|
Kêliya Dawî
Erdogan çav berdaye şaredariya Amedê
Tarafê dîsa 'goh'ê Erdogan girt
Daxwuyaniyek ji Serokatiya Kurdistanê
PKKê 6 cerdevan girtin
Muzafer Ayata li ser hevdîtinên PKK û Dewleta Tirk axivîNÛKURD - Muzaffer Ayata weke berpirsekî PKKê li Ewropayê tê binavkirin.
Muzaffer Ayata ji ber endamtiya PKKê di 1980î de tê girtin û 20 salan di zindanên Tirkiyeyê de dimîne. Piştî berdana wî di sala 2000î de, ew tevlî xebata partiya HADEPê li Tirkiyeyê dibe û 2002ê ji Tirkiyeyê derdikeve û diçe Almanyayê. Li Almanyayê jî Muzaffer Ayata ji ber endametiya PKKê tê girtin, salek û nîvê (2008-2009) di zindanê de dimîne. Herçiqas Tirkiye radestkirina Muzaffer Ayata ji Almanyayê dixwaze, ew nehat radestkirin. Muzaffer Ayata niha li Almanyayê dijî, ne weke kesekî ku mafê penabertiyê wergirtiye, lê weke kesekî ku mayîna wî li Almanyayê tê tehmûlkirin (Duldung). Muzaffer Ayata weke berpirsekî PKKê li Ewropayê tê binavkirin.
Hevdîtin bi giranî ligel Îmralî û Serokatiya PKKê hatin meşandin Herkes li hêviyê bû ku pirsgirêka kurd bikeve ser rêya çareseriyek aşîtiyane, çi qewimî ku van bûyerên dawiyê di navbera PKKê û Tirkiyeyê de dest pê kirin? Muzaffer Ayata: Di rastiyê de tiştek neqewimî, meseleya zihniyeta dewletê, siyaseta dewletê ji bingeh de nehate guhertin. Kurdan ji aliyê ve, ji bo ku ev yek biguhere, pir li ber xwe dan. Ji sala 1993ê û vir ve aliyê kurd 7 caran agirbest îlan kir. Evyek ji aliyê dewletê hate xwestin, Kurdan jî bersiv da, çek rawestandin, xwestin ku Tirkiye were guhertin, di nav aşîtiyê de, di nav azadiya gelan de Tirkiye bibe ya Kurdan jî. Li Tirkiyeyê di sala 1923ê de sîstemek wiha çêkirin û gotin ev welatê Tirkan e, her kesê dive Tirk be, qanûna bingehîn jî wiha bû. Qanûn niha jî wiha ye, yê ku li Tirkiyeyê dijî, Tirk e. Bi giranî bi Îmraliyê re, bi serokatiya PKKê re hevdîtin hatin meşandin. Li Osloyê hatin meşandin, li Başûr têkilî çêbûn, hereketa Başûr jî xeberdar in, di nav vî karî de ne. Yanî Kurdan xwest ku şer û doza 100 salî di nav Kurd û Tirkan de bi aşîtiyê were çareserkirin. Lê sedem çi bû ku hikûmetê xwe paşve kişand? Muzaffer Ayata: Hikûmetê 3 hilbijartin qezenc kirin, hemû di nav agirbestê de bûn. Her ku çû, bihêztir derket. Li gora rêkeftinê diviyabû hikûmetê Komisyona Qanûna Esasî çebikra, konseyek çekiribûye, ji bo aşîtiyê konseyek çêkiribûye, ji bo çek ji kok de bêne rawestandin komisyonek çebikra, lê ji hilbijartinê û şûnde hikûmetê bersiv neda vê, muxatab negirt. Heyet diçûn Îmraliyê, rêkeftin tevde çêkirin û Qendîlê jî qebûl kir Sedem çi bû? Muzaffer Ayata: Heyet diçûn Îmraliyê, rêkeftin tevde çêkirin, Qendîlê jî qebûl kir. Sedem, hikûmetê li gora şertê xwe musaît nedît, xwe hîn biheztir dît, ji xwe re got min artêş, polîs, îstixbarat, dewlet, qanûn hemû zeft kiriye, ez dîn jî, Îslamê jî bi kar tînîm, got ezê êrişekê bînim ser Kurdan, partiyên Kurdan, serokatiya Kurdan lawaz bikim û şerten xwe bi wan bidim qebûlkirin. Tevaya meselê ji vir derket: operasyon nehatin rawestandin, siyasetmedarên Kurdan ji zindanan nehatin berdan, qanûna terorîzmê nehat sistkirin, nehat rakirin, yanî di çûyîne de tiştek nehat guhertin. Jixwe digotin em ê qanûnek nû derxînin û niha jî dibejin, lê di pratîkê de Kurdan krîmînîze dikin, li dijî parlementeran dozên nû vedikin, cezayên giran tên xwestin. Di van şertan de aşîtî û çareserî wê çawa pêk bê, bêguman ev pirsgirek mezin e. Rojnameyên Fethullahciyan, televizyonên wan, yên AKPê şerekî psîkolojîk, şerekî tarî, reş dimeşînin. Aliyê Kurdan xirab nişan didin, doza wan rewa nabînin, dixwazin hemû Kurdan di bin şemsiya AKPê de kom bikin. Niha vê yekê tecrûbe din, ewê çiqasî bi ser bikevin, bi ser nekevin, ev tiştekî dine. Kurdan xwe ji hevdîtinan ne kişandine û ne reviyane, dive hikûmet bi xwe biryara xwe bide Jixwe hevdîtiyên Osloyê yên di navbera PKKê û dewleta tirk de jî nehênî bûn, paşê eşkere bûn. Gelo mimkun e di vê rewşê de dîsa hevdîtinên bi vî rengî dimeşin û hayê me jê nine? Muzaffer Ayata: Na, niha hevdîtin tune, ji ber ku niyeta dewletê hîn eşkere nebûye. Ji xwe serokwezîr dibeje em hevdîtinê nakim, dibeje bi terorîzmê re şer berdewam e, hêzên taybet amade dikin, doza KCKê kûr dikin, bi hezaran kes binçav dikin. Di vê atmosferê de çawa wê hevdîtin pêk werin? Hikûmet bi xwe divê biryara xwe bide, ji ber ku Kurdan xwe ji hevdîtinan nekişandine, Kurd ji hevdîtinan nereviyane. Hevdîtinên ku li Ewropayê li dar ketin, li Norwêcê bûn. Bêguman haya hikûmeta Norwêcê ji van hevdîtinan hebû. Norwêcê bi xwe jî di vê pêwendiyê de rolek leyîst? Muzaffer Ayata: Bêguman toleransa wan, alîkariya wan hebûye, wekî din hewqas însan nikarin herin û werin. Ji ber ku hinek însal ji Qendîlê têne vir, serbest nikarin werin û biçin Ewropayê. Piştgiriyek baş dan wan, xwestin ev rewş bi aşîtiyê çareser bibe. Weke hûn dizanin Norwêc hîn bêtir bêalî ye, Kurdan û PKKê jî weke terorîst binav nake, rewşa Norwêcê jî musaît e ji bo vê yekê. Kurdan jî û Tirkan jî qebûl kir ku hevdîtin li wir çêbibin, dewletê jî alîkarî da. Ji vir û şûnde wê bi çi rengî were meşandin, neyê meşandin, hikûmetê werê ser maseyê, neyê, ew jî ne diyar e. AKP hakimê her tiştî ye Li aliyekî ev hevdîtinên dawî û li aliyê din jî binçavkirina gelek siyasetmedarên kurd li Bakurê Kurdistane. Tirkiye bi vê helwestê dixwaze xwe bighîne kîjan pozisyonê? Meseleya kurd bi vê yekê çareser dibe? Muzaffer Ayata: Li gor min nabe, li gor ezmûna 80 salî nabe. Weke ku hûn jî dizanin, desthilat, îqtidar hinekî jî nexweşî ye. Niha li Tirkiyeyê ji bilî Kurdan her kes di bin kontrola hikûmetê de ye, artêş jî di nav de. AKP hakimê her tiştî ye. Ji bo Kurdan jî ûsûlekî demokrasî naxwazin, hem neteweperest in, hem muhafezekar in, hem jî dewletçî ne. Ji ber vê yekê Kurdan tehmûl nakin, dibejin divê Kurd jî weke me bin, çi çareserî me anî, divê Kurd îtiraz nekin. Û Kurd jî nikarin qedera xwe teslîmî partiyek Tirkan bikin, ji ber vê yekê nameşe. Hem hat ragihandin û hem we jî got ku rayedarên Başûrê Kurdistanê jî di nav vê meseleya hevdîtinan de hebûne. Piştî wan jî dîtin ku sozên ku Tirkiyeyê dabûn bi cîh nayinê, ew bi xwe çi helwestê li hemberî vê