Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, li ser hesabê xwe yê malpera parvekirina civakî Twitterê behsa sansura televîzyon û rojnameya ya li hemberî wî û rayedarên din BDP’ê kir.
Demîrtaş diyar kir ku gelek rojnamevan û çêkerên bernameyên televîzyon û rojnameyan xwestine bername û hevpeyvîn li gel wî çêbikin, lê gotin ku ew ji ber rêveber û gerînederan nikarin.
Demîrtaş got; “Ji ber zextên hikûmetê ekran li me hatine girtin.”