Hevseroka partiya aştî û demokrasiyê (BDP) Gultan Kişanak, diyar kir, divê dîmenên li bara komkujiya Qilabanê, ku ji aliyê balafirên bêbalafirvan ve hatiye kişandin, di televîzyona dewletê ya Tirkiyê, TRT, de bê weşandin.
Hevserokê BDPê Gultan Kişanak, îro di civîna fraksyona partiya xwe li parlamentoya Tirkiyê de axaftinek kir û got, serokwezîr ji aliyekî ve rijdbûna xwe li ser siyaseta “bi siyasetê re diyalog” tîne ziman, ji aliyekî din ve jî, herkesên ku bo çareseriya pirsa kurdî dixebite, wek “terorîst” bi nav dike.
Kişanak, diyar kir, heta niha, ji ber axaftinên wan, nêzîkî 2 hezar û 500 sal ceza bo parlamenterên BDPê tê xwestin, ew jî ji ber wê bûye ku navê Kurdistanê anîne ser ziman, lê yek ji pîvanên siyaset rast ew e ku navê deverekî rast bê gotin.
Gultan Kişanak, xwest, tecrîda li ser rêberê PKKê Abdullah Ocalan heye bê rakirin û mercên Ocalan bo ku bikaribe rola xwe di çareseriya pirsê de bilîze, bê sererastkirin.
Kişanak, diyar kir, heta niha daxuyaniyeke fermî li bara komkujiya Qilabanê nehatiye dayîn û got, divê berpirsên bûyerê bên aşkerekirin. Hevseroka BDPê, bal kişand ser gotinên parlamenterekî AKPê, ku piştî dîtina dîmenên bûyerê gotibû, “di dîmenan de, tê xuyakirin ku ev sivîl in ne milîtan” bibîr xist û xwest, ew dîmen di TRTê de bê weşandin ku herkes bibîne.