yekê nîşan didin? Gelo ji vê navbeynkariya xwe poşman bûne, anjî dilsar bûne? Muzaffer Ayata: Na. Û bêguman rasterast tesîrek wan a mezin li ser Tirkan tune, yanî nikarin ji Tirkan re bejin divê hûn wiha bikin, heta di bin zextê de ne, niha jî di bin zextê de ne, Tirk zextê li wan dikin. Li gel Bexdayê biryarên muşterek digre, dibejin em ê leşkerê Bexdayê bînin sînorê Qendîlê. Bila ew herin Qendîlê. Ev jî ji bo desthilata Kurdan rasterast tecawiz e, destwerdan e. Ji berê de Bexda vê lîstikê dilîze, leşkerên xwe dixe herêmên Kurdan. Ji aliyê Îranê û Tirkiyeyê jî ew bi xwe dixwazin bikevin herêmê, yanî ji herdu aliyan de Kurdên Başûr di bin zextê de ne. Ew jî divê polîtîka ku piştgiriya aşîtiyê dike, ku pirsgirêka Kurdan li Tikiyeyê bi aşîtiyê çarese bibe, divê pozisyonek saxlem bigrin. Di asta navnetewî de jî dikarin di aliyê meşrû nîşandana xwestekên Kurdan de bibin alîkar. Yanî tiştekî ku ne mafê me ye, em naxwazin. Li Tirkiyeyê be, li Sûriyê be, em tenê mafên xwe dixwazin. PKK berjewendiyên başûr li ber çavan digre û heta niha li hemberî wan bi ti dewletekê re ti îttifaq çênekiriye Weke hûn jî dizanin û we jî got, rayedar û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê di bin zextên Tirkiyeyê de ne. Û jixwe gelek caran rayedarên Başûr gazincan ji PKKê û Tevgera Bakur bi giştî dikin ku rewşa Başûr li ber çavan bigrin û li gor wê tevbigerin. Çiqasî PKK van daxwaz û berjewendiyên Başûrê Kurdistanê li ber çavan digre? Muzaffer Ayata: Bêguman partî van berjewendiyan hertim li ber çav digre. Heta niha partiyê li Başûr li dijî wan partiyan, wan hereketan ti kar û xebat nemeşandiye, ti zerar negihandiye wan, li hemberî wan bi ti dewletekê re ti îttifaq çênekiriye. Em li heberî dijminên xwe tenê sûd ji çiyayên xwe werdigirin Lê dibejin dema ku PKK ji Başûr êrişan dibe ser hêzên Tirkiyeyê li Bakur, baheneyê didin Tirkan ku êrişî me bikin. Muzaffer Ayata: Bêguman ew propagandaya dijminê me ye, dixwazin me ji wir derxînin. Baş e, eger em ji Qendîlê derkevin, em bi kû de biçin? Yanî bila Kurd jî vêya ji xwe bipirsin, em bi kû de biçin? Tirkiye ji dixwaze me ji ortê rake. Yanî ne ku em bi kêfa xwe li wir in. Yanî ew der jî welatê me ye û PDK û YNKê jî em bi zanebûn li hemberî Tirkan nebirine wir. Em welatiyê hev in, ew çiyayê me ye, me ji vê yekê sûd wergirtiye, em tenê hemberî dijminê xwe ji çiyayên xwe sûd werdigrin. Me ne tecawizî hikûmeta kesekî kiriye, ne me erdê kesekî desteser kiriye û ne jî çavê me lê ye ku em erdê kesekî bikin yê xwe. Niha eger li Tirkiyeyê pirsgirêka kurdî çareser bibe û aşîtî were, herkes jî dizane ku wê li Qendilê gerîllayên PKKê nemînin. Heta em dixwazin ku sînorên me jî ji holê rabin, ev sînor Kurdan bi xwe di navbera xwe de dananîne, kesên din ev sînor çêkirine. Ewropayê û Tirkan li Lozanê çêkirine, ev ne sînorên me ne, em dixwazin ku ew jî ji ortê rabin. Di her hêlê de zext û lîstik hene, em ji hiqûqa navnetewî bêpar hiştine, kurd ji wan mafan bêpar hiştine. Yükleniyor...
NÛÇEYÊN TÊKILDAR
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|