|
Kêliya Dawî
Erdogan çav berdaye şaredariya Amedê
Tarafê dîsa 'goh'ê Erdogan girt
Daxwuyaniyek ji Serokatiya Kurdistanê
PKKê 6 cerdevan girtin
Hevpeyvînên Nûkurdê: Fehîm Işik diaxive!NÛKURD - Hevpeyvînek ligel nivîskar Fehîm Işik...
Malpera Nûkurd: Hevpeyvînek ligel Fehîm Işik
Nûkurd: Kekê Fehîm, tenê bi pênc hevokan ve tu dikarî çawa xwe bi xwendevanên Nûkurdê bidî naskirin? Kurdê Amedê me. Sosyalîstê im, lê bawerî bi ‘dîktatoriya proleteryayê’ naynim. Ji tekoşînê bawer im; ji ber ku dizanim tu tişt ji berxwe ve pêk nayê. Dixwazim tenê bi kurdî binivîsînim; lê ji ber hewcedariya jiyanê bi tirkî jî dinivîsînim. Bavê çar zarokan im... Nûkurd: Gelo fîlmek, çîrokek an jî bûyerek heye ku gelek li ser jiyana te bandor kiribe? Fîlm jî, çîrok jî, bûyer jî hene ku bandor li ser jiyana min kirine. Fîlma ‘Li Munîhê 21 Seet’ê hê jî ji bîra mi naçe. Çîroka ‘Hezar Hêk’ ya Jack London, sedema cîhgirtina min a di nav xebata şorgeşgeriyê ye. Nûkurd: Tu heta niha qet ji gotin, nivîs an jî kirineke xwe poşman bûyî? Çi tişt heye ku tu dibêjî xwezî min ev nekira? Ma qet jiyana bêpoşmanî dibe? Dibe ku gelek car jî poşman bûme. Niha dibêjim, xwezî ji welêt derneketibama û nehatibama Stenbolê. Her çiqas ji mecburiyetê derketibim jî, îro ji ber rewşa jiyanî nikarim vegerim. Nûkurd: Dema meriv bêje "Kurdistan" serê pêşîn çi tê bîra rewşenbîrên tirk? Kîjan ‘rewşenbîrên tirk’? Hezar cûre ne. Yên ku bi rastî rewşenbîr in, dibêjin, ‘welatê kurdan e’. Yên din jî wekî “ciyên ku bi çekên kîmyevî were qeliandin,’ wî binav dikin. Xwedê ez ne ‘Rambo’ me. Xwezî ‘Rambo’ bama! Heke hêz û qudreta min ê wiha hebûna, berî ku pirsgirêka kurd çareser bikim, min ê hemû hêzên kurda li bin cepheyekî berhev bikira.
Nûkurd: Heke tu sibe bibî serokê Herêma Kurdistanê gelo tu yê serê pêşîn kîjan biryaran werbigirî? Pirsekî zor e. Heke gel wekî ku li her welatî dixuye ‘şakşakçîtî’ bike, ez ê jî bibama yekî wekî Seddam. Lê bi halê xwe yê îro bimînim, ango aqlê min ê niha dîsa bi min re be, ewil car ez ê parvekirina ray û ramanê azad bihêlim. Nûkurd: Di nav van 30 salên dawî de 3 guhertinên herî balkêş yên di nav civaka kurd de kîjan in? Guhertina sereke polîtîzebûna civakê ye. Ya dudoya, beşdarbûna jinan ya siyasetê ye. Ya sêyemîn jî xûrtbûna siyaseta kolanê ye. Nûkurd: Li gorî te 5 kesên pir girîng ji bo civaka kurd kî ne? Peyva ‘pir girîng’ bi pirsgirêk e. Lê ji bo min kesên girîng hene û gelek in. Abdullah Demîrbaş, Abdullah Ocalan, Ahmet Turk, Bayram Bozyel, Celal Talabanî, Fuat Onen, Kemal Burkay, Mesûd Barzanî, Murat Karayilan, Osman Baydemîr, Selahattîn Demîrtaş, Sînan Çîftyurek, Şerafettîn Elçî... Vana, çi rolên xwe baş bilîzin, çi jî ne baş bilîzin, hemû girîng in... Nûkurd: Û gelo 5 kesên pir girîng ji bo te kî ne, an jî kî bûn? Şêx Saîd, Seyît Riza, Qadî Mihemed, Mele Mustafa Barzanî, Dr. Evdirehman Qasimlo... Nûkurd: Ezbenî em ê niha bêhnvedanekê bidin vê hevpeyvînê, ji kerema xwe re ji bo xwendevanên Nûkurdê reklama tiştekî baş bike? Hewl bidin, yek bin, piştgiriya hev bikin. Yekîtî hem dermana dilê we, hem dermana welatê we ye...
