Termê keça Kurd Arzû Ozmen a 18 salî ku ji 1’ê mijdarê ve winda bû, li perava Gola Grossensee ya li bakûrê Almanyayê hate dîtin. Piştî peydakirina cenaze, ji bo lêkolînê komîsyon hate avakirin.
Roja înê, li perava Gola Grossensee ya li bajaroka Stormarn a Eyaleta Schleswing-Holsteinê termê keçek hatibû dîtin. Du roj in lêkolîn dikin ka ev term ê kê ye. DI ecanama lêkolînê de aşkere bû termê keça Kurd Arzû Ozmen a 18 salî ye.
Arzû û malbata xwe li bajarê Detmonldê dijiyan. Demek dirêj bû wenda, ji ber gumanên “Arzû bûye qûrbanê kuştina namûsî”, 5 xweşîk û birayên wê hatibûn binçavkirin. Ev mijar demek dirêj bû di rojeva Almanyayê de bû.
Polîs demek dirêj li Arzûyê geriyan û ji bo wê gelek bernameyên taybet di kanalên TV de hatin çêkirin. Lê tu encam nehatin bidestixstin.
Polîs guman dikin ku Arzû ne li cihê bûyerê hatiye kuştin, li cihek din hatiye kuştin û termê wê anîn avêtine wir.
Piştî aşkere bû cenaze yê Arzûyê ye, polîsan biryar da ku 5 xwîşk û birayên wê yên girtî dîsa bixe ber lêpirsînan. Lê tê diyarkirin ku heta niha malbata Ozmen mafê xwe yê bêdengiyê bi kar tîne.
AWAYÊ KUŞTINÊ TÊ LÊKOLÎNKIRIN
Dozgeriyêk dest danî ser bûyerê û ragihand ku ew ê lêkolîn bikin ka Arzû çawa hatiye kuştin. Rayedaran dan diyarkirin ku dê herî zû, di hefteya pêş de encamên rapora otopsiyê aşkere bibe, tê payîn ku komîsyona lêpirsînê berfireh bike.
Herî dawî di bernameya bi navê “Aktenzeichen XY ungelöst" (Dosyayên Nikarin bêne Çareserkirin; XY) a di kanala ZDF’ê de hate weşandin, şahidek îdîa kir ku Arzû dijî. Di bernameyê de 10 kesên nêzîkê Arzûyê agahî dan. Kesek ji vana dabû diyarkirin ku Arzû ji tirsa malbata xwe, xwe veşartiye.
Hevala Arzûyê ya Alman, Alex di 1’ê mijdara 2011 de diyar kir ku Arzû ji aliyê hin kesên çekdar ve hatiye revand û agahî dabû polîsan. Ji bo peydakirin Arzûyê polîsan bajarê Detmold ê 30 km dûrê bajarê Biefeld ê ku jimareke zêde ya Kurdan lê dijî ye, ser û bin kirin, lê tu encam bi dest nexistibûn.
Hefteya borî, parêzerê parasitinê Detlev Binder ê xwîşk û birayên Arzû yên di bin çavan de gotibû; “Her çendî li gorî îfadeyên şahidan, Arzû dijî, lê dîsa jî maweye girtina miwekîlên wî berdewam dike, ev yek ne hiqûqî ye” û îtîraz kir. Parêzer diyar kir ku endamên malbata bi eslê xwe êzidî, bi civaka Alman re ketine nava hevsengiyekê û destnîşan kir ku kuştina toreyî ya ku polîsên Alman qala wê dike ne gengaz e.