|
Kêliya Dawî
Erdogan çav berdaye şaredariya Amedê
Tarafê dîsa 'goh'ê Erdogan girt
Daxwuyaniyek ji Serokatiya Kurdistanê
PKKê 6 cerdevan girtin
Marîna Siyabend: Hevpeyvînek ligel Nîhad GultekinNÛKURD - Ehmedê Xanî jî beriya 330 salan berhemên xwe bi zimanê Kurdî nivîsandibû
Ev êdî 3 sal in ku li Bazîdê salnameya Ehmedê Xanî tê weşandin. Ehmedê Xanî- nivîskar û felsefevanê kurd ê sedsalên navîn li gorî qîmeta xwe nayê zanîn. Di salên dawî de lêkolîn û nivîsandinên şexsî derbarê kar û jiyana Xanî de xurt dibin. Ev Salname kontrol û analîza van xebatan, nêzîkatî û lêhûrbûneke zanistî pir giranbiha ye. Salnameya Ehmedê Xanî ku bi du zimanan- kurdî û tirkî tê weşandin ji aliyê nivîskar û lêkolîner Nîhad Gultekîn, Bahar Gultekîn û Mehmet Gultekîn ve tê amadekirin. Li ser vê yekê min ji bo Nûkurdê bi Nîhad Gultekin re hevpeyvînek pêk anî. Marîna Siyabend: Birêz Nîhad hûn dikarin xwe bidin nasandin? Nîhad Gultekin: Ez di sala 1971 li Bazîdê hatime dinê û niha jî li wir dijîm. Ez bi Bahar Gültekin ra zewicî me û zarokekî me bi navê Rûbar Agirî heye. Min berê 3 salan serokatiya Komela Ehmedê Xanî kir. Min beriya çend salan du pirtûkên bi sernavên ‘‘Barışa Adanan Yaşam’’ (İsmet Baycan Şiir ve öykü yarışmaları) û ‘‘Bazid - Cizre Buluşması’’ ( Orhan Doğan anısı) amade kir û weşand. Dîsa ev çend sal in ku ez û xanima min Bahar bi hevra nimûneyên zargotina kurdî a herêma Serhedê berhev dikin. Ji sala 2009 pêva jî me tev Mehmet Gültekin dest bi weşana Salnama Ehmedê Xanî kir ku heta niha 2 pirtûk derçûn. M.S. Ji me re behsa salnama Ehmedê Xanî bikin. Mane ya amadekirin a wê çi bû? N.G. Hîn di dema xebatên komela Ehmedê Xanî da fikrên projeyeke derbarê Xanî peyda bûn û bi piranî jî bi pêşniyarî, xebat û beşdariya Mehmet Gültekin ev proje pêk hat. Bi vê xebatê me xwest ku li welatê me jî kevneşopiya salnameyên kesayetiyên dîrokî destpê bikin weke li welatên roava (Salnama Goethe, Salnama Şekspir hwd.) Em hemû lêkolîn, şirove û nûçeyên salekê di derbarê Xanî da berhev dikin û tev nivîsarên xwe ên her yek ji me amade dikin wek pirtûk diweşînin. Heta niha Salnameyên 2009 û 2010 çap bûn. Di van rojan da jî em amadekariya Salnama 2011 an dikin. Ango eve xebatê her sal wisa berdewam bike. M.S. Çi kom li ser vê bernameyê dixebite? Armanca ku we, kar û xebatên we dike yek çi ye? N.G. Em, ango Bahar Gültekin, Mehmet Gültekin ê ku li Almanya dijî û ez vê xebatê bi rêvedibin. Em bi wek komekê bi hevra kar dikin û her yek ji me beşeke vê xebatê amade dike. Berê pêşîn fikrên Ehmedê Xanî û navê wî ê ku bûye sembolek ji bo gelê me û bi taybetî jî ê gelê me ê li herêma Bazîdê me û xebatên me tîne ligel hevdu. Armanca me a sereke jî ew e ku em Ehmedê Xanî û berhemên wî di nav gelê xwe û di derveyî welêt da bi awakî sîstemetîk bidin naskirin û ji aliyê din da jî hemû xebatên li ser Xanî wek arşîvekê di van salnameyan da berhev bikin. Her wisa em pêbawer in ku ev xebatê bibe alîkar ji bona ku nav û dengê Ehmedê Xanî di nav wêjaya cîhanê da cihê xwe ê layiq û qedirbilind bibîne. M.S. Di dîrokê de navên gelek mezinahiyên kurd hene: Çima Ehmedê Xanî? Sedema vê hilbijartinê çi bû? N.G. Ehmedê Xanî kesayetiyekî kurd ê dîrokî ye ku li ser wî û berhemên wî ji kesayetiyên me ên din zêdetir lêkolîn û nivîsên cûda tên amadekirin û weşandin. Ji hemûyan pirtir bi ser navê Ehmedê Xanî her sal gelek pirtûk tên weşandin û çalakiyên çandî tên lidarxistin. Weke hûn jî dizanin keda Ehmedê Xanî gelek di warê felsefe, ziman, wêje û zargotina kurdî da heye. Wî ji bona peydakirina fikreke kurdewarî kar û xebatên pir giranbiha pêkaniye ku ew îro jî ji bo civata me ronakbar in. Sedemeke din a ji bo vê xebatê bandora wê li ser me çêbû ew e, wekî em ji herêma jiyana Xanî ne û navê wî li vir gelek pîroz e, tirba wî ku ziyaretgeh e li bajarê me ye û navê wî li ser gelek kolan û avahiyan hatiye nivîsîn. Dîsa dema ku em dibînin, çawa nav û berhemên Xanî her sal zêdetir li dinyayê belav dibin, bandora vê pêşketinê jî li ser helwesta me gelek xurt dibe. ![]()
