Gelek kurdên ku bi tirkî bersiva Bûlent Arinç didin û nikarin du gotinên kurdî fêrî kesên wekî Arinç bikin, gelo dê çawa bikaribin "medeniyet"a kurdî biparêzin?
***
Deh kurên pîrê hebûn, yê herî baş Bûlent Arinç bû.
De vêca bifikirin ka bi medeniyeta herî "baş" ya kesên wekî Bûlent Arinç ve dê pirsgirêka kurd çawa çareser bibe?!..
***
Gotinên Bûlent Arinç reflekseke xwezayî ya dagirkeriyê ye...
Yên ku ji aşê dagirkeriyê re nikaribin tiştekî bibêjin, divê ji çeqçeqoka Bûlent Beg re jî tiştekî nebêjin...
***
Bûlent Arinç bêhemdî jî be rastiya siyasetmedar û civaka tirk vedibêje.
Mixabin tirkên herî "demokrat" jî di wê baweriyê de ne ku bi zimanê kurdî perwerde nabe; helbet ew di bin hişê xwe de wisa dihizirin ku perwerdehiya bi ingilîzî û fransî jî ji ya tirkî baştir e.
***
Jixwe çîroka kolonyalîzmê jî wiha dest pê dike: Ew zimanê kurdî medenî nabînin, lê zimanê xwe jî li ber zimanên wekî ingilîzî û fransî di bin hişê xwe de medenî nabînin.
***
Tiştekî gelek şaş e ku meriv wekî bersivdayînekê bêje "jixwe nav û paşnavê Bûlent Arinç jî ji kurdî ye! û hwd".
Gelek kurd hene, bi kurdî jî dipeyîvin xweş jî dipeyîvin, lê mixabin bêtir hez ji zimanê tirkî dikin.
Dewletê bi metodên curbecur yên asîmîlasyonê ve mixabin hema bêjê kakilê hişê kurdayetiyê yê mîlyonan kurdî derxistiye û avêtiye ser sergo.
Arinç bi gotinên xwe ve ji vê asîmîlasyonê re dibêje "amîn"
***
Niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî bi mîlyonan kurd hene ku dengê xwe didin partiyên tirk yên ku hebûna kurdan înkar dikin. Gelo ma qey ev dengdayîna wan pir "medenî" ye?.
Helbet na!
Lê ji van kesan re "kurdbûn" zêde ne derd e; jixwe ew bi rengekî hatine asîmîlekirin jî.
Loma ne tenê navê Bûlent Arinç, lê ew bixwe jî kurd be zêde jê re ne derd e.
***
Ew wateya ku em li têgeha "kurd, kurdî" bar dikin, li milê din ji wan re tu tişt îfade nake.
Yanî ez dixwazim vê yekê bibêjim: Bakurê Kurdistanê hê jî mixabin "xwe"yeke xurt, jêhatî, rêxistinkirî û ruhî ava nekiriye.
"Xwe" ya avakirî jî nikare bibe pêl û tofan; û nikare ji hişê Arinç û tirkmancan re bibe barikateke kurdî.
***
Li derdora Bûlent Arinç kêm-zêde hin kurd hene, bi mûnasebetên civakî û siyasî li rastî hev tên. Ji wan kurdan re "medeniyeta zimanê kurdî" çi be, helbet ji Bûlent Arinç re jî dibe ew.
Hela lê bifikirin: Gelo heke Arinç her roj li rastî kesekî weke Mehmet Metîner bê, dê têgeha medeniyetê çawa şêlotir nebe.
***
Bi destûra we be, ez ê gotina xwe ya serî dubare bikim: Gelek kurdên ku bi tirkî bersiva Bûlent Arinç didin û nikarin du gotinên kurdî fêrî kesên wekî Arinç bikin, gelo dê çawa bikaribin "medeniyet"a kurdî biparêzin?