Hunermend Kazo dilgiran e ku biraziya wî Fatê di kanala TRT-6 de dest bi pêşkêşkirina programekê kiriye û dibêje çawa dibe hunermendek ku çendîn derdeserî dîtine biçe kanaleke wisa.
Hunermendê Bakûrê Kurdistanê Kazo piştî ku gellekî arîkariya hunermend Fatê kir û ew li Başûrê Kurdistanê bi xelkê da nasandin û ew bû yek ji hunermendên serketî, niha Kazo jê dilgiran e.
Li gorî Rûdawê, Kazo di vê bareyê de got "ez gellekî xemgîn im, ji ber ku ez gellekî pê nexweş im ku programeke Fatê li kanala TRT-6 heye."
Kazo herwiha got ku ji wî jî hat xwestin ew li vê wê kanalê programekê pêşkêş bike: "Pereyekî gellek mezin bo vî karî ji min re hat pêşniyaz kirin, lê min red kir. Ji ber ku ev kar ne bi dilê min e. Çawa dibe hunermendekî weke me ku çendîn derdeserî dîtine biçe kanaleke tirkî û programan pêşkêş bike."