Parlementerên jin ên BDP'yî ku îro li Meclîsê sond xwarin, beriya li meclîsê sond bixwin li Amedê di konferansa Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH) de sond xwarin.
Di konferansê de parlementerên jin ên BDP'ê Leyla Zana, Ayla Akat Ata, Pervîn Buldan, Emîne Ayna, Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak, Mulkiye Bîrtane, Nursel Aydogan, endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê Şaredarên jin ên herêmê, endamên jin ên Meclîsa Giştî ya Bajaran jî di nav de 200 delege amade bûn.
Li salona konferansê pankartên "Em têkoşîna zayendî geş bikin, em bigêjin jiyana azad û demokratîk" û "Em bi Xweseriya Demokratîk ber bi yekîtiya demokratîk a dildarî ve bi rê dikevin" daliqandin.
PARLEMENTERÊN JIN SOND XWARIN
Piştî axaftinan Kişanak sond xwar û hemû jinên parlementer û delege jî sond dubare kirin.
Li gorî ANFê, hemû jinan bi hevre got "Di rêya jina azad de ez dê jiyana azad pêş bixim. Dê di jiyana jinê û civakê de jiyana sincî, polîtîk û azad pêş bixim. Li ser bingehê avakirina Kurdistana demokratik û xweser, em dê tekoşîna Komara demokratik bidin. Em di pêşiya rêhevalên jin de soz didin hemû gelê xwe, jinên cîhanê û hemû jinên ku di vê rêyê de têkoşîn dane."
Parlamenterên jin ên BDPyî piştî vê sondê berê xwe dan Meclîsa Enqereyê û li wir sonda meclîsa tirk xwarin.