|
Kêliya Dawî
Erdogan çav berdaye şaredariya Amedê
Tarafê dîsa 'goh'ê Erdogan girt
Daxwuyaniyek ji Serokatiya Kurdistanê
PKKê 6 cerdevan girtin
Murat Karayilan bangî AKPê dike: Kerem bikin, em referandûmê çêkin!NÛKURD - Karayilan, 'madem pirraniya Kurdan alîgirê we ne, kerem bikin, em referandûmê çêkin!'
Serokê Konseya Rêvebir a KCKê Murat Karayilan di hevpeyvînek dirêj de pêvojiya dawî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji Rûdawê re nirxandin. Hemû parçeyên Kurdistanê hevxemiya xwe ji bo bûyerên li Bakur ên di derbarê komkujiya 35 karwaniyên Bakur de nîşan dan. Lê li Herêma Kurdistanê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve peyam û şande ji bo taziyê hebû. Herwiha ji aliyê hêzên din ve jî. Hûn hest dikin ku hevxemî di asta pêwîst de bû? Bêguman ev komkujî bi plan, bi biryar û di hundirê koordînasyonekê de pêk hatiye. Lê helwesta ku gelê Kurd li hemberî vê raber kirî, nerazîbûna ku li hemû deran pêşxistî bi rastî pirr girîng e. Li her çar parçeyên Kurdistanê û heta Kurdên derveyî welat tevahiya Kurdan ev komkujiya li Roboskî şermezar kirin, hevxemgîniya xwe raber kirin û xwestin ji kesên ku ev kiryar kirî, ji hêzên dagirkeriyê, hesab bê pirsîn. Li şehîdên xwe xwedî derketin. Ev tiştek girîng e. Di serî de siyaseta Herêma Kurdistana Başûr jî helwesta xwe raber kir. Bi taybetî Serokê Herêma Kurdistanê hem roja merasîma şehîdan şandeke xwe şand, li wir amade bûn, hem jî duh ji bo taziyê. Ki bo sersaxiyê cardin şandek çû herêmê cihê taziyê, li wir amade bû, axaftin kir. Ev helwestek nazik e, erênî ye. Ez ji ber vê helwestê ji bo rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê spas dikim. Bi giştî siyaseta kurd di pêşxistina helwesta li dijî komkujiyê de gihîşt astekê. Erdogan ji bo bûyera hunermend Rojînê daxwaza lêborînê kir, lê ji bo kuştina 35 welatiyan ti daxwazeke lêborînê nekir. Hûn vê yekê çawa şîrove dikin? Niha li dijî Rojînê midûrê TRTê dijûnên giran kir. Ev midûr kesekî nêzî Erdogan e û wî erkdar kiriye. Piştî ku ev dijûn di çapemeniyê de belav bûn, Erdogan ji bo wî tiştek negot, ew hîna li cihê xwe ye. Lê çend deqeyan telefon vekiriye, lêborîn xwestiye. Çiqas samîmî ye? Eger bi rastî samîmî ye, bila midûr ji erk bigirta. Lê ew di wir de difikirê ku belkî Rojîn li hemberî Têkoşîna Azadiyê li aliyê xwe bigirê, belkî di demên pêş de bikar bînê. Ji bo wê ev hewldan pêşxist. Yanî ew niha dibêjê, midûr wiha êrîş bir ser, ewê biçe cem PKKê. Ji bo wê hewldana lêborînê pêşxistiye. Ez bawerim Rojîn bi xwe jî vê fêm dikê. Wekî jineke kurd û hunermend divê saziyên kurdî jî lê xwedî derbikevin. Eger 35 kesên Tirk li Bûrsayê an jî Îzmîrê bihatine kuştin, wê hemû dewlet