Mamosteyên dansê Kemal Işik û Sevgî Almiş li ber stranên kurdî reqsa tangoyê hînê Kurdan dikin. Işik destnîşan kir ku kursiyerên wan ên leşker jî hene û leşker li ber muzîka kurdî tango dikin.
Navenda Dansê û Hunerê Tango MED ev 3 sal in li Amedê karê xwe didomîne. Mamosteyên dansê Kemal Işik û Sevgî Almiş heta niha li atolyeyên dansê, ku li zanîngeha Batman û Amedê vebûne, perwerdehiya dansê dane.
Kemal Işikê Amedî û Sevgî Almişa Dêrsimî heta niha bi sedan Kurd hînê tango û dansên din ên latînî kirine. Işik û Almiş niha jî hemû Kurdan bi stranên kurdî dawetê tangoyê dikin. Di nava Navenda Dansê û Hunerê ya MEDê de 6 polên tango, poleke dansên latînî û poleke zarokan jî hene. Bi giştî li navendê 8 pol û 100 jî kursiyer hene.
Ji bo hînbûna dansên latînî û tangoyê ji Êlih, Mêrdîn û Sêrtê ciwan tên Amedê, tevlî kursê dibin û eynî şevê vedigerin bajarên ku jê hatine. Işik da zanîn ku ev 3 sal in li Amedê di barekê de şeva tangoyê (mîlanga) amade dikin. Kesên ku dixwazin bi têra xwe dans bikin, kincên li gorî dansê li xwe dikin û tên wê barê.
Kesên ku dixwazin tevlî van şevan bibin dikarin bi tena serê xwe jî biçin. Yanî pêwîst nake li ba xwe jinek yan jî mêrek bibin. Ji bo rojên taybet (wekê 8ê Adarê) jî, bernameyên taybet tên amadekirin.
Leşkerên tirk jî li ber muzîka kurdî direqisin
Mamosteyê reqsê Işik da zanîn ku ew weke vîzyon muzîka kurdî di dansên latînî û tangoyê de bi kar tînin û wiha axifî: “Hunermendên weke Mehmet Atli, Dodan, Mirady, Jan Axîn, ji bo tango an jî dansên latîni bi kurdî stranan çedikin. Em û kursiyerên xwe jî li ber vê muzîkê dans dikin. Navenda me cara ewil li ber muzîka kurdî tango hînê hezkiriyên dansê dikin. Me navê xwe jî li ser deriyê kursê bi kurmancî nivîsand. Ev ji bo me gellek girîng bû. Kursiyerên me yên doktor û mamoste jî hene. Di nava kursiyerên me de leşker jî hene. Doktor jî, mamoste jî, leşker jî li ber muzîka kurdî dans dikin.” Işik bal kişand ser wê jî, ji ber ku çanda folklora kurdan dewlemend e, Kurd dikarin zû hînê tangoyê bibin û wiha berdewam kir: “Di hişê herkesî de baweriyeke wiha heye ku ‘Tango danseke erotîk e’. Ez weke mamosteyê tangoyê dikarim bêjim tiştekî wisa tune ye. Tango danseke arjantînî ye û dansa serhildanê ye. Li Arjantîne dansek heye bi kêran tê çekirin, li Amedê jî listika aware heye. Ev jî bi kêran tê çekirin. Ez dixwazim Kurd ji xeynî dewlemendiya xwe ya folklorê, tango û dansên din jî hîn bibin. Ji ber ku hin tiştên Kurdan û neteweyên din ên cîhanê pir dişibin hev.”
Nûkurd ji bo nîşankirina dansa tangoyê, çend dîmen ji tangoya lîstikvanê navdar Al Pacino tîne ber ekranên we: