têne hilbijartin, li her taxê delegasyon têne hilbijartin û meclîs hatine avakirin, meclîsên bajaran jî delege hildibijêrin û dişînin KCD’ê (Kongreya Civaka Demokratîk). (9) Di sala 2008 de jî hikûmeta AKP’ê li Îmrali û Osloyê bi PKK’ê re dest bi hevdîtinêçn girîng kiriye. Di çarçoveya van hevdîtinan de PKK’ê agirbest ragihandiye. Piştî hilbijartina herêmê ya sala 2009, di 13’ê nîsana 2009 de bi daxuyaniyekê dema agirbesta yek alî hatiye dirêjkirin, rojek piştî vê daxuyaniyê di 14 nîsana 2009 operasyonên giritnên yên di bin navê KCK’ê de hatine destpêkirin. (10) Meclîsên bajar û taxan bi temamî di hilbijartinên sala 2009 de piştgirî dane DTP’ê, van Meclîsan di dema hilbijartinê de mal bi mal geriyane û ji bo hilbijartinê xebat kirine, DTP’ê jî di hilbijartinê de serkeftineke mezin bi dest xistine. Cara yekem di hilbijartinên herêmî yên sala 2009 de ji aliyê AKP’ê ve hate dîtin ka çiqas bandora vê rêxistinbûnê heye. Di 14’ê nîsana 2009 de dest bi operasyonan kirin û piştî wê jî di mehên mijdar û berfanbarê de ev operasyon hatin berfirehkirin û berdewamkirin. Doza li Amedê weke Doza Sereke ya KCK’ê tê zanîn û parastina bi Kurdî tê astengkirin ev e. (11) Di lêpirsînê de bi israr navê KCK’ê danîn ser dozê û dixwazin bi vê yekê krîmînalîze bikin, ya din jî modela wê ya rêxistinê jî dişibe sîstema KCK’ê, An ne navê nan operasyonên girtinan ne KCK ye. Ji xwe weke hate gotin, KCK ne navê rêxistinekê ye, navê modelê ye. (12) Hikûmet ji ber vê modela rêxistinê pir nerehet bûye, ji ber ku ji kolanan bigire û heta her derê civakê bi rêxistin kiriye. (13) Ev pêkhate, piştî ku Kurdan dest ji fikra “netew-dewlet” (dewleta serbixwe) berdan pêş ketiye. Ev yek nîşaneya wê yekê ye ku Kurd dikarin bi dewletê re jî bijîn. (14) Encam: Operasyonên bi biryar înîsiyatîfa hikûmetê di bin navê KCK’ê de hatin destpêkirin, armanc dikin ku pêkateya rêxistinbûna gelê Kurd tasfiye bikin. . Dibe ku hin kesên di nava van pêkhateyan de hin suc kiribin. Lêpirsîna der barê vê yekê de tiştek pir asayî ye. Armanca van operasyonan a sereke ew e ku, Kurdan ji bo nîv çareseriya ku AKP ji bo Kurdan plan dike, razî bikin. Gava ku ev çareserî pêş ket jî, êdî li holê tu pêkhateyek ku li ber xwe bide namîne. Tişta balkêş ev e: Hikûmeta AKP’ê li aliyekê bi KCK û Ocalan re muzakereyan dike, li aliyeke din jî dibêjin aliyê sivîl KCK’yîne û wana digirin û diavêjin girtîgehan. Ne ku hikûmet nizane KCK çi ye, nunerên wê kîn e, lê tenê dixwaze qada sivîl a ku xwediyê projeyeke mezin e ji holê rabike û tasfiye bike.. (15) Ên ji KCK’ê hatine girtin: 6 parlementer; 94 rojnamevan û 30 belavkarên rojnameyan; 36 parêzer; 31 şaredar; 7 alîkarên şaredaran; 5 cîgirên şaredaran; 183 rêveberên partiyê; 28 Endamên Meclîsa Partiyê; 6 Endamên Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiyê; 2 alîkarên hevserokên giştî ; nêzîkê 400 xwendekar…. Li aliyê din jî 140 sendîkavan hatin binçavkirin, ji vana 49 hîna jî li dozgeriyê ne û îfade didin. Beşek mezin a kesên ku hatine binçavkirin û girtin endamên partiyê ne. Yên din jî sempatîzan û yên ku têkiliya wan bi rêxistibûna me re tune ne... Hejmara giştî ya girtiyan: 6300 kes. (16) Hejmara ku hikûmet dibêje 1100 e. Mirov dikare ferqa di navbera her duyan de wiha bibêje: Wezareta Datê li îstatîstîkên endamtiya rêxistinê û rêveberiya rêxistinê yên li gorî madeyên TCK (Qanûna Ceza ya Tirk) (314-220) vê yekê dibêje. Lê di çarçoveya îdîayên alîkarî, propaganda, xwepêşandan, hejmara ku em dibêjin rast e. Herî dawî hejmara kesên di girtîgehan de bi awayek awerte zêde bû, ev yek jî nîşaneyek a vê yekê ye. Digel Rêzdariyên min Selahattin Demirtaş, Hevserokê Giştî yê BDP’ê *Çavkanî: rojnameya Milliyet (ji Tirkî hatiye wergerandin) NÛKURD - ANF Yükleniyor...
NÛÇEYÊN TÊKILDAR
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|