|
Kêliya Dawî
Erdogan çav berdaye şaredariya Amedê
Tarafê dîsa 'goh'ê Erdogan girt
Daxwuyaniyek ji Serokatiya Kurdistanê
PKKê 6 cerdevan girtin
Çima ewqas nakokî li dijî PYDê?
Canê Omer jane_11@hotmail.de
Çima ewqas nakokî li dijî PYDê û bi taybet di vê demê de??
Di roja îro de ku miletê Sûriyê bi kurd û erebên xwe ku ev çil sal in di bin zilm û zora rêjîma Baas de êş û azariyê dikşînin, dem hat ku xwe ji vê diktatorîtê rizgar bikin û daxwaziya mafên xwe bikin. Miletê Sûriyê di bin sloganên Yekîtiya miletê sûriyê de derdikevin xwepêşandanan û doza welatek azad dikin ku her mirovekî li ser vê axê dijî hembêz bike.. Lê çima tenê miletê kurd nikarin bibin yek! Bi taybet bi PYDê re, gelo çima evqas kîn û çavreşî, partiyên me li Sûriyê ji PYDê re hildigir e???? Bi rastî ez weke ciwaneke kurd ne endamê ti partiyan, ne PYD û ne jî bilî PYDê me, gelek rêjên vî miletî fêm nakim. Û ez ji xwe pirsiyar dikim gelo çima di vê demê de, çi gava ku PYD davêje neyînî diyar dibe?? Bi rastî min ev sûret dît, gelek hevalan daxistibû û bi tûjî dev avêtine PYDê û dibêjin ku PYD van karan dijî berjewendiyên miletê kurd dike û ta gelekan navê çeteyên Şebîhayê li hevalên PYDê kirin!! ![]() Hişiyar bibin ji xwe, PYD jî mîna her partiyekê û mîna her mirovekî serbixwe jî derdikeve kolanan û daxwaziya rûxandina rêjîmê dike, lê belê helwestên wê jî yê partiyên din cûda ye û helbet kar û barên wê ne li dijî milet kurd e. Maleke ji endamê PYD nîn e ku şehîd nedane, û kesê canê zarokên xwe bike qûrban ez bawer im, wê li dijî miletê xwe ne raweste, ev baweriyê min in, yanî hûn hemû kurd in çendî helwestên we ji hev cûda bin belê dawiya dawî tev jî daxwaziya azadiyê dikin û welatekî azad dixwazin. Lê miletê me û bi taybet dijminê PYD neha ji xwe re derfet dîtine ku dev bavêjin vê partiyê û kîna sala di hûndûrê xwe de derxînin. Û ti karê kesî nemaye ji bilî ku PYD wek xayîn bidin diyar kirin. Ev in kurd mixabin ez nizanim çawa daxwaziya azadiyê û demokratiyê dikin û ta neha jî nikarin hev qebûl bikin û nikarin li hev gûhdar bikin.. Dû re jî bi rastî tişta ku min gelekî diêşîne û min xemgîn dike, dema ku ev ala kesk û sor û zer rexne dibe, min bixwe ti cara ev al ne hildaye, ez her dem Ala rok hildidim, lê ez ticara vê ala PYD şermezar nakim, ji ber ku hûn tev jî dizanin rengên kesk û sor û zer rengê keleporê kurdî û kurdayetiyê ye, û ez bawer im we tev jî rojekî ji roja ev reng hûnandine û wek bazin li destê xwe pêçane, û di newrozan da li serê xwe pêçane, lê îroj heta li vê alê we eyb û kêmasî derxistin mixabin... Bi rastî êdî BES E! Weleh mirov ji ber van tevgerînan şerm dike.. Nîşeya Nûkurdê: Canê Omer jî bi nivîsên xwe ve başdarî Nûkurdê bû! Bi xêr hatî Canê! Yükleniyor...
Yorumlar yüklenirken lütfen bekleyiniz...
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|