Li gel ku hêj biryara Dadgeha Danmarkê ya derbarê Roj TV de hêj tam bi encam ne bûye jî li Ewropayê bi şêwazên cur be cur weşanên Roj TV tên astenkirin.
Danske Bank ku ev bi salane Roj TV pê re dixebite xwe li benda biryara dadgehê negirt û aşkera kir ku ew êdî vê Televîzyonê re naxebite.
Di nameya ku Danske Bankê ji Roj TV re şandiye de wiha tê gotin: “Li gorî agahiyên ku me ji çapemeniyê hîn bûye, di çarçoveya xala 114’an de we ceza girtiye. Ji ber ku we ceza girtiye em wekî bikir êdî bi we re naxebitin.”
Xala 114’an dibêje ku “Kesek, komek an jî organîzasyonek ji ber kirinên terorê hatibe tewanbarkirin wê bê cezakirin,”
Di vê rewşê de Banqeyê xwe kiriye cihê dadgehê û ceza daye Roj TV. Rayedarên televîzyonê ku bi daxuyaniyekê biryara banqeyê şîrove kir û wiha gotin: “Yanî banqeyê li gel ku dadgehê biryara berdewama weşana televîzyonê de biryar daye jî û dîse beyî ku li benda îtîraza me bimîne pêkanînek wiha kiriye.”
Di Nûkurdê de hûn dikarin 24 saet li weşana ROJ TV temaşe bikin: