Stranbêja kurd Rojîn li ser navê xwe parfûmeke bi navê "Rojîn" derxist.
Li gorî agahiyên Nûkurdê, parfûma "Rojîn" di rojên pêş de dê derkeve bazarê.
Rojîn di derbarê vê yekê de ji rojnameyeke tirkî re dibêje, "Ez dixwazim bi vî rengî bibim marke, dê bibe çavkaniya debarê jî. Hinek mejiyên faşîst ev jî rexne kirine. Beyonce, Britney Spears di sêsaliya hunera xwe de parfûm derdixin, ji wan re 'bravo' dibêjin. Ê min, ev 15 saliya min e. Ez helwesteke qirêj, nîjadperest û ketî dibînim. Rojîna ku jina kurd ya bindest temsîl dike dê çawa parfûmê derbixe? Ez ê çi derxim, gelo molotof?"