|
Kêliya Dawî
Erdogan çav berdaye şaredariya Amedê
Tarafê dîsa 'goh'ê Erdogan girt
Daxwuyaniyek ji Serokatiya Kurdistanê
PKKê 6 cerdevan girtin
Şîdeta li dijî jinan rawestîne
Marîna Siyabend marinesiyabend@hotmail.com
25’ê mijdarê roja navneteweyî ya têkoşîna li dijî şîdeta li himber jinê ye.
‘‘Eger ew tişt di navber a dewletan de biba, wê bihata binavkirin wekî şer. Eger ew nexweşî biba, wê wek epîdemî bihata binavkirin. Lê ew tişt tev jinan diqewime û tiştekî asayî, normal e... Ew şîdet a li himber jinan e’’. Ev gotinên bingehdarê kampanya ‘‘Bandên sipî’’ Maykil Kaûfman in. Wî bi çend mêr ên Kanadayê re dest bi vê kampanyayê kirin ji bo rawestandina şîdeta li himber jinan. Ên ku beşdarî vê kampaniyayê dibin soz didin: • Tucar li himber jinan şîdetê nemeşînin. • Tucar şîdeta li himber jinan tehemûl nekin. • Tucar li ser şîdeta li himber jinan bêdeng nemînin. Taybetiya vê kampanyayê çi ye: li dijî şîdeta li himber jinan mêr dimeşin. Rawestandina şîdeta li himber jinê mêr ji xwe re wekî erk hildigirin li ser milên xwe. Ka ez ji we pirs bikim: Van rojan bi beşdarbûna jinên kurd gelek xwepêşandan çê bûn. Çend zilamên kurd piştgirî dan jinên kurd? Çend zilamên kurd li dijî şîdeta li himber jinan meşiyan? Çend zilamên kurd fikir û ramanên xwe anîn ziman? Li ser vê mijarê hemî bêdeng in... hemî bêkar in. Ger rewşenbîr, hunermend, nivîskar û helbestvanên me bileqînî, dikarin bi hezar awayî pesnê jinê bi aliyê xweşikbûna fîzîkî ve bidin. Lê eger pirs bikî hest û fikirên jinan çi ne, nikarin tu peyvî bibêjin. Çima! Ji ber ku ji bo wêne, sitran û helbestên wan ne hestên jinê hewce dikin, ne raman, ne jî hişmendiya wê.... tenê bedewiya fîzîkî. Û bi bawer bin ku ev hunermend û rewşenbîr jî di jiyana xwe de destdirêjiyê dikin. Di vê mijarê de mêr hemî kerr û lal in. Ji jinan jî tenê yên pêşketî û xwezane nerazîbûna xwe tînin ziman û tevdigerin. Li gorî heljimarê (statîstîk) di cîhanê de ji 3 jinan 1 rastî êrîşan tê. Şîdet, êrîş, destdirêjî bi awayên fîzîkî, cinsî, psîkolojî her roj li himber jinan tên meşandin. Ji bûyerên wisa ji hezaran yek eşkere dibe. Jin di bin navê namûs û xîretê de ev bûyer vedişêrin. Didin xatirê malbat û zarokan. Û ev bêdengî dibe sebeb a zêdebûna destdirêjiyan. Bi bêdengiya li himber şîdeta psîkolojî şîdeta fîzîkî zêde dibe... gelek jin tên kuştin, gelek jî xwekuştinê pêk tînin. Şîdet ne tenê kuştin e! Nêzîkatî û gotin a nebaş ku şexsiyeta jinê biçûk dike, aramiya ruhê wê tevlihev dike... Şîdet ev e! Destdirêjî ev e! 25’ê mijdarê: roja navneteweyî ya têkoşîna li dijî şîdeta li himber jinê. Hindik kes dîroka vê rojê dizanin. Wateya wê çi ye? Di 25’ê mijdarê 1960’an de di Komara Domînîk de sê xûşkên Mînerva, Marîa Teresa û Patrîa Mîrabel hatin qetilkirin, ji ber ku li dijî dîktatoriya Trûjîllo berxwe dabûn. Patrîa Teresa di hezîrana sala 1960’î de li dijî dîktatoriya Trûjîllo tevgera mezintirîn Cladestîna ava kir. Her du xûşkên wê jî beşdarî nav vê tevgerê bûn. Bandora vê tevgerê ew qasî mezin bû ku di heman salê de dîktatorî mecbûr ma ku bêje ev xûşkên Mîrabel ji bo wan talûkeya herî mezin pêk tînin. Piştî vê daxuyaniyê bi demeke kurt roja 25’ê mijdara 1960’î her sê xûşk hatin qetilkirin. Lê têkoşîna ku wan da destpêkirin, piştî mirina wan jî berdewam kir. Û ev tevger bû wekî serhildanekê û li her deran belav bû û dawiya dîktatoriyê anî. Di komcivîna jinan a Amerîkaya Latîn de ku di sala 1981’ê de li Kolombiyayê kom bû, ji bo bîranîna her sê xûşkan ku têkoşîna azadiyê dane, 25’ê mijdarê ‘‘li Cîhanê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Himberî Jinê’’ hate îlankirin. Têkoşîna Mîrabelan îro ji aliyê jinên berxwedêr ve tê piştgirîkirin û meşandin. Neteweyên Yekbûyî (NY) jî di sala 1999’an de biryar girt ku ev bibe ‘Ji bo Rakirina Şîdeta li Himberî Jinê Roja Têkoşîna Navneteweyî’’. Sê keçên li Rojavayê ku bûne sembola berxwedana jinê. Ma çend keçên kurd ji bo gelê xwe têkoşîna azadiyê dane. Zîlan, Viyan, Berîtan û bi hezaran navên din ku ji bo kurdan pîroz in û tucar nayên jibîrkirin. Ji bo bîranîna wan her 365(6) rojên salê jî ne bes in. Tevgera gelê kurd bi beşdarbûn û lehengbûna jinê gihaştiyê asta bilind û li nêzî serkeftinê. Bedewiya jinê azadî û serxwebûna wê ye. Hêz, xîret û namûsa mêr qîmetdayîna jinê ye. Bila her kes ne tenê 25’ê mijdarê, her wisa her roj a xwe bi wateya vê rojê derbas bike. Jin Jiyan e û di şexsê Jinê de Mirovahî ê bikaribe ji hemû nebaşî û nexweşiyên jiyanê rizgar bibe. Yükleniyor...
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|