Rojnameyên alman behsa gendelî û îstîfaya Serokkomarê Almanyayê dikin.
Li balafirgeha Frankfûrtê serê şeveqê kêf kêfa almanan e, ez taştê dixwim, ew bîraya xwe vedixin. Dinyaya rengîn wisa ye...
Balafirgeh wekî navendeke dinyayê ye, ji hemû miletan meriv li rastî bi sedan reng însanî tê.
Di haparlorî de bi tirkî banga sefera Stenbolê tê kirin.
Dîsa di dilê xwe de dibêjim "Çima banga sefera Hewlêrê bi kurdî nakin!"
Dikevim dora kontrolê.
Polîsê ku kontrol dike, bi kêfxweşî dipirse "Îstanbul?", ez jî bi kêfxweşî lê vedigerînim, "Erbîl". (Navê fermî yê Hewlêrê çima ne Hewlêr e, fêm nakim!)
Piştî karên fermî, li balafirê siwar dibim...
Piştî çend saetên din...
Li balafirgeha Hewlêrê peya dibim.
Baraneke gur dibare.
Çi xweş e ku meriv li welatekî peya bibe û his bike ku ew welat, êdî welatê meriv ê azad e. Helbet ew barana ku dibare jî êdî barana welatê meriv e. (Gelo baran di bin nîrê Enqere, Şam û Tehranê de çawa dibare?)
Rêveber û polîsên balafirgehê bi kêfxweşî silavê didin. Di cih de em dikevin nava xweşsohbetekê, destûr didin ku ez wêneyê kontrolê yê balafirgehê bikişînim.
Paşê dîsa ber çavê min dikeve ku li balafirgehê jî karên ber destan kesên biyanî dikin.
Kurdên ku li Almanyayê firaxan dişon, mixabin li Kurdistanê firaxên welatên xwe naşon. Trajediya me jî jixwe wisa destpêdike...
Gelek kurdên ku li Ewropayê di nava gilî û gazincên xwe de sed Kurdistanan ava û xira dikin, mixabin du pirtûkên xwe nabexşînin pirtûkxaneyeke Kurdistanê...
Gilî û gazinc pir in...
Lê kar û xebat jî pir e.
Hewlêr êdî navendeke mezin ya siyaseta kurdan e.
Êdî di dora azadiya Hewlêrê de siyaseta her çar parçeyên Kurdistanê dirûv digire.
Her hefte gelek civîn, konferans, semîner û hevdîtinên girîng çêdibin.
Îro Leyla Zana, Selahadîn Demîrtaş, Ehmed Turk, Aysel Tugluk, Sirri Sakik jî gihîştin Hewlêrê.
Ji seranserî dinyayê her hefte şandeke kurdan qesta azadiya Hewlêrê dike.
Tişta min fêm kirî ev e: Dema derek azad be, jixwe bawer be, li wê derê pêşketin zûka çêdibe.
Hewlêr êdî qibleya Amed, Qamişlo û Mahabadê ye.
***
Bi destûra we be, ez ê di rojên pêş de jî çend koçernot û çavdêriyên xwe yên ji Hewlêrê li vir parve bikim.