|
Kêliya Dawî
Erdogan çav berdaye şaredariya Amedê
Tarafê dîsa 'goh'ê Erdogan girt
Daxwuyaniyek ji Serokatiya Kurdistanê
PKKê 6 cerdevan girtin
Li ser kuştina keça êzîdî
Newaf MÎRO newafmiro@gmx.de
Bûyera ku li bajarê Stolzenau a Elmanya qewimî, ez ji qurm ve hejandim. Ez vê kuştinê û hemû kuştinên wisa şermezar dikim. Kuştin ne çareseriye!
Helbet ev ne hew bi civaka êzdî ve grêdayî ye. Her weha bi hemî civakên rojhelata navîn ve grêdayî ye. Bila tu kes vê kuştinê û hemî kuştinên wûsa bi ola êzdatiyê ve grê nede. Ev ne pirsgrêka êzdatiyê ye, ev ya pergalê ye. Gava civakek bi zagona neyê parastin, û sûd ji mafê hemwelatîtiyê negire, heta heta zagon û dewlet li ser têkçûn û helandina vê civakê were bi rêve birin. Hingê ew civak neçare bi rêbazên rewa, yan jî ne rewa xwe bi xwe bi rêve bibe. Ango gava dewlet berpisiyariya xwe li hember hemwelatî pêk neyne, hingê ew civak û hemwelatî, xwe neçar dibîne, nirxên xwe yên olî û civakî bi rêbazên malbatî û hêzî bîne cih. Ango parastin û mayînde kirina çandê hemwelatî li ser xwe ferz dike. Bi awakî din, hemwelatî dewra dewletê dileyize. Ev yek jî bi piranî dikeve ser milê bav. Bav dibe dadger û dozger. Hemî biryar û ferman ji cem destheladarê malbatê, ango bav tên. Heta gelek caran ew bav, dibin toreyên civakî de dimîne û têk diçe û biryarên wûsa çewt pêk tîne. Em dizanin ola Ezdatiyê bi sal û deman ne, ku li derveyî yasayên dewletê desthelatdar maye. Û êzdî her bi çewisandin û zordariyê re rû be rû mane. Êzdî hemî nirxên xwe, bi xwe re hetanî roja îro anîne. Lê Êzdiya tu cara ji mafê hemwelatîtiyê sûd wernegirtine. Her tiştê Êzdiya li derveyî zagona bûne, lewma jî heta Qewl û Zanîna olî her bi mirova hatiye parastin. Êzdiya her cor û cefa vê olê û çandê kişandiye. Helbet ev jî gelek caran bi cûreyên çewt û ne li rê. Lewma jî ev gelek caran derveyî rêbazên sîvîl û cîhana nûjen in. Ev kiryar di ûjdana civakê tewanbar dibin. Pêre jî raya giştî, li cihê çewt li tewanbar digere. Ev bûyera ha jî yek ji van xelekên dawiye. Helbet ev bûyer û bûyerên bi heman awayî nayên pejirandin. Ne namûs û ne jî ol bi rêbazên wûsa nayê parastin. Ol û namûsa bi zayendê ve grêdayî kêm e. yan jî çewt e. Nabe di vê sedsalê de, bi rêbazên wûsa ev ol û nirx bêne parastin û vejandin. Ne êzdî û nejî ola êzdî ne bi kuştinê re ne. Bûyerên wûsa li cem her civakê çêdibin. Helbet nabe mirov civake kê, yan neteweyekê bi bûyerê re tewanbar bike. Em werin ser dîtinên çapemenî û dewleta Elman. Ez bi salane vê nêrina xwe di her platformî de tînim ziman. Ezê li vir dîsa dubare bikim. Polîtika dewlata elman, pirr çewt e. Beriya her tiştî, xelkê digire nava xwe, bêyî ku ziman fêr bibin. Bêyî ku hay ji çanda elman ya ku xizmet ji zanîn û wêje ya cîhanê re kiriye hebin. Bêyî hezkirina çand û zimanê xwe bide wan. Bi salan xelk li pey mafê kar û rûniştinê dibezin. Her karmendekî li daîra beyaniyan, bi serê xwe deng û rengek e. Heta gelek ji wan, raste rast dijberê xerîban e. Çapemeniya elman jî weke hemû çapemeniya cîhanê dengê desthelatdara ye. Ne êzdîtayî û ne jî kurd û Kurdistan, ne li gorî hemd û hesabê wan e. Cîhan, cîhana hêz û qewetê ye. Ma cihê hêzdar hebe, kî li hejara guhdarî dike? Lê ji aliyekê din ve. Gelo me çiqasî xwe, bi xelkê din daye naskirin? Ma ew her gunehê xelkê din e? Helbet para me jî di vê de heye. Divê em kêmasiyên xwe bibînin. Mezinahî û pîrozî bi parastina qels û lawazê civakê ye. Bi hêviya, hinek hezkirin û dilovanî ji bo mafê jiyanê û parastina hejaran! Ez pêre jî rojî û cejna Êzî li hemî bawermedên êzdî û we, weke jiyanê pîroz dikim. Yükleniyor...
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|
|