|
Kêliya Dawî
Erdogan çav berdaye şaredariya Amedê
Tarafê dîsa 'goh'ê Erdogan girt
Daxwuyaniyek ji Serokatiya Kurdistanê
PKKê 6 cerdevan girtin
Bîranîna Ozan Helbest (VÎDYO)
Rêzan Demir bavedildar@gmx.de
Tevî ku rojeva gelê kurd dîsa girtin, operasyon, lêdan û êrîşên faşîzan in jî, dixwazim vê nivîsa xwe ji bîranîna ozanek me a jin re veqetînim. Wekî ji sernivîsê jî diyar e navê vê hunermenda me (ê hunerî) Ozan Helbest e û navê wê î nasnamê jî Hefsed Dundar e. Bo Ozan Helbest dijwariyên jiyanê ji zarokatiya wê de de dest pê dikin. Lewre gava 1963an ew merhabayê dide jiyanê hîn di sê mehiya xwe de dayîka wê diçe ser dilovaniya xwe û Hefseda sê mehî ji aliyê xwişk û nasên xwe ve tê xwedîkirin û mezinkirin. Di 1979an de jiyana xwe bi a hevserê xwe Haso re dike yek û di heman salê de tên li Almanya dibin penaber. Wekî hemû penaberên wê demê, Helbest û malbata xwe jî zor û zehmetiyan dikşînin. Di sala 2002an de bi nexweşîna penceşêrê ket û di 20.12.2011an de, di encama vê nexweşîna bêderman de çû ser dilovaniya xwe. Ravekirina geşedana nexweşînê mijara nivîseke cuda ye lewre pêvajoya nexweşînê di jiyana Helbest de beşeke bi sere xwe ye; beşeke herî zehmet, beşeke zortirîn, beşeke tahl wekî zilindar û beşeke tijî wêrekî û berxwedan. Ozan Helbest di gelek waran de, di nav civaka Kurdên Zerdeştî de, mirovek mînak bû. Ew hem jin hem mêr, hem zarok û hem ciwan bû. Hem dayîk (şeş zarokên wê hene) û hem dapîr bû (neviyekî wê heye) û hem jî ozana gelê xwe bû. Ew mirovek dilfireh, çavekirî, xwedî karakter û prensîb bû. Tevî ku rojekê jî neçûbû dibistanê, ew xwedî ramaneke modern bû. Di têkiliyên navxweyî de malbatek mînak bû. Helbest di danûstandinên civakî de mirovek gelek dilgerm, rûken û jidil bû. Merhabayek bidaya mirov ji dilê safî bû. Dil û devê wê yek bû. Lewma çi kesê Helbest nas dikirin, nikarîbûn wê ji bîr bikin. Wê bi awakî dikarîbû xwe bike dilê mirovan. Ew mirovek welatparêz û niştimanperwer bû. Ji destpêka Tevgera Azadiya Kurd vê malbata Helbest malbatek bingehîn a welatparêziyê bû. Jixwe wê dixwest bi hunera xwe jî xizmeta welatê xwe bikê (lewma Tevgera Azadiya Kurd ji ber vê sedemê Ozan Helbest wek şehîd qebûl kir û bîranîna wê û Ferat Îzgîn bi hev re li komela Bielefeld di 25.12.2011an de hat çêkirin). Ozan Helbest miroveke bi jiyanê vê girêdayî bû, gelekî hes ji jiyanê dikir. Ew evîndara jiyanê bû. Ji ber vê sedemê wê navê neviyê xwe kir JIYAN. Wê dixwest bijî û bi hunerâ xwe xizmeta welatê xwe bidomînê. Lewma her dem gotina Hevalê Mezlûm Dogan “Berxwedan Jiyan e” ji wê re rêberî dikir. Ozan Helbest li hember zor û zehmetiyên jiyanê xwedî giyanek berxwedêr bû. Wêrek, bêtirs û xwedî cesaretek gewre bû. Tevî ku nexweşîna wê xedar bû jî, wê heta kêliya dawî li ber xwe da. Û vê berxwedan û dilqewîniya wê hişt ku bi qasî 9 salan li hember nexweşînê bijî. Ez bixwe bûme şahid bêma çawa bijîşkê pisporê penceşêrê li hember berxwedana Helbest sosretmayî diman. Çi bijîşkê ew derman dikirin digotin „bravo“. Ji devrûman, hal û lebata wê kesekî bawer nedikir ku nexweş be. Tevî nexweşînê jî wê karê xwe ê hunerî berdewam dikir. Derdiket şahî, cejn û festîwalan, tevî bernameyên televizyonan dibû û dixwest her tim bi pêş de here. Amadekariya albûma xwe a duyem dikir. Bingeha albûma duyem di warê teknîkî de hatibû danîn lê mixabin nexweşînê nehişt ku ew albûma xwe biqedînê. Ozan Helbest endama Platforma Hunermendên Kurdên Ezdayî bû û hêvîdarim û daxwaz dikim ku ev sazî tevî Tev-Çandê hewl bidin ku vê albûmê bi awakî derxînin. Hin wendayî hene cihê wan dikare were dagirtin û zû tên jibîrkirin. Lê hin wendayî hene dagirtina cihê wan gelek zor û jibîrkirina wan ne mumkûn e. Ozan Helbest jî bo me û civaka me wendayiyek ku cihê wê nikare were tijekirin e û wê tu carî neyê jibîrkirin e. Dilrehet be Ozan Helbest, emê her dem girêdayî bîranîna te bin û tê her tim di nav gelê xwe de bijî! Yükleniyor...
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|