Şîrketa Eutelsatê ya Fransî, biryara Dadgeha Kopenhatê ya der barê Roj TV de kir hincet û di 24’ê çile weşana Roj TV ya li ser peykên girêdayî xwe rawestand.
Roj TV jî li Dadgeha Îdarî ya Franseyê îtîraza vê biryarê kiribû. Hate zanîn ku dê doza ji ber îtîraza li hemberî biryarê di 2’ê sibatê de pêk were.
Di 10’ê çile de, Dadgeha Denmarkê bi hinceta şîrketên Roj TV A/S û Mezopotamya Broadcasting A/S zagona Denmarkê ya li dijî terorê bin pê kiriye, 65 hezar kron (11 hezar dolar, 8700 euro) ceza li wan birî. Her wiha ji bo 40 rojan jî cezayê pere birî û ev yek bi giştî dike 5 milyon û 200 kronê Denmarkî, ango 699 hezar û 339 euro. Şîrketa Eutelsatê vê biryara Dadgeha Bajêr a Kopenhagê kir hincet û di 24’ê çile de weşana Roj TV ya li ser peykên girêdayî xwe rawestand.
Weşana Roj TV, ji ber zextan ji 24’ê çile û vir ve li ser peyka Eutelsatê hate qutkirin û Roj TV weşana xwe niha li ser malpera xwe ya înternetê didomîne.
Her wiha xwendevanên Nûkurdê jî dikarin 24 saet weşana ROJ TV'yê di Nûkurdê de temaşe bikin.