|
Kêliya Dawî
Erdogan çav berdaye şaredariya Amedê
Tarafê dîsa 'goh'ê Erdogan girt
Daxwuyaniyek ji Serokatiya Kurdistanê
PKKê 6 cerdevan girtin
Serokê PYDê: Me li ser rûxandina rêjîma Beşar Esed lihev kirNÛKURD - Axaftina dawî ya serokê Sûriyê Beşar Esed çawa dibîne?
Ev demek bû serokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Mihemed Salih Muslim li Qahîre ya payexta Misrê bû. Li wir gelek civîn û gotûbêj û çalakî ligel piraniya hêzên opozisyona Sûriyê sazkirin. Derbarê rewşa gelê Kurd li Sûriyê û helwêsta hêzên siyasî yên Kurd ji şoreş û dijberiya Sûriyê, nemaze helwêstên PYDê ji van bûyeran, rojnameya Ronahî li hundirê Sûriyê ev hevpeyvîn ligel serokê PYDê Mihemed Salih Muslim kir. Muslim ku endamê Desteya Hevahengiya Niştimanî yaSûriyê ye jî, wiha bersiva pirsan da.
Armanca we çi bû ji serdana we ya bo Qahîreyê, hun li wir bi kîjan aliyan re civiyan û atmosfêra niqaşan li wir çawa bû? Salih Muslim: Piştî ku hin hêz bi serneketin biryara xwe li Konseya Ewlekariyê derbas bikin bi mebesta xweşkirina rê li ber destêwerdana derveyî hawara xwe gihandina Yekîtiya Ereban bi armanca ku kirîza Sûrî careke din bigihînin Konseya Ewlekariyê bi riya Yekîtiya Ereban; angu bikaranîna Yekîtiya Ereban bi mebesta navdewletîkirina kirîza Sûriyê. Li vir em hatin ser xetê û me pêwendiyên zêde kirin da ku Yekîtiya Ereban li ser biryara xwe pêkut be û bike insyatîfeke Erebî. Ji bo vê armancê jî em ligel sekreterê Yekîtiya Ereban û alîkarên wî, wezîrê derve yê Qeterê û gelek kesayetî û aliyan civiyan. Bi vî awayî jî me insyatîfa Erebî û şandina çavdêran kir rastiyek. Insyatîfa Erebî bendek derbarê yekîtiya opozisyona Sûrî lixwe girtibû, lewma me bi dirêjiya 38 rojan civînên maratonîk pêk anîn bi mebesta dirustkirina peymaneke siyasî ku bo kongreyê giştî yê opozisyona Sûrî ku Yekîtiya Ereban daxwaz kiribû, bê pêşkêşkirin. Heya di dawî de em gihiştin peymana ku me di 30.12.2011an de li ser îmze kir, di navbera Desteya Hevahengiya Niştimanî û Civata Niştimanî ya Sûriyê de, lê Civata Niştimanî ya Sûriyê berî derbasbûna 12 saetan di ser îmzekirina wê re, ji ber sedemên navxweyî, xwe ji peymanê kişand. Peymaneke karê siyasî di navbera Desteya Hevahengiya Niştimanî û Civata Niştimanî ya Sûriyê de hat îmzekirin, xalên vê peymanê yên serekî çi ne û hinek aliyên Civata Niştimanî ya Sûriyê li dijî kîjan xalan derketin? Salih Muslim: Erê herdu aliyan ev peymana siyasî îmze kirin, lê piştî demeke kurt daxuyaniyek derket li dijî xalên peymanê bûn wek: redkirina destêwerdana eskerî ya derveyî, dirustbûna desteyekê ji kongreya çavrêkirî ku nûnertiya kongr bike, redkirina hewldanên çekdarkirina şoreşa Sûriyê. Em dikarin tiştê ku civat li dijî derdikeve di 3 xalan de kurt bikin: Daxwazkirina destêwerdana eskerî ya derveyî yan jî navdewletîkirina kirîza Sûrî, tevî ku bi awayekî sergirtî ye jî, dû re niyaza çekdarkirina şoreşa aştiyane û redkirina beşdarbûna aliyên din di nûnertîkirina şoreşa Sûrî de. Ev xalên cudahiyê yên serekî ne di navbera me de. Di çend rojên borî de we got ku hun gihiştineke peymaneke kar ku mikurhatineke destûrî bi gelê Kurd li Sûriyê dike û we got ku ev weke bendên di ser destûr re ne? Gelo ew hêz û aliyên ku pêbend in bi van bendan kîjan in? Salih Muslim: Me di Desteya Hevahengiyê û di dema niqaşên me ligel civata niştimanî de, me tekez kir destûra qonaxa demkî ji du peymanan pêk tê, ya yekemîn ew e peymana îmzekirî ku di medyayê de hat ragihandin. Peymana duyem jî soznameya rûmet û mafan e, û hesibandina van herdu peymanan weke destûra qonaxa demkî û bendên di ser destûrê re di qonaxa bê de. Ji aliyekî din ve jî, têgeha ne-merkeziyeta îdarî di bendeke peymanê de hatibû û li vir mebest pirsa Kurd bû, ji dîtingeha îdareya xweser ya demokratîk wek ku nasîna hebûna netewî ya Kurdî jî hebû wek tevneke serekî û dîrokî ji civaka Sûrî. Ev tê wateya naskirina hebûna Kurdan, herwiha biryar e hemû tedbîrên awarte ku li dijî gelê Kurd li Sûriyê hatine girtin wekê serjimêriya awarte û kemera Erebî û zeviyên dewletê bên rakirin û kesên zerermend bên tawîzkirin. Xalên lihevkirin û cudabûnê di navbera Desteya Hevahengiyê û civata niştimanî de çi ne? gelo herdu alî dikarin bi hev re kar bikin? Salih Muslim: Me li ser rûxandina rêjîma Esed bi hemû bingeh û sembolên wê lihev kir di berjewendiya avakirina rejîmeke demokratîk û pirreng. Xalên cudahiyê jî derbarê destêwerdana derveyî ya leşkerî û helwêsta ji artêşa azad bûn. Em di wê baweriyê de ne ku divê hêzên dijberiya Sûrî nêzîkîtirî hev bibin, û kongreya Sûrî ya giştî di bin sîbera Yekîtiya Ereban de bê girêdan. Şoreşa Sûriyê pîroz e, lewma divê nekeve jêr îradeya hêzên derve û aştiyane bimîne û neyê çekdarîkirin. Hun gotara dawî ya serokê Sûriyê Beşar Esed çawa dibînin? Salih Muslim: Gotara dawî ya serok Beşar Esed weke gotarên berê bi sozên reforman tije bû, lê di pratîkê de tu guherîn nîne. Esed vê carê tundtir dipeyvî, bawer dikim ev tundiya wî ji lawaziya opozisyonê û çekdarkirina şoreş ji aliyê hinek hêzan ve, dihat. Esed bi tu hawî behsa pirsa Kurd nekir, wek ku hatibe çareserkirin û nema be. Lewma em dilgiran in, nemaze ku zêde qala Erebçîtiyê kir û rola Yekîtiya Ereban piçûk xist, di dema ku em bawer dikin ku pêbendiya bi insyatîfa Erebî û serxistina wê riya tekane ye bo dûrkirina Sûriyê ji destêwerdana derveyî. Berê jî destûr hebû lê bendên wê nedihatin bicihanîn, ger bihata bicihanîn Sûriyê nedigihşt rewşa niha. Hinek kes li benda helwêsteke ji nişka ve ji Esed bûn, lê hêviyên wan şikestin. Lê em bi yekcarî ji gotara wî şok nebûn. Serok Esed herî zêde bi mentalîteya serkutkirin û tepeseriyê girêdayî hat xuyakirin, lewra ev siyaseta Esed wê bibe sedem ku bextreşî li Sûriyê çêbibin û destêwerdana derveyî çêbe. Yükleniyor...
Yorumlar yüklenirken lütfen bekleyiniz...
NÛÇEYÊN TÊKILDAR
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|
|