Piştî belavbûna wêneyan rexneyên tûj li Malik hatin girtin, di medyaya sosyal ya Hîndîstan û Pakîstanê de bû mijara sereke.
Hate zanîn ku komeke radîkal ya îslamî jî ji ber wêneyên tazî aktrîsta Pakîstanê Vîna Malik tehdîd kiriye.
Piştî vê yekê Vîna Malik ji hinek malperan re ragihand ku ewê giliyê Kovara FHM kiriye, ji ber ku wêneyên wê yên tazî hatine desteserkirin û di kovarê de hatine weşandin.
Li ser vê yekê Kovara FHM di daxwuyaniyekê got ku ewan wêneyên Vîna Malik desteser nekirine.
Sernivîserê Kovara FHM ji BBC re ragihand ku di destê wan de wêne û vîdyoyên Vîna Malîk hene ku bi dilê xwe, wêneyên seksî dane Kovara FHM û van îdîayên Vîna Malik red kir.
Niha çav li rê ye ku dadgeh di derbarê vê bûyerê biryarekê bide.