Malpera Nûkurdê li ser bûyer û geşedanên dawî rapirsiyek da destpêkirin. Li gorî rapirsiyê ji sedî 37 kesên ku ray dane, xwestin BDP dev ji Parlamentoya Tirkiyeyê berde, vegere Diyarbekirê û Parlamentoya Kurdistanê ava bike.
AKnews rapirsiya malpera nukurd.com ku li ser bûyer û geşedanên dawî çêkirine, parve dike.
Di malperê de bi ser navê “Tu operasyonên li dijî KCKê çawa dinirxînî?” pirsek hate kirin. Ji kesên ku beşdar bûn ji sedî 38 ev operasyon weke “Faşîzma AKPê” nirxandin.
Di rapirsîna bi sernavê “Tu şer û pevçûnên dawî çawa dinirxînî?” de jî beşdaran ji sedî 23.1 xwest dewlet bi PKKê re li ser maseyê rûne û pirsgirêka kurd bi riya diyalogê çareser bike.
Di sernavê “Tu xebatên BDPê yên li Meclîsa Tirk çawa dibînî?” de jî beşdaran ji sedî 37.2 bersiva “Bila BDP vegere Amedê û Parlamentoya Kurdistanê ava bike” dan.
Rapirsînên ku Nûkurdê ji bo xwîneran amade kiriye û dengdanên hatine dayîn wiha ne:
Tu operasyonên li dijî KCKê çawa dinirxînî?
Ev operasyon faşîzma AKPê ne | 33 Oy
38.4%
Ev operasyon baş in | 2 Oy
2.3%
Ev operasyon ne baş in, şermezar dikim | 5 Oy
5.8%
Ev operasyon li dijî BDPê ne | 2 Oy
2.3%
KCK bahane ye, AKP li dijî kurdan operasyon dike | 27 Oy
31.4%
Dewleta Tirk tehamûlî siyaseta legal nake | 5 Oy
5.8%
Bila KCK xwe vekişîne Qendîlê | 4 Oy
4.7%
Dewleta Tirk barbariyê dike | 1 Oy
1.2%
Ji bo AKPê hemû kurd yek in | 3 Oy
3.5%
Fikreke min tune! | 0 Oy
0%
KCK çi ye? | 3 Oy
3.5%
AKP baş dike | 1 Oy
1.2%
Toplam Oy: 86
Tu şer û pevçûnên dawî çawa dinirxînî?
Bila dewlet û PKK agirbestê îlan bikin | 20 Oy
16.5%
Bila tenê PKK agirbest îlan bike | 3 Oy
2.5%
Dewlet ji agirbestê fêm nake | 16 Oy
13.2%
Bila dewlet bi PKKê re rûne ser maseyê | 28 Oy
23.1%
Bila dewleta tirk artêşa xwe ji Kurdistanê vekişîne | 26 Oy
21.5%
Fikreke min tune, lê şer û pevçûn ne baş e. | 1 Oy
0.8%
Bila dewlet bi BDPê re rûne ser maseyê | 4 Oy
3.3%
Ez tiştekî nizanim, lê tenê aştiyê dixwazim | 1 Oy
0.8%
Berpirsyarî di stûyê dewletê de ye | 3 Oy
2.5%
Berpirsyarî di stûyê PKKê de ye | 2 Oy
1.7%
Ma ev jî pirs e, bavoooo! | 1 Oy
0.8%
Şer ne baş e, lê dewlet ji aştiyê fêm nake | 15 Oy
12.4%
Hûn behsa kîjan şer û pevçûnan dikin? | 0 Oy
0%
Bila PKK bê şert û merc teslîmî dewleta tirk bibe | 1 Oy
0.8%
Tu xebatên BDPê yên li Meclîsa Tirk çawa dibînî?
Gelek baş e, bila wisa berdewam bikin | 44 Oy
30.3%
Ne baş e, divê tiştên nû bikin | 13 Oy
9%
Bila parlamenterên BDPê rojekê jî li Meclîsa Tirk nesekinin | 11 Oy
7.6%
Xebata çi, BDP li meclîsê rûdine | 1 Oy
0.7%
Bila BDP vegere Amedê û Parlamentoya Kurdistanê ava bike | 54 Oy
37.2%
Min heta niha tu xebata wan nedîtiye | 4 Oy
2.8%
Divê BDP her dem li meclîsê çalakiyan bike | 5 Oy
3.4%
BDP çi bike, ew baş e | 7 Oy
4.8%
Parlamenterên BDPê pir xebatên popûlîst dikin | 3 Oy
2.1%
Fikreke min tune! | 3 Oy
2.1%