Di berga kovarê de wezîrê navxweyî yê tirk 35 ciwanên kurd nîşan dike û wiha dibêje, "Bi çêkirina wêneyan ve piştgirî didine terorê..."
Di axaftineke din ya karîkatûrî de jî tê gotin, "Ev ne wêneyekî çêkirî ye, ev rastî ye..."
Hêjayî gotinê ye ku wezîrê tirk yê navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn berî hefteyekê gotibû ku hin hunermend bi nivîs, helbest û wêneyan ve piştgirî didine terorê.