Li gor polîsan, Arzu êvara 31.10.2011 ji mala hevalê wê yê alman bi zora çekan ji aliyê endamên malbata wê ve hatiye revandin. Wekî sedema vê revandinê jî wiha tê diyarkirin ku malbata keçikê evîna di navbera Arzu û hevalê wê yê alman de tehmûl nekiriye û ji ber vê yekê Arzu hatiye revandin.
Weke ku tê behskirin, Arzu ji malbatek Kurdên êzîdî ye.
Li gorî Rûdawê, roja înê (04.11.2011) polîsan daxuyand ku otomobîla ku Arzu pê hatiye revandin, hatiye dîtin, lê ti şopa Arzu heta niha nehatiye dîtin. Piştî windabûna Arzuyê bi 24 saetan, 5 endamên malbata wê (çar bira û xuşkek) bi tometa ku destê wan di windakirina Arzuyê de heye, hatin binçavkirin.
Li gor Sonja Rehmert ji polîsên Bielefelde, lêkolînên derbarê Arzu Ozmen bi her awayî berdewam in, lê ji ber tunebûna şopek watedar, wan lêgerîna xwe rawestandiye. Lê li gor Sonja Rehmert birayekî binçavkirî îtiraf kiriye ku wan xuşka xwe revandiye. Li hemberî vê daxuyaniya polîsan, parêzerê birayên binçavkirî daxuyand ku ev ne rast e û birayekî Arzuyê tenê gotiye ku ew ligel birayên xwe çûye cihê ku Arzu lê bûye û di navbera Arzu û du birayên wê de gengeşî derketiye û ew tevlî vê gengeşiyê nebûye.
Li gor Sonja Rehmert, ew di hemû aliyan de lêkolînên xwe berdewam dikin û heta êdî ew nikarin kuştina Arzu Ozmen jî ji nav îhtimalan derxînin.