|
Kêliya Dawî
Erdogan çav berdaye şaredariya Amedê
Tarafê dîsa 'goh'ê Erdogan girt
Daxwuyaniyek ji Serokatiya Kurdistanê
PKKê 6 cerdevan girtin
Trajediyeke civaka kurd: Jinên ciwan û koleyên mêrên kal!NÛKURD - Zozan jî bi hêviyên mezin berê xwe dabû Ewropayê, lê li vir jiyan cuda bû...
Hewî – yanî anîna hevjîna duyemîn bo ser hevjîna yekê – kevneşopiyeke ku hîn jî di nav civaka kurdî de zindî ye. Heta ku li hinek herêmên Kurdistanê anîna jina duyemîn ji aliyê mêran ve bûye mîna pêşbirkekê: Yê ku xwedî îmkan be, ji xwe re jina duyemîn tîne. Di pratikê de wiha ye ku mêrên zewicî û xwedî zarok û pirrê caran temen mezin ji xwe re jinên ji xwe gellekî ciwantir û di temenê keçên xwe de tînin. Lêkolînek nû anîna keçên ciwan ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê bo Bakur ronî dike. Berkî derbarê encamên lêkolînê de ev agahî dan: “Em bi 130 jinan re axivîn, ji % 63ê wan di binî temenê 20 salî de zewicîne, ji % 26 nikarin ti karekî bikin, ji % 68 bi mahra mele zewicîne, ji % 42 ji 4 zarok zêdetir anîne dinyayê, ji % 84 bi rêya nasekî xwe zewicîne, % 42 nikarin bixwînin û binivsînin, ji % 90 kar nakin û eger bikin jî li bexçe, rez û erd kar dikin.ˮ Berkî herwiha got ku di encama lêkolînê de derketiye ku ji % 85ê van jinan bê nasname ne û nikarin xwe fermî wek dayîka zarokên xwe nîşan bidin û wiha axivî: “Ji ber nasnameyên wan tune ne, di yasayên Tirkiyeyê de ew xuya nakin. Lewma neçar dimînin ku zarokên xwe li ser xesuyên xwe, hewiyên xwe, an jî li ser navê jineke din tomar bikin.ˮ Wek ku sosyolog Berkî da zanîn, bi piranî mêrên bî û kal jinên ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê jin tînin û wiha dom kir: “Ev zilam an ji bo karên malê, an jî dixwazin zêde zarokên wan çêbibin, jinên ciwan tînin. Niha wisa zêde bûye ku pereyê kê hebe, diçe jineke ciwan wek hewî tîne.ˮ S.Ç. ji Başûrê Kurdistanê hatiye Silopiyê S.Ç. behsa serboriya xwe dike: “Ez dema zewicîm 14 salî bûm. Rewşa malbata min gelek xirab bû. Bavê min hewl dida ku keçên xwe bizewicîne û bi qelenê wan deynê xwe bide. Ji bo min 5.000 Dolar dane bavê min û ji bo heqê şîr du bazin dane diya min. Min qet hevjînê xwe nas nedikir, kurekî wî hebû di temenê min de. Min ewil texmin dikir ku ez ji bo kurê xwe xwestime, lê ne wisa bû. Mara min a fermî tune ye, lewma zarokên min li ser navê hêwiya min hatin tomar kirin. Karê malê hemû ez dikim, nahêlin ez herim derve.ˮ L.D. ji Rojavayê Kurdistanê hatiye Silopiyê L.D. jî wiha behsa çîroka xwe dike: “Ez 21 salî me û beriya 3 salan ez zewicîm. Hevjînê min dibêje ku wî ji bo min 20 hezar Lîra qelen daye. Piştî ku ez bo zewacê hatim vir, ne ez çûm mala bavê xwe, ne jî ew dikarin werin û ez ti agahî ji wan nastînim. Ez bi rêyên ne yasayî hatim vir, mara min a fermî tune ye. Hewiya min felc e û ez li wê û li zarokên wê mêze dikim. Zarokên min tune ne û ez naxwazim û nikarim niha zarokan çêbikim. Ez tenê karê malê dikim. Lê dîsa jî ez lêdanê dixwim.ˮ Jiyaneke dramatîk li Almanyayê Zozan jî bi hêviyên mezin berê xwe dabû Ewropayê, lê li vir jiyan cuda bû: “Navê min Zozan e û ev bûn 4 sal ku ez li Almanyayê dijîm. Du zarokên min hene. Piştî ku me nîşana xwe kir, min û hevjînê xwe bo hevnaskirinê di înternetê de me sohbet dikir. Min beriya nîşanê derbarê wî de ti tiştek nizanîbû. Ez li Zanîngeha Şamê di beşa sosyolojî de şagirt bûm, lê hevjînê min dibistana seretayî jî nexwendiye. Bavê min mamoste bû, em 7 xwişk û bira bûn û rewşa me jî baş bû. Bi rêya nasekî me yê li Almanyayê malbata min û ya hevjînê min hevdu naskirin. Bavê min bê ku ji min re bêje, gotibû erê û 10.000 Euro qelen dabûn wî. Min digot ez ê herim Ewropayê û ew der wê bibe cihê rihetî û azadiya min. Gellek hevalên min diçûn li Mêrdînê bi zilamên kal re dizewicîn û min digot şansa min ji ya wan zêdetir e. Ez hatim û heftiyekê şûn de ez pê hesiyam ku hevaleke jin a alman a zilamê min heye û bi hev re dijîn. Aqilê wî kêm bû, lewma malbatê xwestiye ku bi keçeke kurd re bizewice, da ku alîkariya wî bike. Ew jî ez bûm. Zilamê min carinan bi heftiyan nayê malê, dema ku tê malê jî li min dide. Ez li vir tenê karê malê dikim, xwarinê amade dikim û zarokan tînim dinyayê. Min digot şansa min ji ya hevalên min zêdetir ye, ne wisa ye. Ez fêrî ziman jî nebûm, min naşînin kursa ziman û min naşînin mala bavê min jî.” Yükleniyor...
NÛÇEYÊN TÊKILDAR
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|
|