Ev demek dirêj e ku hezkiriyên Şehrîbana Kurdî dipirsin, "Çima deng ji Şehrîbana Kurdî dernakeve?"
Stranbêja dengxweş ev demek e ku dernakeve konserên Bakur û CDyên wê jî dernakevin.
Çavkaniyeke nêzîkî Şehrîbana Kurdî ji Nûkurdê ragihand ku heqê Şehrîbana Kurdî tê xwarin.
Çavkaniyê wiha got, "Keda Şehrîbana Kurdî li ser hunera kurdî pir e. Her wiha li ser siyasetê jî heye. Lê Şehrîbana Kurdî ji bo çalakî û festîvalên Bakur nayê vexwendin. Klîbên wê jî kêm caran di MMC û Roj TV de dertên. Heqê Şehrîbanê tê xwarin..."
Şehrîbana Kurdî herî dawî di klîba xwe ya mûzîkê de bûbû nanpêj.
Nûkurd vê klîbê li jêr diweşîne û silaveke germ ji stranbêja dengxweş re dişîne: