|
Kêliya Dawî
Erdogan çav berdaye şaredariya Amedê
Tarafê dîsa 'goh'ê Erdogan girt
Daxwuyaniyek ji Serokatiya Kurdistanê
PKKê 6 cerdevan girtin
Ma di çanda kurdan de êrişkirina li nexweşan heye?
Fêrgîn Melîk Aykoç capanik51@hotmail.de
Her çendî ji ber kêşeyên dîrokî derfetên gelê me nebûye û gelê me di warê sazûmankarî, birêkxistinî, zanyarî, çandî û teknîkî ve bê derfet jî hatibe hîştin, xwediyê resenî û sinceke xwerû ye. Ew wê reseniya xwe ji Meleyê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî digire. Tenê ew kesên di nava çanda dagirkeran de mezin bûne, ji vê reseniyê qetiyane, di encamê de bêedebî û bêsinciya xwe nîşan didin. Wekî mînak di sinc û edetên me kurdan de „bi kesên nexweş tinaz xwe kirin, êrişê nexweşa kirin, yan jî nexweşiya wan wek kêmasiya kesayetiya wan nîşandayîn“ tune. Welo kesê nexweş tişteke nebaş jî bibêje /bike, dîsa bersiva wê/wî nayê dayîn. Kemal Burkay ê qaşo rewşenbîr, siyasetmedar bêku vê reseniyê li ber çavan bigire, bi awayekî tinazî û çêrkirinê êrişê birêz Şerafettin Elçî kiriye. Wî ji bo birêz Elçî wiha gotî û nivisiye: „Xuya ye Şerafettin ne tenê por, mêjû ji xirab bûye.... hesabê Apoçiyan dikî, dixwazî cinazê te xelebelix be…Hîn xwedî postekî yi, pere û pûlê te gelek in; te dikaribû bi zora peran be jî xwedîyê tevr û bêran kirê bikî…” Lê birêz Şerefettin Elçî bi telefonê jî be, wek dost û hevalekî ew pêşwazî kiribû. Burkay di nivisa xwe ya 14 tebaxê 2011 de vê înkar nake û li ser vê pêşwazîkirinê wiha dinivîse: “Disa di vê demê de Serokê koma BDP Selahattin Demirtaş, dostê û hevalê minê kevn Şerefettîn Elçî.... bi telefonê xêrhatinî li min kirin...” Ango di destpêkê de giştan hêvî dikirin ku ew ê rikberiya xwe berde, erkê rûsipîtiyê bigire, bo yekitî û aşitiyê bitekoşe, ku hêviya min jî ew bû. Gelo Burkay çima di nava çend mehan de guherî, wisa bû êrişkar, ji edet û reseniya kurd dûr ket? Yan ew berê jî ji vê sincê dûr bû, lê me nedizanî? Ez bawer dikim ku AKPê dest li pişta wî xistiye û ji wî re gotiye: “Ji te mêrtir hîç kes tune! Em ê piştgiriya te bikin! Tu taktîka akinciyan bikarbîne!” Lewra: Baş tê zanîn ku pêşengên AKP ê ji nava tevgera „akinci“yan tê. Akinci yanê êrişkar. Ev nava ji êrişên eşîrên Mongolan tê, ku tirkên Anatolya bi vê gotinê serbilind in. ji bo wan Êrişkirin, êşkencekirin, kuştin têrandineke hestên nijadperestiyê ye. Jiwê ye, bala xwe bidinê AKP e di her warî de hêrişê her kes û kurdên neketiye bin banê wan, hêrişê her heyîya têkiliya xwe bi vîna gelê kurd re û birêkxistiniyê ve heye dike. Êrişkirin karektereke vê serkariya tirk e. Bandor û hikariya wan li çi dibe, ew jî dibe êrişkar. Ango ew tenê kes û diyardeyan dişibîne xwe. Hetanê K. Burkay û Î. Guçlu nehatibûn Tirkiyê dem bi dem dijberiya PKKê jî bikirana, ewqas êrişkar nebûn. Heta me hêvî dikir ku ew bi kalbûnê re bikemilin û erkên rûsipîtiyê werbigirin. Çawa min di rêzên pêş de jî nivisiye, dema K. Burkay nû hatibû Tirkiyê jî hê ev forma wiha êrişkar li wî tune bû. Di nivisa xwe ya 14 tebax 2011 Dengê Kurdistan de derketibû ku piçek hêvî dida. Wiha dinivîse: „Li gor min pêşeroja ku em bikanin pêşkêşî welatê xwe û tevahiya Rojhilata Navîn bikin, ev e (aşitî), ne şer, rik û dijminahiya her û her didome.“ Lê li pey ku bi têkiliyên AKPê re hemû bendê xwe da destê AKP ê, yan jî qaşo hin sozên xapandinê ji AKP stand, (wek demezrandina partiyeke nû ya di binperê AKPê de / vekirina deriyê Rantê ûhwd.) bi tevahî bu akincî, ango êrişkar. Êrişê her kesî, her tiştê ku ne di xizmeta dewlet û AKPê de ye dike. Dema yek jî bersiv bide, wek zarokekê quvdê tebere diqehire û hima dibêje: „Hiiii! filan kesê ez tehdît kirim!“ Î Guclu jî bi tevahî wisa ye. Ango ev êrişkariya wan rasterast hunera stratejiya AKP ê ye. Ji wan wetrê ew ê jî bi hêrişkariyê bikanin bigihîjin derekî, yan jî bibin xwediyê hêzekê. Ma birêz Şerefettin Elçî tiştek xirab negot ku.. Tenê dîtinê xwe yê li ser Burkay anî ziman. Wî li ser Burkay tenê ev gotinên jêr gotibû: „…jixwe tu bandorên polîtîk ên Bûrkay tune ye. Dewletê ew hesabên xwe pirr şaş kiriye. Tu eleqeya Kemal Beg bi gel re tune. Ez bi xwe bi vê helwesta Kemal Beg êşiyam, kêm be jî berê hin kesên ji wî hez dikirin, hebûn.“ Me ev ne derew e. Gelek kesan li ser vê mijarî nivisîn, ev destnîşan kirin. Wek mînak dema li balafirgeha Amedê peya dibe, tenê 150 kes wî pêşwazî dikin. Li Amedê ji bo pêşengekî kurd ev ne hêjmar e. Ev tê wê wateyî ku bi rastî jî bandora wî tune. Gelo ev gotinên birêz Elçî li Burkay nehat, yan ji ber ku Birêz Elçî wekî wî ji bo xizmeta şerê qirêj yê AKP û Fetulahî dimeşîne, êrişê PKKê nekir Lema ew wisa qehirî? Malpera Netkurd a wek xeteke AKP û Fetulahî di nava kurdan de ye jî, li ser vê mijarê kampanyayekê daye destpêkirin. Yê yekem Î. Guçlu ye. Ji ber ku Birêz Elçî êrişê PKKê nekirîye, ev li firşika I. Guçlu jî nehatiye. Ew jî bi gotinên qehirandinê êrişê birêz Şerefettin Elçî dike. Wiha dinivîse: „....ew helwesta Elçî bêwîjdaniyeke mezin û hesabekî şexsî yê kêsperestî û rastî manîpulekirin e....” Banga min li rewşenbîran Berê her tiştî ev helwesta van kesan ji rizgariya gelê kurd re tu xizmetê nake. Bi vê erîşê re ez baş bawer dikim ku êdî ev kesên wiha bi vê helwesta xwe zirarê didin tevgera azadiya Kurdistanê. Divê mirov ji vê helwestê re bes bibêje. Ez hêvî dikim ku rewşenbîrîn kurd bê deng nemînin. Ev awa êrişkarî derê sinc û edeba kurdayetiyê ye.
Hin rewşenbîran di medya civakî (sosyal) de bersiv dane wekî:
@temoselim Selim Temo
@HasipKaplan Hasip Kaplan Hüseyin Yılmaz: 2012-02-1 Malame org Ez vê xiniziyê dibînim û dizanim. Bi kijan aliyê ve lê dinêrin, binêrin, Ke-mal Burkay ketiye milê AKP ê qaşo rola pêşengtiyê dilîze. Lê baş tê zanîn ku AKPê Ke- mal Burkay xistiye nava cihana xeyalan, dê ew ê heta ku bê bikaranîn, li dijê tevgera kurd bi kar bîne….“
Hûn jî bêdeng nemînin. Yükleniyor...
Yorumlar yüklenirken lütfen bekleyiniz...
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|
|