Nunerê rojnameya Yenî Şafak ê Enqereyê Abdulkadîr Selvî ragihand ku bangkirina Rawêjkarê MÎT’ê Hakan Fîdan, rawêjkarê berê Emre Tane û Afet Guneşê bo îfadedayînê di rastiyê de hemleyek bû li hemberî Erdogan hate kirin.
Selvî di nivîsa xwe ya bi navê “Şerê operasyonvan û diyalogvanan” de got; “Bangkirina rayedarên MÎT’ê bo îfadeyê, tê wateya şerê di nava dewletê de yê li hemberî pirsgirêka Kurd. Em dikarin vana weke operasyonvan û diyalogvanan bi nav bikin.”
Selvî di nivîsa xwe de diyar dike ku ji ber ku pêvajoya diyalogê berdewam dikir, ji ber wê jî operasyonên li dijî PKK’ê dihatin astengkirin, operasyonvan diyar dikin ku ev rewş nîşan dide ku PKK di aliyê psîkolojîk de bibin serdest û ji ber wê jî operasyonvan pêvajoya “pêşîlêvekirinê” weke fantezi dibînin.
Selvî destnîşan kir ku di nava vê komê de kesên ku ji hebûna pirsgirêka Kurd bawer nakin jî hene û li gorî her du koman divê piştî ku PKK û KCK di warê serdestbûna psîkolojîk de hatin şkandin, dê rûnin sermaseya diyalogê.
Selvî diyar kir ku her du alî jî di wê baweriyê de ne ku heta diyalog û muzakere dest pê nekin pirsgirêka Kurd çareser nabe. Selvî got;
“Ez dixwazim bibêjim ger Serokwezîr Erdogan dest neavêje vê yekê, ev yek xwe bigihîne endamên pir xeter û metirsîdar.
Ji ber ku ne tenê Hakan Fîdan ji bo lêpirsînê hatiye gazîkirin, di kesayeta wî de vîn û îradeya hemû aliyên ku dixwazin pirsgirêka Kurd bi rêyên diyalogê çareser bibin, hatiye bangkirin. Û li pişt wê jî fermana Recep Tayyîp Erdogan heye.
Selvî diyar kir ku çavkaniyên nêzîkê Rawêjkarê MÎT’ê Hakan Fîdan dane diyarkirin ku Fîdan gotiye “Tiştek ez nikarim hesabê wê bidim tune ye”. Li gorî Selvî ger PKK di encama operasyonan de were marjînalkirin, PKK serdestiya xwe ya di aliyê psîkolojîk de wenda bike, dê dewlet dîsa dest bi hevdîtinan bike.
Ger em bibêjin di vê meseleyê de tenê rêveberên MÎT’ê ji bo lêpirsînê hatine gazîkirin, dama herî girîng a wêneyê tê jibîrkirin.
‘DIXWAZIN PÊŞIYA ÇI GIRIN?’
Nunerê rojnameya Hurriyetê yê Enqereyê Metehan Demîr ji CNN Turkê re axivî û got; “Fermana pêkanîna hevdîtina rayedarên MÎT’ê ya li gel PKK’ê ji serokwezîr hat. Enqere li aliyekê ji vê yekê bawer dike; Ev yek provaya pêşî ya gazîkirina Serokwezîr bo îfadeyê ye. Ger ev yek bi ser bikeve, dê kesê ku fermanê daye jî gazî îfadedayînê bikin.”
Nivîskarê rojnameya Milliyetê Hasan Cemal jî pirsa “Dixwazin pêşiya çi bigirin” û wiha berdewam kir; “Dibe ku hin pêşbîniyên ji bo diyalogek nû biniximînin. Ger ne wisa be, Ger ne wisa be, Rawêjkarê MÎT’ê Hakan Fîdan bi nunertiya Serokwezîr, ligel Emre Taner û Afet Guneşê beşdarî hevdîtinê bûn. Îca ev vexwendina dozgeriyê ji kû derket?”.