Şîrketa peyka Eutelsat a Fransî xwe xist şûna dadgehê û weşana Roj TV rawestand. Piştî vê jî Roj Tv li ser peyka Intelsat W 1 dest, bi rêya Yewnanîstanê dest bi weşana xwe kir.
Lê niha Intelsatê jî weşana ROJ TV birî.
Roj TV’yê di daxuyaniya dayî de got ku li ser daxwazên zêde yên temaşevanan dest bi lêgerîna peykek nû ji bo vê dema kurt kir û got; “Di encama xebatên me de Roj Tv li ser peyka Intelsat 1 W , bi rêya Yewnanîstanê dest bi weşanê kir. Lê vê carê hikûmeta DYA’ê zext li Yewnanîstanê kir û careke din weşana televîzyona me hate rawestandin.”
Roj TV ragihand ku weşana televîzyona wan bi rêya dadgehê nehate girtin, lê vê carê dixwazin bi rêbazên korsanî weşana Roj TV bigirin. Roj TV got; “Welatên Ewropa û DYA di vê meseleyê de zagonên xwe bin pê dikin. Dixwazin mafê nûçegirtina bi zimanê zikmakî ya gelê Kurd asteng bikin.”
Di daxuyaniyê wiha hate gotin; “Roj TV weşana xwe ya li ser înternetê didomîne. Lê ji bo em xwe bigihînin girseyeke zêdetir em xebatên xwe berdewam dikin. Di demek kin de em ê temaşevanên xwe der barê vê yekê de aşkere bikin.”
Di Nûkurdê de hûn dikarin 24 saet li weşana ROJ TV temaşe bikin: