|
Kêliya Dawî
Erdogan çav berdaye şaredariya Amedê
Tarafê dîsa 'goh'ê Erdogan girt
Daxwuyaniyek ji Serokatiya Kurdistanê
PKKê 6 cerdevan girtin
Hevpeyvînên Nûkurdê: Zana Farqînî diaxive!NÛKURD - Hevpeyvînên Nûkurdê bi Serokê Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê Zana Farqînî re destpêdike...
Nûkurd: Kekê Zana, tenê bi pênc hevokan ve tu dikarî çawa xwe bi xwendevanên Nûkurdê bidî naskirin?
Ez bengî û dilikiyê zimanê kurdî me ku çendî perwerdehî û hîndekariya min derî zimanzaniyê ye jî. Divê ez aşkera bikim û li xwe mikur werim ku ev yek jî li nîveke dibistana seratayî bi min re çêbû. Carinan ez jê aciz bibim jî, ev evîn terka min nake, yan jî gava kela min xwe datîne û parçê min rûdine, ez careke din li ber digerim da ku em li hev aşt bibin. Carekê tîra evînê ya zimên li min ketiye û birîneke xweş e ku bi min re ye. Nûkurd: Gelo fîlmek, çîrokek an jî bûyerek heye ku gelek li ser jiyana te bandor kiribe? Belê bûyerek jî heye û fîlmek jî heye ku wan hîkarî li min kiriye. Ez ji bûyerê dest pê bikim ku ew wek birîneke sarbûyî ye bi min re. Zilma komando hîn min di destpêka zarokatiya xwe de bi çavên serê xwe dît ku li pêş çavên me wan li gundiyan, li bav û mam, xal û pismamên me, li nas û dostên me dixist. Ew dikirin feleqeyê, diavêtin nav dest û piyên xwe û kirên nedîtî bi wan dikirin. Bi wan jî qîma xwe nedianîn, ew gundî hemû birin biniya gund û serên wan di avê re dikirin heta ku dixeriqîn, ji xwe diçûn. Çavên me yên sawa ew dîmenên derî mirovahiyê kişandin nav mêjî, ku êdî qet jê naçin. Fîlmê ku min çendîn car lê temaşe kiriye, heta bi kurdî jî, fîlmê bi navê Dîlê Wêrek (Braveheart) ê Mel Gibson e. Ji bilî teknîka serkeftî ya fîlm û sehneyên wê yên şer, kalîteya fîlm, serkeftina aktor û aktrîstan û muzîka fîlm, mijara fîlm jî ji min re gelek balkêş tê ku ez raboriya gelê xwe bi xwe jî tê de dibînim. Navên kesan biguhêrin, li şûna wan ên kurdan deynin, bi ya min tiştek ji naveroka fîlm kêm nabe. Her gel û netewe dikare raboriya xwe, dîroka xwe, lehengî, hevkariya bi dijmin re û xiyaneta endamên civaka xwe tê de bibîne. Reng, nîjad û netewe ji hev cuda bin jî, aliyên hevpar ên mirov û gelan, nîjad û neteweyan zehf hene. Tiştên mirovî li her derê dinyayê hema bibêje eynî ne. Nûkurd: Tu heta niha qet ji gotin, nivîs an jî kirineke xwe poşman bûyî? Gotineke Şurewerdî heye, bi qasî ku di hişê min de maye: Mirovê tekûz “Xweda” ye. Loma dixwazim bibêjim, gelo kî dikare bibêje ku “Sibeh û êvara min li hev dinêrin”? Na, med û cezîrên me giştan hene. Carinan mirov li gotineke xwe, li kirineke xwe û li nivîseke xwe jî poşman dibe. Nûkurd: Çi tişt heye ku tu dibêjî xwezî min ev nekira? Poşmaniya min a herî mezin, ev e. Ku min zanibûya aqilê min ê îro ye, min dê tehsîla xwe ya zanîngehê li ser zimên bixwenda, li fîlolojiyê yan jî li beşa ziman û wêjeya zimanekî biyanî bixwenda. Ez niha pir hest bi kêmasiya vê yekê dikim û xwe kêm dibînim. A rast min bi dilê xwe beşa civaknasiyê (sosyolojiyê) tercîh kir û ez bûm derçûyê wê beşê jî ku li ser dîplomaya me “sosyolog” nivîsandiye. Nûkurd: Dema meriv bêje “Kurdistan” serê pêşîn çi tê bîra keseke/î tirk? Ez bi awayekî giştî bibêjim, dost û dilxwazên kurdan ne tê de, gava vî navî dibihîzin, rewşa “cinê ku çav bi hesin ketiye” li wan diqewime. Carekê sîstemê kiriye serê wan ku hebûna wan li ser nebûna yên din hatiye avakirin. Îcar ma kî nemana xwe dixwaze?! Nûkurd: Heke hêzeka te hebe, gelo tu yê pirsgirêka kurd li Bakurê Kurdistanê çawa çareser bikî? Ez ne siyasetkar im, hêz û qabiliyeteke min a wisan zêde jî nîn e ku ez bikaribim perspektîfan ji bo kêşeyên siyasî derpêş bikim û pêşniyazên çareseriyê hilberînim. Loma ez ê tenê qenaeta xwe bibêjim. Heta li Tirkiyeyê normên gerdûnî yên pêşketî bi cih nebin, war û qada maf û azadiyan berfireh nebin, demokrasiyeke pêşketî serdest nebe û kurd jî nebin xwedî statuyekê, dê kêşe û arîşe her berdewam bin. Kurtasiya van gotinan, ji bo çareseriya kêşeya kurd, demokrasî û statuya kurdan hewce ye. Nûkurd: Heke tu sibe bibî serokê Herêma Kurdistanê gelo tu yê serê pêşîn kîjan biryaran werbigirî? Ne ez dibim serok ne jî şiyaneke min a welê heye. Tenê dikarim bibêjim ku hewcedarî bi demokrasiyeke xurt û pêşketî heye. Perwerdehiyeke demokratîk û firehkirina warê maf û azadiyan ji bo geşbûn û pêşketina civakê pêwîst in. Ne civakeke girtî lê ya vekirî, ne tirs lê azadiya fikir û derbirînê dermanên civakeke zemx û lihevhatî ne. Hebûna dam û dezgehên demokrasiya bera, hîmê pêşketinê ne. Hebûna cudahiyan, ne tenê zengînî her wiha bingeha pergaleke xurt û ya jixebawer e jî. Nûkurd: Di nav van 30 salên dawî de 3 guhertinên herî balkêş yên di nav civaka kurd de kîjan in? Bi ya min, di van sî salên dawî de sê tiştên girîng ên ku di nav civaka kurd de qewimîne ev in: Ji aliyê siyasî ve pêkhatina nasnameyeke neteweyî ya demokrat a ku cudahiyên xwe yên ji her aliyî ve wek mafekê dibîne û bawer dike ku tevahî ji parçeyan pêk tê. Ya din, ji aliyê demografiyê ve kurdbûyîna bajarên giran e. Berê navenda bajaran ji nasnameya kurdî dûr ketibûn û nasnameya kurd li deverên gundewar asê mabû. Belkî valakirina gundan ji vî aliyî ve bi kêrî kurdan hat ku ev nifûs li bajarên giran bi cih bû û demografyaya wan li leha kurdan guhart, rengê xwe da van bajaran. A din jî rewşa jinan e ku ji vî aliyî ve pêşketineke girîng di civaka kurd a feodal de pêk anî. Jin hinek ji nav çar dîwarên malan derketin, çeperên li dora xwe şikandin û dixwazin bibin hevparê zilaman. Nûkurd: Li gorî te 5 kesên pir girîng ji bo civaka kurd kî ne? A rast ez heta niha ji vê hêlê ve qet nefikirîme. Lê helbet gelek kesên girîng hene ku ew ji bo civaka kurd nirxên moralê ne û hebûna wan dike ku kurd ji aliyê zanav û nasnameya xwe ya neteweyî ve xurt li ser lingên xwe rawestin, bawerî bi xwe û hêza xwe bînin. Gava ku em bala xwe bidin dîroka neteweyên serdest, ên ku dewleta xwe ya neteweyî, dewleta xwe ya demokrat ava kirine, kesên ku di dîroka wan de xwedî rol û cihên girîng in tim derdixin pêş da ku baweriya ferdên civakê bi wan bê û ji xwe û raboriya xwe şerm nekin. Heta wan kesên xeyalî jî afirandine, da ku bi wan propagandaya neteweya xwe, mêranî û lehengiya xwe, xurtî û jêhatîbûna xwe, jîrekî û behremendiya xwe bikin. Têrbûna ji nava xwe, bawerkirina bi xwe, ewlebûna bi xwe wek netewe pir girîng e. Nûkurd: Û gelo 5 kesên pir girîng ji bo te kî ne, an jî kî bûn? Ez wiha pirsa we bibersivînim. Ez navan nedim, lê kesê ku ji xwe û takekesên malbata xwe hez neke, bi ya min nikare ji kesên din jî hez bike û qîmet bi wan bide. Hezkirina ji xwe, hezkirina ji kesên din e jî. Nûkurd: Ezbenî em ê niha bêhnvedanekê bidin vê hevpeyvînê, ji kerema xwe re ji bo xwendevanên Nûkurdê reklama tiştekî baş bike? Xwe bi çand û berhemên bi kurdî dagirin, ji lew re tiştê vala çik nasekine. ![]() Nûkurd: Gelo çi tişt an jî bûyer/rûdan dikare zûka te aciz bike? Îftira û nebî zû min ne tenê aciz dikin her wisan hêrsa min jî radikin. Ez ji paşgotinî û bêbextiyan zêde zêde aciz dibim. Ez ji wan kesan hez dikim ku li paşpenî te çi dibêje dikare li pêşpenî te jî heman tiştî bibêje. Nûkurd: Çi dikare zûka te kêfxweş bike? Serkeftin, bi dawî anîna wezîfe û karekî, biservebûna pirsekê, çareserkirina kêşeyekê, peydakirin û nêçîrkirina peyvekê û pêşketineke der barê kurdan de min pir kêfxweş dikin. Bi rastî ez kesekî zêde dilzîz im jî, zêde di bin tesîran tiştan de dimînim û beşerê min ne xweş dibe. Nûkurd: Pirtûka ku tu dixwazî dîsa bixwînî kîjan e? Mem û Zîn a Ehmedê Xanî, ku min çendîn car xwendiye, dîsan dixwazim bixwînim. Nûkurd: Çima? Ji ber ku di her xwendinekê de ez rastî tiştekî têm. Ji her aliyî ve ji min re hema bibêje wek ansîklopediyeke li ser kurdan e. Ji lew re ew ji bo min ji berhemeke edebî wêdetir e. Nûkurd: 5 gotinên kurdî ên ku tu herî zêde jê hez dikî kîjan in? Ziman, xwendin, evîn, delal û can. Nûkurd: Tu medyaya sosyal çawa dibînî? Facebook û Twîtter ji bo guherandina civaka kurd roleke çawa dilîze? Min navê ez analîzekê der barê medyaya sosyal de bikim, ji ber ku ez zêde wê bi kar nayînim. Facebook û Twîtter, jixwe ji min gelek dûr in. Ez wan bi kar nayînim. Wextê xwe bi xebatên li ser ziman û nêçîrkirina peyvan zêdetir derbas dikim. Jixwe melûm e ku bê medyaya sosyal ji bo civakan çi qas girîng û xwedî hêzeke çawan e. Loma min navê ku der barê vê yekê de ez dirêjî bi gotinan bidim. Nûkurd: Di nav malperên kurdan de herî zêde çi tişt bala te dikişîne û an jî çi nakişîne? Ez ê tiştekî bibêjim bila dilê tu berpirs, edîtor û redaktorên malperan nemîne. Çendî li gorî demên berê pêşketinek hebe jî, rewşa zimanê kurdî ya ji aliyê vekît û bikaranîna şaş a zimên ve, pir min diêşîne. Helbet bi awayekî giştî dibêjim, nimûneyên baş û hêja hene ku ew dihêlin ez tehmekê, çêjekê ji naveroka nivîsê hildim. Lê yên din, ji ber ku ji bo min ziman derî û kilîla nivîsê ye, gava şaşî û kêmasiyên beloq ên zimanî derdikevin ber min, nahêlin ku ez têkevim hundirû. Dibe ku ev yek jî, ji ber hesasbûna min a der barê zimên de be. Di destpêka rojnamegeriya xwe de min bi salan redaktorî kir, bandora vê rewşê jî heye. Pê re çavên min diçin ser şaşiyên rastnivîs û kêmasiyên rêzimanî. Carinan ez ji vê taybetiya xwe bêzar dibim. Nûkurd: Sê şîretên te yên ku tu li ciwanên kurd bikî, çi ne? Sê şîretên ku ez li ciwanan bikim ev in: Yek, tu ji çi bawer dikî bike, bi çi mijûl dibî bibe, xwedî çi îdeolojiyê dibî bibe, doza xwe, têkoşîna xwe bi zimanê xwe bike. Ango bi zimanê xwe bide û bistîne. Didu, kurdbûn kirasekî ji hesin e, vê bizanibe û wisan biryara xwe bide da ku tu paşê poşman nebî. Sisê, di warerkî de bibe pispor û otorî te, bi şiyan û qabiliyeta xwe bibe xwedî wesf. Bila kes paye nede te, tu bi jêhatîbûna xwe bibe xwedî paye. Nûkurd: Berî koça dawî, tu dixwazî di jiyana xwe de kîjan plan û proje û xwezî û xwestekên xwe pêk bînî? Xeyala min ew e ku ez ferhenga kurdî bi kurdî amade bikim. Lê niha ez wê hêzê di xwe de nabînim û derfet jî ne guncan in. ![]() Ferhengoka Zana Farqînî: Koma Çiya: Koma min a muzîkê ku ez yek ji avakarê wê me û albûma me ya hevpar a bi navê Rozerîn. Dengbêjî: Xweseriyeke muzîka kurdî û ruhê zindî yê kurdbûnê. Zimanzanî: Evîn û barê giran. Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê: Ferhengsazî. Ferheng: Gencîneya zimanê kurdî ya berbiçav. Azadî: Tiştê tênebihur. Girtîgeh: Dûrketina ji hezkiriyan û dîlîtî. Azadiya Welat: Dibistan û nêçîriya min a peyvan. Înternet: Şikandina sînoran, nêzikbûna hev û din û biçûkbûna dinyayê. Malperên Kurdî: Yek ji sedemên zindîbûn û geşbûna zimanê kurdî. Facebook: Dahênakeke girîng a ku ez jê bêpar im. Nûkurd: Serkeftin Xelata Nobelê: Xeyala gelek kesan. Kurdistan: Înkara heqiyê. Roj TV: Ronî û bêtesîrkirina çapemeniya serdestan. TRT6: Li xwe mukurhatina dewletê ya hebûna kurd û zimanê kurdî. Zimanzan Zana Farqînî: Nexweş û dilketiyê zimanê kurdî. Amed: Bajarê ku dilê min pê ve ye. Farqîn: Cihê zarokatiya min ku ez şêwandime, şarê xewnên min ên dema zarokatiyê. Stenbol: Bajarekî xweş û giran ku min lê lîse û zanîngeh xwendiye, lê evîndar bûme; her wiha bajarê ku bûye destpêka hin aliyê jiyana min. Rewşenbîrên kurd yên li Stenbolê: Bi piranî heval û hogirên min. Hevaltî: Hevrêtiya jiyanê, parîkirina tehlî û şîrîniyê. Rexne: Tiştê ciz e ku her kes nikare nêzîkahî lê bike. Mehmet Uzun: Romannivîsê herî naskirî yê kurdî û serkeftî ku min rêpana derketina romanên wî dikir. Jiyan: Digel her tiştî, berdewamiya hebûnê. Celadet Bedirxan: Xemxurekî kurdan ê ku spasî û malavatiyê pir heq kiriye. Xerîbî: Hesret û bêrîkirina welêt. Mirin: navekî tehl û sar. Dêbav: Sedemên hebûna me ku em nikarin tu carî heqê wan bidin. Nûkurd: Gotina te ya dawî ji bo xwendevanên Nûkurdê çi ye? Heke tu bixwazî ku tiştekî taybet parve bikî, fermo… Na, ji bo her kesî re silav û hezdarî û dibêjim mala we ava. Hevpeyvîn: Malpera Nûkurd - www.nukurd.com Yükleniyor...
Yorumlar yüklenirken lütfen bekleyiniz...
NÛÇEYÊN TÊKILDAR
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|