Weşana ROJ TV piştî ku ji aliyê peyka Eutelsatê ve yek alî peyman hate betalkirin û hate astengkirin, weşana xwe ya peykê li ser peyka Intelsat 10-02'e dest pê kir.
Piştî rêveberiya ROJ TV, ketin nava hewldanan bi şîrketa peykê ya Intelsat 10-02'e ku li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Balkanan weşanê dike re peyman îmze kir.
Frekansa ROJ TV ya li ser feyka Intelsat'ê ya li herêmê wiha ye:
11092 MHz POLARIZATION: HORIZANTAL
Symbol rate 15551
Ji ber ku feyka Intelsatê li Ewropaya Rojava weşanê nake hewldanên rayedarên ROJ TV ji bo weşana her derê didomin. Rûniştina dozê ya ROJ TV ya derd barê Eutelsatê de dê di 2'ê sibatê de li Parisê pêk bê.
Her wiha di Nûkurdê de jî hûn dikarin 24 saet li weşana ROJ TV temaşe bikin: