NÛKURD - Rojnamevan Medya Ozvan ji bo Malpera Danîmarkî "Jiyan.dk" li ser vebûn û armanca Nûkurdê bi edîtorê me Evdile Koçer re hevpeyvînek kir.
Hevpeyvîna bi zimanê danîmarkî hûn dikarin li vir bibînin: BITIKÎNE
Ji bo xwendevanên Nûkurdê jî em tevahiya hevpeyvînê li vir diweşînin:
PIRS: Te çima dest bi Nûkurdê kir?
Wekî gelek kesan ez jî her roj dikevim înternetê û rojeva kurdan ji înternetê dişopînim. Lê ji ber serêşandina gelek malperên kurdan, xwendevanên heyî jî ji xwendina kurdî baz didin.
Min xwest ku bi Nûkurdê re bi şêwe, vegotin û stîleke nû ve zimanê kurdî li xwendevanên bidime hezkirin.
Bi nûçeyên kurt û balkêş ve, bi wêne û vîdyoyên xweş ve ez dixwazim ku xwendevan bi Nûkurdê re sohbetê bikin û demeke xweş derbas bikin.
Bi mîzah, rexne û pirsan ve ez dixwazim ku kalîteya xwendina kurdî piçekî din bilindtir bikim.
Bi kurtasî ez dixwazim kefenê cîdîyetê yê rojnamegeriya kurdî biçirînim!
Ev çend sal in ku gelek xwendevan û hevalên nivîskar ji min dixwazin ku em bi hev re Kovareke Mîzahî derxînin. Lê mixabin kovergeriya ser kaxizî bareke giran e.
Lê belkî Nûkurd bikaribe vê rêyê ji bo hin xwendevan û nivîskaran veke.
PIRS: Ji bo çi te biryar da ku tu bi kurdî binivîsî, çima ne bi zimanekî din?
Ma çima wê ne bi kurdî bûya...
Nivîsandina bi kurdî û xizmeta bo kurdî, ji bo min hezkirin û çêjeke mezin e. Kurdî ji bo min ne tenê ziman e, lê xwepêparastin e ji bo doz û azadiya gelê kurd!
Helbet bi zimanekî din jî meriv nikare behsa mîzah, wêje û nivîseveniya civaka kurd bike.
PIRS: Xwestek û armanca te bi Nûkurdê çi ye?
Xwestek û armanca min ya herî mezin ew e ku ez bi Nûkurdê ve hişê bargiranî, qungiranî û serêşandina gelek malperên kurdî bipelêşînim û bikaribim xwendevan bi nûkurdê nefeseke kurdî bistînin.
Ez dixwazim ku Nûkurd bibe mala hemû xwendevanên kurdî ku bikaribin rojên pêş de tê de binivîsin.
Nûkurd wê serê pêşîn ji nifşên nû re vekirîbe, em ê bi hev re gelek teşe û formên nivîsa kurdî biceribînin.
Xwesteka min ya dawî jî ew e ku kurdên maldar û dinyadîtî ji Nûkurdê re bibin sponsor da ku Nûkurd bikaribe zûtir bê nûkirin û bikaribe bêtir bijî!