li wir amade bibûya. Wê herî hindik 3 rojan şîn îlan bikiran. Lê ji ber Kurd in tiştek nekirin. Cudakariyeke eşkere heye. Çima ji Başûrê Kurdistanê şandeyekî Serokê Herêma Kurdistanê sînor derbas dike, diçe li torena cenazeyan amade dibe, hemû BDPyî ji Stenbol, Enqerê tên amade dibin, lê yek nûnerekî hikûmeta tirk nehat? Waliyê herêmê jî nehat. Piştî 3 rojan qeymeqamê Qilabanê hat, ew jî malbatên şehîdan êrîşî ser kirin, bi zor û zehmet BDPyiyan ew xilas kirin. Eşkereye ku ne li xema wan bû, heta kêfxweşî jî pêşxistin. Ji bo vê yekê nivîskar Ahmet Altan got, “Ez li hemberî vê yekê şermeke mezin dijîm.” We ragihand ku hûnê tola wan 35 karwaniyan hilînin. Bi nêrîna we ne baştir e ku heyfhilanîn ne bi çek û êrîşan be, bi siyasetê be. Ji ber niha Dewleta Tirk li ber rexneya ne. Piştî êrişek we ya tolhildanê wê gotina Tirkiyeyê û helwesta wan bihêz nebe? Min wiha gotibû: “Bila kes meraq nekê, em xwîna van însanên xwe li erdê nahêlin. Emê hesabê wan bipirsin.” Min wiha gotibû. Ev hemûyê dixe hundirê xwe. Mesela niha gelê me li her derê xwepêşandanan pêşdixe, hesab dipirse. Emê bi siyasî hesab bipirsin, bi dîplomatîk hesab bipirsin, bi huqûqî wê hesab bê pirsîn. Pêwîst be emê bi leşkerî jî hesab bipirsin. Yanî em bi her zimanî têkoşînekê dimeşînin û emê bi her şêwazî jî li van 35 ciwanên xwe xwedî derbikevin, xwîna wan li erdê nehêlin û emê hesabê ji dagirkeriya Tirkiyeyê bipirsin. Min di vê çarçoveyê de anî ziman. Ez bawer dikim belkî şaş hatibe fêmkirin. Hûn gotinên Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Arinç ên dibêje “Emê di destûrê de mafê Kurdan bidin, li ser nasname û zimanê kurdî mikûr bên” çawa dinirxînin? Di gotinên Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bûlent Arinç de samîmiyet nîne. Em wan gotinên wî di çarçoveya şerê taybet ê li dijî me dimeşîne de digirin dest. Niha Dewleta Tirkiyeyê li hemberî Têkoşîna Azadiya Kurd şerekî giştî dimeşîne. Gotinên wiha jî dem bi dem tavêjin holê ji bo ku bi hinek derdoran re hêviyê çêkin, sistiyê çêkin û cudakariyê çêkin. Yanî axaftinên bi armanc in, ne samîmî ne. Eger Bûlent Arinç samîmî ye, bila tecrîta li ser Îmraliyê rakê, bila siyasetmedarên Kurd - 5 hezar kes bê sûc, bê sebeb girtine, avêtine zîndanê - berdê. Bila operasyonên kuştinan bisekinînê. Bila gav bavêjê; çima diçe di meclîsê de diaxive? Hemû kesên pêşeng girtine, kirine zîndanê û nahêle bi zimanê zikmakî xwe biparêzin, di dadgehên xwe de kurdî qedexe dike; derdikeve dibêje, “Emê hemû mafên Kurdan bidin.” Emê çawa pê bawer bikin? Ew ji bo ku ser bi komkujiyên ku dikin bigirin û xwe veşêrin, heqîqeta xwe derçav bikin, axaftinên wiha dikin. Çi qîmeta xwe ji bo me nîne.
Li ser pakêta duyemîn a ‘Pêşîvekirina Demokratîk’ a ku Beşîr Atalay behs dike, ti axaftinek li gel we û aliyê kurdî bi giştî hatiye kirin, hûn ji vê yekê çi hêvî dikin? Di navbera me û Dewleta Tirkiyeyê de çi axaftin nîne. Li gorî ez dizanim di navbera Dewleta Tirk û çi aliyê kurd de jî axaftin nîne. Berî her tiştî lazime mirov vê bipirse: ‘Pêşîvekirina Demokratîk a Yekemîn’ çi bû ku dikê yê duyemîn pêşbixê? Ev Beşîr Atalay du salan pêde ji tevahiya civakê re derew kirin. Got “Em Pêşîvekirina Demokratîk pêşdixin.” Dûv re derket holê ku ‘Pêşîvekirina Demokratîk’ bi esasî tesfiyekirina Tevgera Azadiyê ye. Niha jî hinek tengav bûne û dibêjin, “Di pêş de emê Pêşîvekirina Demokratîk a Duyemîn jî bixin rojevê.” Lê belê hema li kêleka wê Beşîr Atalay çi dibêjê? Dibêjê, “Em li ser esasê stratejiya entegreya yek alî dixebitin.” Yanî ew bi xwe eşkere dike. Ew naxwazin Kurdan wekî muxatab bigirin. Ew dixwazin Kurdan bi xwe re bikin yek. Entegrasyon ew e. Dibêjin, “Birayên me ne. Kurd hene, dikarin klamên xwe bibêjin, dikarin bi zimanê xwe biaxivin.” Tiştên wisa dibêjin, lê belê Kurdan wekî netewe qebûl nakin. Pirr zimanekî polîtîk, sergirtî û durû dimeşînin.
Çûyîna du grûbên aştiyê yên ji Qendîl û Mexmûrê, di çarçoveya guftûgoyên li Oslo yên navbera Tirkiye û we de bûn? Guftûgoyên li Oslo ji bo çareseriyeke mayînde guftûgoyên hîn ciddî bûn. Niha ne rast e û ne di cih de ye ku mirov çi guftûgoyên hatine kirin eşkere bike. Lê belê ji bo çareseriyê hem li Îmralî, hem jî li Oslo bi rastî nîqaşek hebû. Mijara çûyîna Grûbên Aştiyê wekî tiştekî di navberê de bû. Bîzat pêşniyara Erdogan bi xwe bû. Hem ji bo Serokê me şanda xwe şandibû Îmralî, hem jî heman peyam ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî jî şandibû. Di van her du cihan de jî peyam gihîşte me. Me wê çaxê di nava xwe de jî guftûgo kir û me biryar da ku em du grûban bişînin. Li ser wî esasî ew grûb ketin rojevê. Yanî li ser daxwaziya Erdogan ket rojevê. Wê demê jî pêvajo ber xitimandinê bû. Ji bo pêşî li pêvajoya çareseriyê vebê me guncaw dît. Lê Erdogan jî ji bo destê xwe hîn xurtir bike ev taleb kir.
Rola Herêma Kurdistanê di sazkirin û rêvebirina wan guftûgoyan de çibû? Wekî hatiye belavkirin, hinek guftûgo li Selahedîn jî hatin kirin? Ji bo guftûgoyên di navbera me û Dewleta Tirkiyeyê de, saziyeke navnetewî li Ewropayê ket navbera me û guftûgo li Ewropayê ji aliyê hevalên me yên Ewropa de hat pêşxistin. Heman demê li Îmraliyê guftûgo hebûn. Du salên ewil ne yekser bûn, bi rêya navbeynkaran dimeşiya. Lê 3 salan dem bi dem wekî heyet ji her aliyekî 4-5 kes bi şêwazekî fermî li hev rûdiniştin, nîqaş dikirin û her di rûniştinê de hinek encamên ku digihîştinê hebûn. Lê mixabin aliyê Tirkiyeyê ti caran ev encamên di civînan de ketibûn bin biryarê pêk neanî. Yanî li aliyekî em bi hev re rûdiniştin, li aliyekî jî siyasetmedarên kurd digirtin. Li aliyekî em bi hev re rûdiniştin, li aliyê din dem bi dem operasyonên leşkerî dikirin. Me digot, ev çima dibe? Digotin, “wileh ev cenahekî cuda ye, em nikarin kontrolê li ser çêkin, em hewl didin bisekinînin.” Yanî her wiha digotin; lê dûv re jî me fêmkir ku ne wiha ye. Hemû gişt yek dest in. Ew guftûgo li Oslo çêbûn; ti caran li Selahadîn çênebû. Ew nûçeya bi vî awayî derketî ne rast e.
Niha ti guftûgoyek heye an jî ti hewldanek ji bo destpêkirina guftûgoyên di navbera we û Tirkiyeyê de dîsa hene? Na, niha di navbera me de çi guftûgoyên nû tune ne. Wisa xuya dike ku zû bi zû jî çênabe. Car caran hinek rojnamevanên Tirkiyeyê şîrove dikin û dibêjin gumane ku guftûgo hebe. Ew bi armanc van tiştan dixin rojevê. Ji bo di nav refên me de teredûtê, dudiliyê çêkin tiştên wiha dibêjin. Di heqîqetê de tiştekî wiha tune ye. Ew heya şert û mercên me qebûl nekin em wekî ew hêvî dikin gava paşde navêjin. Ew jî vê dizanin. Ji bo wê niha biryar girtine; dixwazin berê darbe li me bixin, me lewaz bikin ku heta em şert û mercên wan qebûl bikin, wiha pêvajoyeke nû pêşbixin. Ango heta em li ser lingan bin, bihêz bin ew niha tiştekî wiha naxin rojevê.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke li gel Dengê Amerîka (VOA) de got, niha ligel PKKê hewldanek me ya ji bo dirûstkirina statuyek bê şiddet û çek heye. Ev hewldan çi ne? Ya rastî vê pirsê divê hûn ne ji min, ji kek Mesûd bipirsin. Lê ez dikarim di derheqê vê mijarê de hinek tiştên cuda bînim ziman. Em wekî aliyê kurd, çi Serokê Herêma Kurdistanê kek Mesûd dibe, çi em wekî aliyê PKKê dibin, em dixwazin pêvajoyeke bê şîddet û bi aştî pêşbixin. Em dixwazin Pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên aştiyane çareser bikin. Em ji vê re vekirîne. Lê em ti caran li hemberî dagirkeriyê, ji teslîmbûnê re, ji gav paşde avêtinê re qet û qet ne vekirîne. Di dema ziyareta kek Mesûd de ez bawer im Erdogan ji kek Mesûd taleb kiribû ku pêvajoyeke nû ya wekî agirbestê pêşbixe, ji bo vê hewl bide. Ez baş nizanim, lê şîroveya min wiha ye. Belê, kek Mesûd ku ji Tirkiyeyê vegeriya, bi dest xwe re êrîşên hewayî destpê kirin, operasyonên bejayî destpê kirin û tiştê din ê herî girîng, li ser siyasetmedarên kurd operasyonên di bin navê KCKê de hîn geş kirin û herî dawî jî li ser parêzerên Serok APO operasyonek pêşxistin ku di ti dera cîhanê de di yek operasyonê de 35 parêzer nayin girtin û nayin zîndanîkirin. Lê Dewleta Tirkiyeyê ev kir. Mîsal Erdogan, eger ji bo axaftinên xwe yên bi kek Mesûd re rêzdarî bigirta, dikarî mehekê aramî çêkira an jî pêvajo bi asayî bimeşiya. Lê wiha nebû. Piştî ku kek Mesûd ji Tirkiyeyê derket û çend roj şûnde êrîşên berfireh li ser me pêşxistin.
We di hevpeyvîneke berê de got, biryara rêxistana ETA ya ji bo danîna çekan rast e, lê hê li Tirkiyeyê ew rewş çênebûye ku em çekan danin. Eger hûn bi çend xalan rêz bikin, rewşa ku pêwîste derkeve çi ye? Li welatê ETA Baskê otonomî heye. Wekî hûn dizanin li Spanyayê ji bo gelên cuda mafê otonomiyê hatiye dayîn. Hem li Katalonya heye, hem li Baskê heye. Di van otonomiyan de hemû maf pêk hatine. Li welatê me Kurdistanê jî tiştekî wekî Bask, Katalonya pêwîst e. Divê Tirkiye jî wekî Spanya xwe bigehîne destûreke nû. Jixwe niha di Tirkiyeyê de mijara destûrê heye. Em dibêjin destûra Spanya dikare wekî nimûne be. Di vê çarçoveyê de we gotiye çend xal; ez xalan bihejmêrim:
Ji ber ku dixwazê bi çek me tune bikê em jî xwe bi çek diparêzin. Jixwe heta ku tehdîta Dewleta Tirkiyeyê, artêşa Tirkiyeyê li ser hebûna gelê Kurd, li ser destkeftiyên gelê Kurd hebe wê her gerîlla jî biçek be. Lê belê di warê destûrî de hebûna gelê Kurd qebûl bibe û di hundirê Tirkiyeyê de ti tehdîtê li ser gelê Kurd nemînê wê çaxê wê tehdîta artêşa Tirkiyeyê li ser Başûrê Kurdistanê jî rabê. Ango eger Kurdên di nava xwe de qebûl bikê, Kurdên derveyî xwe jî ne hewceye wekî dijmin bibînê û jê bitirsê. Wê çaxê tê wê wateyê ku xeteriya li ser Bakur jî, Başûr jî radibe û mijara ku tu çek deynî dikare bikeve rojevê.
Nivîskarê Rojnameya Radîkal a Tirkiyeyê Avnî Ozgurel di gotareke xwe de dibêje, “PKK wê berî havîna 2012’an çekan dane.” Hûn van gotinan çawan dinirxînin? Rast e, ne tenê Avnî Ozgurel, Taha Akyol û hinek nivîskarên din jî di şîroveyên xwe de dibêjin “PKK wê heya havîna 2012ê çekan daynê.” Van şîroveyan li ser kîjan hesaban dikin ez baş nizanim. Lê ez difikirim ku ew planên AKPê dizanin û AKP dihesibîne ku wê vê zivistanê êrîşan li ser me geş bike, biharê jî berdewam bike û me bi piranî tesfiye bikê, bi vî awayî bigihe encamê û wiha wê pêvajoyeke nû pêşbixe. Belkî li ser vî hesabî şîroveyên wiha dikin. Ji ber ku AKP dibêje “Emê pişta PKKê bişkînin, wê çaxê PKK wê mecbûr bimîne daxwaziyên me qebûl bike û wê dev ji çekan jî berdin.” Ango dixuye ku planeke AKPê ya bi vî şêwazî heye, ev kes jî dizanin. Gumane li ser wê van şîroveyan dikin. Leyla Zana di hevpeyvîneke ligel Rûdawê de got, “pêwîste referandûm bê kirin an jî çareseriyeke nêzî federaliyê hebe.” Hemû partiyên Tirkiyeyê, bi taybet jî CHP û MHPê, qiyamet rakirin. We piştgirî dayê. Hûn niha ber bi wê yekê ve diçin ku li Bakurê Kurdistanê daxwaza federalî an jî referandûmê bikin? Bi esasî niha em di navbera xweseriya demokratîk û federaliyê de ciyawaziyeke pirr mezin nabînin. Rast e, sîstemek cuda ye, lê em di aliyê azadbûna civakê de ciyawaziyeke mezin nabînin. Mesele ew e ku Dewleta Tirkiyeyê fêm bike ku êdî netewe-dewlet û di yek navendê de bi şêwazekî navendî rêvebirina welatan dema xwe tê bihurandin. Êdî li ser rûyê erdê sîstemên rêveberiyên herêmî pêşdikevin. Niha Tirkiye vê qebûl nakê. Lê êdî ev di cîhanê de pêşdikeve û em Kurd jî vê wekî perspektîfa çareseriya Pirsgirêka Kurd dibînin. Heman demê demokratîkbûna herêmê jî di vir re derbas dibe; demokratîkbûna Tirkiyeyê jî encex wiha bibe. Ji bo wê projeya Xweseriya Demokratîk a me pêşniyar kirî, em ji bo tevahî Tirkiyeyê pêşniyar dikin. Di vê çarçoveyê de pirsgirêka Kurd jî wê çareser bibe. Tirkiye vê qebûl nakê. Dema vê qebûl nakê, tiştekî ku ileh em jî pêve girêdayîne nîne. Wê çaxê emê jî li rê û rêbazên cuda bigerin. Em wekî Kurd ne mecbûr in ileh di yek projeyê de, heta dawî bimînin û di bin her şert û mercî de bi Tirkiyeyê ve girêdayî bin. Na. Madem Tirkiye ewqas zextê li me dike, hîç tiştekî me qebûl nakê wê çaxê emê jî bikevin nav lêgerînên cuda. Niha AKP gellek caran dibêje ku “Kurd pirranî bi min re ne”, bi esasî ne rast dibêje. Kurd pirranî ne bi wana re ne. Eger bi wana re ne, madem pê bawer dikin, bila kerem bikin, em referandûmê çêkin. Helbet dewlet daxil, ji bo hemû tiştî mafê gelê Kurd jî heye. Çi kêmahiya gelê Kurd ji Tirk, Ereb û Farisan nîne. Ji bo wê yekê em dibêjin divê dewletên li ser Kurdistanê dagirker projeyê ku gelê Kurd pêşniyar dike, qebûl bikin. Ku qebûl nekin, wê çaxê bila serî li referandûmê bixin. - Çend caran gelek aliyan, bi taybetî jî Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ji bo Tirkiyeyê navnîşana rast, guftûgokirina li gel PKK û Ocalan e. Hûn ne di wê baweriyê de ne ku êdî Tirkiye jî ji wê yekê têgihîştiye ku nabe êdî PKK û Ocalan bên tecrîdkirin? - Rast e, gelek derdor wekî we anî ziman çareserî wê çawa çêbibe eşkere kirine. Bi taybetî birêz Nêçîrvan Barzanî jî di ragihandinekê de ev anîbû ziman ku çareserî bi Ocalan û PKK’ê dibe. Jixwe heqîqet jî wisa ye. Ev tespît watedar in û rast in. Jixwe di pirsgirêka Kurd de çareserî encex wiha bibe. Dewleta Tirk pir ji mêj ve hewl da ku kesên cuda bibînê, bi rêyên wan jî hewldanên çareseriyê pêşbixê, lê nikarîbû zemîna wê çêbike. Ji bo wê jî eger wê aştiyek çêbibe, rêya xwe zelal bûye. Dewleta Tirkiyeyê wê kengî vê qebûl bikê? Encex ku bibînê nikarê tesfiye bikê, mimkune qebûl bikê. Niha li ser me wekî min li jor jî anî ziman, êrîşek heye. Eger di vê êrîşa xwe de negihijê encamê, berxwedana me biser bikevê, wê çaxê wê mecbûr bimînê ku tecrîtê rakê, mecbûr bimînê êdî heqîqetê bibînê û qebûl bikê. Hûn vegera Kemal Burkay û vê dawiyê jî redkirina Xelata Ataturk çawan dinirxînin? Hevalên Kemal Bûrkay yên PSK’ê ji me re gotin ku “Kemal Bûrkay dixwazê werê welat, lê bes ne bi nasnameyeke siyasî. Dixwazê aktîf siyasetê nekê; zêdetir nivîskariyê bikê. Wekî kesekî asayî dixwazê vegerê.” Me jî got, wiha baş e, em jêre tiştekê nabêjin. Ango me erênî dît. Lê belê piştî ku hat û şûnde axaftinên pêşxistî, bi taybetî li hemû kanalên AKPê yên dewletê geriya û zimanê bikar anî, hem nêzikbûnên hikûmeta AKPê û hem jî nêzikbûnên Bûrkay bi xwe eşkere kir ku li ser projeyekê hatiye. Vaye niha AKP hemû siyasetmedarên Kurd digire û dike zîndanê. Ev gişt bê sûc û bê sedem in. Dunya alem her kes dizane ku van kesan di xebatên veşartî de cihê xwe negirtine, di xebatên çekdarî de cih negirtine. Vana gişt digirin û dikin girtîgehê, lê bes serokekî kurd ku 35-40 sal in li dijî dewletê jî, efû kir û anî Tirkiyeyê. Ev bi hev re nakok bûn. Me cardin jî got, ka wê çi jê derdikeve? Lê xuya bû ku AKP dixwazê alternatîf amade bike; ji van alternatîfan yek jî vaye Kemal Bûrkay e. Ku nebe alternatîf jî, dixwazê bêjê ku ez ne li dijî hemû Kurdan im, ez gellek Kurdan digirim gel xwe û efû dikim; lê bes ez li dijî terorê me, ez li dijî yên şîdetê bikar tînê me. Dixwazê wê raber bikê. Baş e, tu li dijî yên şîdetê bikar tînin disekinî. Ma parêzeran jî şîdet bikar aniye? Ma rojnamevanan jî şîdet bikar aniye? Ma 5 hezar siyasetmedar gişt biçek bûn? Na. Ya rastî min nebihîstiye ku Xelata Ataturk red kiriye ango mijara xelatê min nebihîstiye. Jixwe qebûl bikira ev tiştên min gotî, binê wê dihat mohrkirin. Xelata Ataturk çi ye?! Ev tê wê wateyê ku bi rastî bikin qeşmerî. Bi nêrîna min ji bo Kurdekî pêşniyara Xelata Ataturk tenê bi serê xwe niyeta xwediyê pêşniyarê zelal dike. Bûrkay, red kiriye ne kiriye ew ne girîng e. A girîng ew e ku dewlet li ser wî çi difikire? Ew ji bo çi hatiye? Di vir de jî zelal dibe ku dewlet dixwazê wî bikê çi qalibî. Gunehe ku siyasetmedarekî xwe welatparêz û sosyalîst dibîne, piştî 40 salî xwe bike vê rewşê. Dikê Xelata Ataturk bidin Kurdekî! Min ev nebihîstiye. Ez nizanim. Lê kîjan Kurd dikê vê bênamûsiyê qebûl bikê, ez wê meraq dikim. Bi baweriya we rewşa Esed ber bi kû derê ve diçe, man yan jî çûyîn? Amerîka dibêje, pêwîste biçê? Di vê çarçoveyê de li Sûriyê Rejîma Baas êdî nikarê li ser lingan bimînê. An lazime bi xwe guhertinê destpê bikê, xwe biguherînê an jî wê bê guhertin. Ango an ew bi xwe wê guhertinê bikê, ku nekê jî wê bi zorê guhertinê ferz bikin. Îro li Sûriyê guhertinek ferz e. Êdî gelên herêma Rojhilata Navîn jî ji bo azadî û demokrasiyê tevdigerin. Gelê me jixwe ev 90 sal in li hemberî zilmên dagirkeriyê, ji bo azadî û demokrasiyê berxwedana xwe heye. Em 90 sal in li hemberî vê zilmê liberxwe didin; niha gelê Ereb jî dengê xwe bi dengê Kurdan re kir yek. Ji bo wê daxwaziya me guhertin e. Em li Sûriyê jî guhertinê, Sûriyeke Demokratîk-Kurdê Azad li pêş dibînin. Em çareseriya Pirsgirêka Kurd girîng dibînin. Eger pirsgirêka Kurd li Sûriyê çareser bibe, ev wê bibe zemînê demokratîkbûna Sûriyê jî. Bi baweriya hinek kesan niha li navçeyê du mîhwer hene, yek jê Tirkiye û opozîsyona Sûriyê û Erebîstana Siûdî ye ku Amerîka û Ewrûpa piştgiriyê dikin û ya din jî ji Îran, Sûriye, Hîzbûllah û PKKê pêktê. Gelo hûn di wê mîhwerê de ne? Na, em vê nêrînê rast nabînin. Berî her tiştî çavkaniya vê nêrînê Dewleta Tirkiyeyê ye. Dewleta Tirkiyeyê berê li dijî me eşkere bi Sûriyê û Îranê re îtifaq kir û ji sala 2003yê û vir de van her sê dewletan li hemberî me bi her şêwazî êrîş pêşxistin. Niha di navbera Tirkiye, Sûriye û Îranê de hinek pirsgirêk çêbûne. Ew îtifaq wekî ew dixwazin nemeşiya. Ji bo wê, vê carê me li wî mîhwerî raber dikin. Qesta xwe ji vê ew e ku me ji hêzên Rojava re bike hedef. Ji ber ku Dewleta Tirkiyeyê berê hem ji Îranê, Sûriyê piştevanî digirt, hem jî ji Amerîka û Ewropa piştevanî digirt. Niha Îran û Sûriye ji ber wekî berê piştevaniya wan nakin, vê care dixwazin ji Amerîka, ji Ewropa, ji Îsraîlê piştevaniyeke hîn xurtir bigirin. Ji bo piştevaniyeke xurt bigirin, dibêjin “PKK bi Îran û Sûriyê re ye.” Ev ne rast e. Ev propagandaya Dewleta Tirkiyeyê ye. Mixabin hinek çapemenî û derdorên Kurd jî ji vê propagandayê re dibin alet. Yükleniyor...
NÛÇEYÊN TÊKILDAR
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|
|