Hate diyarkirin doza îtîrazê ya Roj TV ya li hemberî biryara rawestandina weşana Roj TV ya ji aliyê Eutelsatê ve, îro li Dadgeha Îdarî ya Parîsê pêk hat û bi encam bû.
Di biryara dadgehê de îtîrazê Roj TV hate redkirin.
Hêjayî gotinê ye ku Dadgeha Denmarkê bi hinceta şîrketên Roj TV A/S û Mezopotamya Broadcasting A/S zagona Denmarkê ya li dijî terorê bin pê kiriye, 65 hezar kron (11 hezar dolar, 8700 euro) ceza li wan birî.
Her wiha ji bo 40 rojan jî cezayê pere birî û ev yek bi giştî dike 5 milyon û 200 kronê Denmarkî, ango 699 hezar û 339 euro. Şîrketa Eutelsatê vê biryara Dadgeha Bajêr a Kopenhagê kir hincet û di 24’ê çile de weşana Roj TV ya li ser peykên girêdayî xwe rawestand.
Her wekî din Bankaya Danske ya ku ev demekî direjê bi ROJ TV'yê re kar dikir, biryara ji 1'ê Sibatê destpêbike dê hesabên televîzyonê rawestîne, da.
Di Nûkurdê de hûn dikarin 24 saet li weşana ROJ TV temaşe bikin: