Sabiha Gökçen (22'ê adarê 1913 li Bursa - †22'ê adarê 2001 li Enqere), yekemîn pîlota Tirkiye û cîhanê ye. Bi eslê xwe Ermenî ye.
Dê û bavê wê û hemî xizmên wê di Komkujiya Ermeniyan de hatine kuştin. Ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dîlgirtin û mezinkirin. Di sêwîxaneyan de hatiye xwedîkirin û di sala 1925'î de ji aliyê damezrênerê Komara Tirkiyê Mustafa Kemal Atatürk ve wekî "keçika manewî" hatiye hilbijartin.
Atatürk ew parastiye û bi fermana Atatürk perwerdeya pîlotiya şer dibîne û bi fermî dibe yekemîn pîlota şer a cîhanê.
Di Komkujiya Dersîmê de cih digire û gundên Kurdistanê bombebaran dike. Tê zanîn di Komkujiya Dersîmê de nêzîkî 90.000 Kurd tên kuştin û bi gotina Gökçen "Heger hemî nebin jî ji nîvê pirrîn bi destê Gökçen hatine qirkirin". Serhildana Dêrsimê zû vedabû û ji bo şerê ezmanî ti amadekarî nebûn. Balafiran zora serhildêran dibir û pirranî bi hêza balafiran û bombekirina sîvîlan serhildan têk çû.