Rojnameya Sabahê di nûçeya têkildarî komkujiya Roboskiyê ya bi çavkaniya raporekî îstîxbaratê amedekir de jî bo ku komkujiyê berevajî bike, diyar kir ku di bûyerê de 6 gêrîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan û îdîa kir ku cenaze revandin Heftenînê.
Çapemeniya nêzî AKP'ê ya piştî 13 demjimêran komkujiya Roboskiyê dît, hewildanên berevajîkirina komkujiyê didomîne. Rojnameya Sabahê ya nêzî AKP'ê senaryoya Roboskiyê weşand. Rojnameyê bi axaftinên nepen yên bêtêlan hewil da ku komkujiyê berevajî bike.
Di nûçeya rojnameyê de axaftinên bêtêlê yên 2 kesên bi navê Rojhilat û Cîlo yên li herêma Zapê hatin diyarkirin û hate îdîakirin ku yekîneyên îstîxbartê rapor amadekirin. Rojname bi vê yekê nema û wekî rapor teqez raste nîşan da û îdîa kir ku, di bombebarana Roboskiyê de 6 gêrîlayên HPG'ê bi qaçaxtiyan re jiyana xwe ji dest dane.
Di berdewama nûçeya rojnameya Sabahê de hate diyarkirin ku, gêrîlayên PKK'ê ji kampa Heftenînê hatin û cenazeyên HPG'iyan komkirin û birin kampa Heftenînê.
Rojnameya Sabahê bi vê derewa xwe ve "rekor"eke nû şkand.