|
Kêliya Dawî
Erdogan çav berdaye şaredariya Amedê
Tarafê dîsa 'goh'ê Erdogan girt
Daxwuyaniyek ji Serokatiya Kurdistanê
PKKê 6 cerdevan girtin
Gelo hûn dizanin jina Kurd kengî reș girê dide?
Bayram Ayaz brayaz@googlemail.com
Roja yekê vê mehê Meclisa Tirkiyeyê li Enqerê civiya. Parlamenterên BDPê û Blokê jî beșdarê civînê bûn. Piștî axaftina Serokê Meclisê û Serokkomar, 24 Parlamenterên herêma Kurdistanê û pênc jî yên ji bajarên rojavayê Tirkiyeyê sond xwarin.
Di hilbijartina 12ê hezîranê de 36 kes hatibû hilbijartin. Nûnertiya Hatip Dicle pașde girtin û pênc nûnerên hilbijartî jî li zindanê girtî ne û nedikarî li rûniștinê amade bibin. Nûnerê Elihê Bengi Yildiz wê rojê beșdarê civîna Meclisê nebûbû. 29 Parlementeran sondê xwarin û li gor destûra Tirkiyeyê êdî nûnertiya wan destpê kir. Weki tê zanîn, parlamenterên BDPê û Blokê jiber bûyera Hatip Dicle û jiber ne berdana pênc nûnerên li zindanan çûyina Enqereyê û beșdariya civînên Meclisê boykot kirin. Yek sedemeke herî girîng ya boykotê di eslê xwe de „xwe parastina“ parlamenterên hilbijartî jî bû. Jiber ku ew di wê gumanê de ne ku dê li hemberê wan jî astengiyên dijwar derêxin û nehêlin ku ew karê xwe bi azadî bikin. Ev sê meh û nîvek e rewșeke gelek aloz, tevlihev hebû. Liser boykota parlamenterên Kurdistanê nêrîn û nirxandinên cuda hebû. Hin aliyan vê boykotê wek helwesetekî çewt didît, xelkekî din jî rast didît û piștevaniya vê helwestê dikir. Eger em li destpêka vê pirsgirêkê vegerin, em dikarin bi rehetî bêjin ku bi taybetî bûyera Hatip Dicle di nav gel de gelekî deng da û xelkê nedixwest di wê rewșê de parlamenterên din herin beșdarê civîna Meclisê bibin. Ev di nav xelkê de wek „bê wefayî û bê bextî“ dihat nirxandin. Jiber vê yekê Boykot di nav gelê Kurdistanê de piștevaniyeke berfereh bi dest anî. Lê piștre CHPê jî ji bo du girtiyên doza Ergenekonê ku ser listeya wan hatibûn hilbijartin, çalakiya sond nexwarinê destpê kirin. CHPyî diçûn li Meclisê amade dibû, lê sond nedixwar. Di wê nabeynê de pevçûnên leșkerî jî gûrr bûn. Van herdu bûyeran her çû zirarê da wate û giraniya boykota BDPê û Blokê. Ew helwesta sivîl mixabin ma di bin siya șer û pevçûnan de. Piștî cejna remezanê vê meha dawî êdî li bakurê Kurdistanê dengê bombeyan, çekan, bomberdumana firokeyan ser bașurê Kurdistanê bergê li ber siyaseta sivîl û așitiyane girt û boykota parlamenteran naveroka xwe têkçû, ji feyda xwe zêdetir êdî dikarî zirarê bide. Van demên dawî ev yek di nav gel de jî wisa dihat șîrove kirin. Xelkê digot bila wekîl herin Enqereyê ji vî șerî û xwînrêjiyê re çareyekî bibînin, li așitiyê, aramiyê û çareseriyên adil bigerin. Ev, bi gotinike din tê wateya ku xelkê dixwest siyaseta sivîl zûtirîn demê bikeve rê û rola xwe bîne cîh. Di Konferansa Kurdistanî ya li Amedê de ku rojên 17./18ê îlonê lidar ket jî, ev nêrîn piranî bû. Piraniyeke zêde ji beșdar û axaftvanan dixwestin ku boykot bi dawî were û parlamenterên Kurdistanê herin erkê siyasî sivîl bi cîh bînin. Encam wisa bû. Parlamenter çûn û ev helwetekî rast bû. Aliyê siyasî rûyekî vê mijarê ye. Lê ji aliyê exlaqî ve ew roj rojeke gelek dijwar bû, rojekî reș bû! Jiber ku sistema Tirkiyeyê bi rastî sistemeke zêde ne mirovî, ne demokrat û nîjadperest e. Desthilatdarên Tirk hem asimilasyonist in. hem jî kîndar in. Hê jî niyeta wan ya guherîneke rasteqîn ber bi demokrasiyeke fereh etnisiteyî ve nîne. Min merasima sondxwarinê ji serî heta dawî ji televizyonê temașe kir. Nizanim bala we jî kișand, helwestê heșt xușkên me gelek manîdar bû. Wan reș girêdabû. Êdî hewce nake ez yek gotinekî li ser wê roja reș binivîsim. Hûn dizanin jina Kurd kengî reș girêdide? Di vî halî de jî em bi Tirkan re li pekvejiyaneka aș, aram û wekhev digerin. Baș e, em êdî çi bikin? Tișta min qahr dike, kezeba min dipirtîne, hê jî hinek Kurd dahola dijminahiya hevdû lê didin. Bes e, dest jê biqerin, tovê dijminahiyê û brakujiyê li nav me neçînin. Yükleniyor...
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|