Weke tê zanîn berî çend rojan cendekê keça kurd a êzîdî Arzû Ozmen a 18 salî ku ji 1’ê mijdarê ve winda bû, li perava Gola Grossensee ya li bakûrê Almanyayê hatibû dîtin. (BIXWÎNE: Cendekê keça kurd a êzîdî hate dîtin)
Piştî her kuştineke wisa rûreş, civakên ewropî dikevin nav şokekê, lê mixabin civaka kurd rewşenbîriya kurd -ji bilî du sê dengên nizim- bêdeng dimîne!
Xwendevanekî Nûkurdê jî di nameyeke xwe de vê bêdengiyê dibîne û bangî civakê dike.
Nûkurd jî jidil piştgirî dide gotinên xwendevanî û tevahiya nameyê li jêr diweşîne:
Ji bo Arzu em di xemgînîyek bêdawî de ne..
Ez nizanim çi bêjim! Kê rexne, kê tawanbar bikim. Ma gelo wekî bêneçara em dîsa vê rûreşiyê bikin stuyê qederê? Ma em bêjim serê yê mayîn sax be?
Em ol û civakê sûcdar û tawanbar bikin? Yan jî xwiş û birayan, dayîk û bavan? Lê ez yekê ji van jî bilêv nakim.
Tenê dibêjim; em hemû li hember Arzuyê sûcdar in, bêhest in, bêxîret in, bêwijdan in.
Divê ne tenê kujerên Arzu li dadgehê bêne tawanbarkirin. Divê em hemû weke Kujer bêne darazandin. Gelo em ê di dadgeheke wilo de çi ji Arzuyê re bêjin?
Ma gelo ew wêrekîya me heye ku em xwe li hemberî wê biparêzin? Ma em ê kîjan alîyê xwe biparêzin? Ma alîyekî xwe yî parastinê me hiştiye? Ma em ê jê re bêjin, ku ol û civak vê daxwaz dike? Ma em ê li wir jî bêwijdanî û bêxîretîya xwe biparêzin?
Belê ji ber ku em tirsonek in, em ê tiştê sivik ji xwe re hilbijêrin. Tiştê me jixwe jiberkirî ne. Em tiştekî bixwe naafirînin. Em ê bêwijdaniya, bêbextiya bikin û tiliya xwe pêvekin û bêjin; OL Û CIVAK vê ferz dikin.
Na, na, sûnda me bi hemû nîrxan be, ev gotinên bêwate û pûç in. Heke OL Û CIVAK li hember vê rûreşiyê bêdeng bimîne, bêguman dîrok wê wan jî bavêjê beltika tarîya xwe.
Ka werin guhê xwe bidin Arzuya kefen lêkirî!
Ji bo çi we kefenê mirinê li min kir??!!
Ji bo çi we nehişt ez bijîm û bikenim? We çima çemê gundê me bixwîn kir? Ew çemê ku pezkovî li qeraxên wî diçêrîyan û paşê hildikişiyan ber bi Bagoka bêmirad ve. Ew çemê quling, kevok, kew li ser wî difirîyan.
Ma birastî hûn bi kefenkirina min gihan armancên xwe?
Belê...... We ez kuştim û avêtim kolanên biyaniyan, hetanî mirovek hat û cendekê min î sar û cemidî dît......
We cîhan bixwe hesand û xwe rûreş kir. Ma ji we werkirî we " namûs" a ku her kêlîyekê li ser zimanê we bûbû benîşt paqij kir?
Ma ji bo ku hûn di kolanan de simbêla babidin û xwe serbilind bibînin, divê hûn keç û lawan qetil bikin?
We li ser rêya jiyana me konê bêbextiyê, xefkên bi jehr danîne. Heke we bikefenkirina min xwe azad û wijdanê xwe paqij hîs kiribe?
Qetla min li we helal be! Lê mixabin.......
We hîn bêhtir barê xwe giran kir. We dirihê dijwar di rêya jiyana xwe da çandin.
Belê Arzu bi van hevokan li hember me bikefenkirî diqîre......
Bîranînên wan wê bibe xwerexnekirin û tewandina me ya li hember wan......