Nivîskar û rojnamegerê kurd Kakşar Oremar jî bi nivîsên xwe ve beşdarî Nûkurdê bû.
Kakşar Oremar bi 'deng'ê xwe yê ji Rojhilatê Kurdistanê ve, bi nivîsên xwe yên rihkurdî ve, bi mijarên xwe yên balkêş ve beşdarî 'govend'a Nûkurdê bû.
Oremar ji bo destpêka xwe ya di Nûkurdê de wiha dibêje, "...Hemû kes xwe di Nûkurdê de dibînin û dikarin bi awayeke maqol nivîs û rexneyên xwe binivîsin û tê de belav bikin. Ev jî ruknekî sereke yê jiyana vê sed salê ye ku em li hemberî hev bi tolerans bin. Min di Nûkurdê da ev zêhniyet hîs kir..."
Bi sê dengan em jî dibêjin, "Tu bi xêr hatî Nûkurdê, bi ser çavan de hatî Kekê Kakşar Oremar"
Biyografiyên navdarên kurd ên K. Oremar bi nav û deng in.
Di Med TV, Medya TV, Mezopotamiya TV û Roj Tv da bi dehan bername li ser jiyana kesayetiyên Kurd amade kirine û pêşkêşvaniya bernameyên weke Rojbaş Kurdistan jî kiriye.
Her wiha K. Oremar di komîta rêveberiya PEN-Kurd da ye.
Ji salên 1990an û pê da di karê rojnamegeriya kurdî de çalak e û gelek babetên çandî û dîrokî di rojname, malper û kovarên kurdî da weşandine.