Nûkurd: Gelo çi tişt an jî bûyer/rûdan dikare zûka te aciz bike, an jî zûka te kêfxweş bike? Piştî kedekî mezin tiştek pêkbînim û hin ‘zirtoyan’ ji dêvla ku rexne bikin vê keda bi zanebûn nebînin an jî bi zanebûn biçûk bikin, gelek eciz dibim. Nûkurd: Pirtûka ku tu dixwazî dîsa bixwînî kîjan e? ‘Hezar Hêka’ Jack London... Nûkurd: 5 gotinên kurdî ên ku tu herî zêde jê hez dikî kîjan in? Yekîtî, azadî, aşîtî, wekhevî, demokrasî... Nûkurd: Tu medyaya sosyal çawa dibînî? Facebook û Twîtter ji bo guherandina civaka kurd roleke çawa dilîze? Pêşketinekî mezin e. Lê civaka kurd pir zû, lez û bez gûherand. Di her tiştê lez û bez de çewtî çêdibin. Nûkurd: Di nav malperên kurdan de herî zêde çi tişt bala te dikişîne û an jî çi nakişîne? Piraniya malperan ji hev û dû kopî dikin; bi amatorî kardikin. Ango di malperên me de ‘şoreşa takekesî’ gelek pêşketiye. Nûkurd: Sê şîretên te yên ku tu li ciwanên kurd bikî, çi ne? Şîreta Alewîyan şîretekî navnetewî ye: “Li dest û ziman û pişta xwe muqate be.” Nûkurd: Berî koça dawî, tu dixwazî di jiyana xwe de kîjan plan û proje û xwezî û xwestekên xwe pêk bînî? Plan, proje, xwezî û xwestekên min ên herî mezin azadiya gelê kurd e. Heke evana berî koça min pêkbên, di dinyayê de ji xwe serfiraztir kesek nasnakim.
![]()
Ferhengoka Fehîm Işik:
KURD-KAV: Ewil saziya kurda ku piştî damezrandina Komara Tirkiyê bi navê kurd hate damezrandin. Mamostetî: Karekî gelek bi rûmet; lê ne di welatekî dij-demoratîk de... Kolana Îstîklalê: Bi taybet havînan, ji bo dûrbîniya çavan gelek baş e… (Ev bersîv û ‘şîreta min’ li hev nehatin, çawa bikim, rastiya min ev e.) Rewşenbîrên Tirk: ‘Tirk’ hene, ‘tirkok’ hene... Yên ‘tirk’ dost in; yên ‘tirkok’ jî ji xwe nav li ser e, ‘tir’ û ‘kok’ in... Azadî: Tiştê herî xweş... Girtîgeha Amedê: Kela berxwedanê ya kurdan... Înternet: Êdî bê wî jiyan nabe... Malperên Kurdî: Xwezî wê derfeta wan hebe ku bikaribin bi profesyonelî karê xwe bikin. Facebook û Twîtter: Baş bikar bînî baş e; lê di zexeliyê de jî li ser Facebook û Twîtterê tiştek nasnakim... Nûkurd: Di demekî kurt de di nav malperên kurda de ciyê xwe yê giranbiha girt. Xelata Nobelê: Hêvî dikim ku wê rojekî Xelata Îsmaîl Bêşîkçî jî hebe û ji yê Nobelê pêşketîtir be. Kurdistan: Welatê bindest ku di ruyê dinyayê de hê jî bêwar e... Barzanî: Ernesto Che Guewerayê kurdan ku piştî gelek salan me pê zanî ku bi rastî şoreşgerekî sereke ye... Roj TV: Ewil telewîzyona satellaîtî ya ku kurd hê jî herî zêde lê temaşe dikin. Lê di bernameyên xwe yên gengeşiyê de pirreng be, wê zêdetir balkeş be. Ocalan: Kilîta çareseriya pirsa kurdî li Tirkiyê... TRT6: Qenala kurdî ya dewletê ku dixwaze hemû kurd bibin Misilmanên Sunnî û Hanefî... Erdogan: Mînaka herî baş ku di siyasetê de berjewendî çawa tê bikaranîn, mirov dikare jê fêr bibe. Kemal Bûrkay: Şaîr, nivîskar û siyasetmedar. Lê di bîr û raya xwe de tundparêz. Bawerî tenê bi rastiya xwe tîne. Amed: Xwezî bi wê... Stenbol: Bajara mecburiyetê ya Fehîm Işik... Rewşenbîrên kurd yên li Stenbolê: Wekî rewşenbîrên kurd ya her derê jiyanê; ango rengo rengo... Lê belkû ‘rewşennebîrên’ ku bi vî awayî tên navkirin, ji her derên din ya jiyanê piçek zêdetir… Hevaltî: Tiştê ku her ku diçe kêm dibe... Rexne: Peyva ku kurd wateya wî nizanin, wekî çêr fam dikin. Mehmet Uzun: Çûyîna bêwext. Jiyan: Yê ji kurda re zêde tê dîtin... PKK: Herkes û her alî bi xwe ve mijûl dike; ji xwe girseya siyaseta kurd divê wiha be; ango herkes û her alî bi xwe ve mijûl bike. AKP: Di dersa siyasetê de babeta herî baldar; ders hê jî didome. Xerîbî: Tenêtî, tunetî... Mirin: Tiştê di wexta xwe de xweş… Dêbav: Nehiştin ku em bi dêbav bijîn, dêbavtî ji zarokên xwe re bikin...
Gotina te ya dawî ji bo xwendevanên Nûkurdê çi ye? - Sipas ji www.nukurd.com re. Malpera Nûkurd: Hevpeyvînek ligel Fehîm Işik - nukurd.com Yükleniyor...
NÛÇEYÊN TÊKILDAR
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|
|