Ji şofêrê taksiyekê re min got, "Ji bo çi tu li vê mûzîka tirkî gohdarî dikî? Gelo tu dizanî ku êdî civaka tirk jî li mûzîkên wisa beredayî gohdarî nakin?"
Ji almanekî re min got, "Gelo li gorî te çi tiştê balkêş li Kurdistanê heye? Got, tişta balkêş ew e ku kurd girîngî nadin ser xwendin û fêrbûna pîşeyekî..."
Ji polîsekî ku pişta xwe dabû ber dîwarê kelheya Hewlêrê, min jê pirsî, "Ev kevirê derizî yê li pişt te, çima hê jî nehatiye restorekirin?"
Ji kurdekî ku ev çend sal bûn ku ji Brîtanyayê vegeriyabû Kurdistanê min jê pirsî, "Gelo ji bo çi tu vegeriyayî?"
Ji dikandarekî re min got, "Gelo çima hemû mal û markeyên tirk li Hewlêrê gelek tê firotin û ecibandin?"
Ji ciwanekî Bakur min pirsî, "Gelo ferqa di navbera Amed û Hewlêrê de çi ye?"
Ji penîrfiroşekî min pirsî, "Li Kurdistanê penîrê koçeran çima pir giran e?"
Ji xwendekarekî ji Bakurî min pirsî, "Xwendekarên kurd li şûna Stenbol û Enqereyê çima ji bo xwendinê berê xwe nadin Hewlêrê?"
Min herî dawî jî jixwe pirsî, "Gelo tu Hewlêreke çawa dixwazî koçero?"
***
Bi destûra we be, dê çend koçernot û çavdêriyên min yên ji Hewlêrê di vî quncikî de berdewam bikin, li bendê bin...
Wekî min hûn jî bimînin di nav Kurdistaneke azad de:-))