AKP bixwe di nav partiyên tirk de 'Partiya Polîstiya Baş' dike.
Bi saya vê 'Polîstiya Baş' ve karî heta îro bigihîje gelek armancên xwe.
Li aliyekê li gorî rihê 'Polîstiya Baş' gaveke nermik davêje, li aliyeke din jî bi çend gavên din yên girtin, kuştin û manîpûlasyonan ve vedigere rihê xwe yê esasî.
Vêca Bûlent Arinç jî di nav AKPê de temsîla vê 'Polîstiya Baş' dike.
Li milekî ve li gorî rihê 'Polîstiya Baş' dibêje "Em ê hemû mafên kurdan bidin..."
Li milê din jî bi daxwuyaniyên xwe yên "Zimanê kurdî nabe zimanê perwerdehiyê! Ma zimanê kurdî jî zimanê şaristaniyê ye?(medenî/sîvîl)" ve vedigere rihê xwe yê esasî.
Yanî rojekî kirasê "Polîsê Baş" li ziman û rihê xwe dike...
Roja din jî bi barbarî û vandaliya xwe ve heqaretê li hebûna(ziman) me kurdan dike.
Bersiva herî baş pirtûkxane û saziyên kurd in ku bi hezaran pirtûkên kurdî ve jixwe ji ber xwe ve bersivê didin derew û berovajîkirinên kesên wekî Bûlent Arinç.
Lê gelo çi tiştê Bûlent Arinç û hikûmeta wî medenî û sîvîl e?
- Bombekirina 34 ciwanên kurd?
- Girtina bi hezaran siyasetmedar, rojnameger, parêzer û xwendekarên kurd yên sîvîl?
- Asîmîlekirina bi sedhezaran zarokên kurd?
- Nîjadperestî û faşîzma li ser civaka kurd?
- Tirs, xapandin û manûpilasyona mezin ya li ser hişê rewşenbîriya kurd û tirk?
- Bikaranîna dîn ya li ser civaka kurd?
- Paşvehiştina civakî, aborî ya li Kurdistanê?
- Kedîkirina hin siyasetmedar û rewşenbîrên kurd ya bi riya dezgeh û saziyên wekî TRT-6'ê?
Gelo bi rastî jî çi tiştê Bûlent Arinç û hikûmeta wî medenî û sîvîl e?
Kurdîzanekî ku piştgirî dide polîtîkayên Bûlent Arinç û hikûmeta AKPê bila ji kerema xwe re van çend gotinên min wergerîne tirkî û pêşkêşî Bûlent Arinç bike.
Birêz Bûlent Arinç,
bi rastî jî çi tiştê cenabê te medenî, sîvîl û şaristanî ye?