M.S. Ehmedê Xanî- felsefevan û nivîskarê kurd ê mezin gelek mirov tenê bi destana ‘‘Mem û Zîn’’ nas dikin. Çi berhemên Ehmedê Xanî ên din hene ku ji bo cîhanê wek ‘‘Mem û Zîn’’ dikarin bibin nasnama wêjeya kurdan? N.G. Berhemên Ehmedê Xanî ên ku heta niha tên nasîn Nûbara Biçûkan (1683), Aqîdeya İmanê (1687) û Mem û Zîn (1695) e. Di nav 20 salîn borî da gelek helbestên Xanî jî hatin berhev kirin û weşandin. Her wiha kitêba wî a navê Erdê Xweda ku hebûna berêv da dihat zanîn di destpêka îsal da cara pêşîn hat peyda kirin ku ewê piştî demeke kurt wek pirtûk bê çapkirin. M.S. Destana kurd a neteweyî ‘‘Mem û Zîn’’ wek destaneke evînî tê naskirin. Lê her berhema wêjeyî an hunerî ji xwe ji bo gel îspateke dîrokî ye. Bi vî wateyî ‘‘Mem û Zîn’’ em çawa dikarin binirxînin? N.G. Her çiqas Mem û Zîn destaneke evînî be jî, Ehmedê Xanî weke ew bi xwe jî dibêje ew ji xwe ra kiriye behane ku ji bona Kurdan berhemeke bingehîn biafirîne, kîjan bi her awayî bibe neynika jiyana civaka kurdan. Xanî di pirtûka xwe da bi piranî rewşa Kurdan a wê demê tîne ziman, sedemên bindestiya wan şirove dike û riya xilasbûna ji bin nîrê dagirjeran û a jiyaneke azad destnîşan dike. Ango bi vê taybetiyê Mem û Zîn wek manîfestoyekê ye. Berhemên wek Mem û Zîn hêz didin pêvajoya miletbûyîna civatekê. M.S.Wek nivîskar û lêkolîner xebatên kurdî yên wêjeyî û zanistî di salên dawî de hûn çawa dişopînin? Çi astengî hene? Çi pêşketin çê bûne? N.G. Ehmedê Xanî jî beriya 330 salan berhemên xwe bi zarê Kurdî nivîsandibû. Ji ber gelek sedemên cûre xebatên di warê perwerdeya bi kurdî pêşda neçû. Dîsa jî xebatên Kurdên Kafkasya, yên li Awrûpa û bi piranî jî li herêma Kurdistana Başûr bandoreke xurt li ser gelê me hîştin û zimanê me ji ber wendabûne parastin. Li Tirkiyê jî wek tê zanîn ev dora 15-20 sal in ku di warê çapemeniyê da hîn pêşketin çêbûn, lê belê ew hîn negihîştine wê merhelê ku bibin asteng li dijî asîmilasyona li ser nasname, ziman û çanda me. Ji ber wê divê di vî warî da gelek xebat bên meşandin, kêm be jî ew derfetên bi saya şaredarî û saziyan heyî bên seferber kirin. Berê pêşîn hewce ye ku di serê me da fikra parastin û berfireh kirina ziman û çanda me weke ramana bingehîn bi cîh bigre ku ev rengê me winda nebe. Her miletek berê pêşîn bi rengê xwe va heye. M.S. Berdewamiya Salnama Ehmedê Xanî wê çi be? Tevdîrên we yên nû hene? N.G. Ev xebata me wê her sal berdewam bike. Ji bo karên amadekirina salnameyê ra her car fikrên nûjen, gelek têkilî, lêhûrbûn û xebatên sîstematîk hewce nin. Ji ber ku ev proje ji bo me gelek pîroz û girîng e, em bi hemû hêz û derfetên xwe ji bona serfiraziya wê dicedînin. Em hêvîdar in ku rojekê pêşda saziyên me ên zanistî û çandî peyda bibin ku em bikaribin di bin baskê wan da xebata xwe a Salnamê pêkbînin. Em pêbawer in ku di paşerojê da jî ev proja ku me destpêkirî wê her tim dom bike, gelek zanayên ciwan ên kurd wê peyda bin, karên vê xebatê hildin ser milê xwe û bi serfirazî bimeşînin. Yükleniyor...
NÛÇEYÊN TÊKILDAR
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|
|