|
Kêliya Dawî
Erdogan çav berdaye şaredariya Amedê
Tarafê dîsa 'goh'ê Erdogan girt
Daxwuyaniyek ji Serokatiya Kurdistanê
PKKê 6 cerdevan girtin
Mahmut Alinak rexneyek tûj li BDPê û parlementerên kurd girtNÛKURD - Kevneparlemenê kurd Mahmut Alinak BDP û parlementerên kurd bi tundî rexne kirin...
Kevneparlemenê kurd Mahmut Alinak BDP û parlementerên kurd bi tundî rexne kirin ku ew nikarin ji pêvajoyê re bibin bersiv û herwiha bang li PKKê jî kir ku xeta xwe ya şer di ber çavan re derbas bike.
Alinak bo çareseriyê jî bal kişand ser pêwîstiya partiyek nû ya şoreşger û çalakiyên Neguhdariya Sivîl û got: Bila ti kes nasnameyan bi xwe re negerîne û hemû mêr bibin Mezin, jin jî bibin Zarîfe. Birêz Alinak, we di daxuyaniya xwe ya dawî de rexneyên tund li nûnerên Tevgera Kurd kirin û we got ku ew ne serkeftî ne û wek burokratan dixebitin. Sedemê van rexneyan çi ne? Partiyên siyasî yên ku Enqereyê wek cihê çareseriyê dibînin, nikarin pirsgirêka Kurdistanê çareser bikin. Belê, di rewşa dawî de ronî xuya dike ku rêbaza burokratiyê di Tevgera Kurd de xurt bûye. Wek giyana wan, rêbaza wan jî burokratî ye. Sedemê wê ev e: Ne baweriya wan bi şoreşê heye û ne jî pêdiviya wan. Jêrxaneya çîna wan xwe ji sîstema dewletê dûr naxe, bi şêweyek aşitiyane bi sîstemê re dijî, ew jî vê yekê dikin. Mirov dikare bi dehan mînak bidin: Partiyên siyasî yên ku Enqereyê wek cihê çareseriyê dibînin, nikarin pirsgirêka Kurdistanê çareser bikin. Hinek ji wan, ligel ku bi navê Abdullah Ocalan siyasetê dikin, nikarin li zindanê mafên wî yên hiqûqî jî biparêzin. Di demekê de ku dewlet di hemû operasyonên leşkerî de li dijî gerîlla çekên kimyewî bikartîne, di demekê de ku dewlet vî şerê neheq di bin navê "têkoşîna li dijî terorê" de dimeşîne, di demekê de ku bi hezaran siyasetvanên kurd ên sivîl hatine girtin, siyasetvanên kurd yên ku Enqere ji xwe re kirine baregeh, nikarin li hemberê van êrîşan rawestin û projeyên nû bidin pêşiya xwe. Eger projeyan nadin pêşiya xwe, gelo çi dikin? Ev bîst sal in ku xeyala diyaloga bi dewletê re dikin. Bîstûyek sal berê ji me re gotin ku Amerîka vê buharê çareseriyê tîne. Buharê nebû, payîz hat dîsa nebû, gotin vê zivistanê. Demsal li dû hev derbas bûn, lê xeyalên me neqediyan. Ji bilî axaftinên xweş yên ku di mîkrofonan de dibêjin, ti tiştekî nakin. Ji xwe êdî ti kes bal nade daxuyaniyên wan jî. Nûnerên hikûmetê bi wan henekan dikin û ji wan re dibêjin "Ji xwe re dicivin, çay vedixwin û bela dibin", herwiha dibêjin "çawa bibe, ewê vegerin parlemenê" an jî Tayyip Erdogan bi zimanekî piçûkxistî bo wan dibêje "Ew li parlemenê bimînin çi ye, derkevin çi ye?" Ligel hemû tiştan, dema ku Abdullah Gul bang li wan dike, wê bêjin "dewlet dest bi diyalogê dike" û wê bazdin herin. Ev bîst sal in ku xeyala diyaloga bi dewletê re dikin. Bîstûyek sal berê ji me re gotin ku Amerîka vê buharê çareseriyê tîne. Buharê nebû, payîz hat dîsa nebû, gotin vê zivistanê. Demsal li dû hev derbas bûn, lê xeyalên me neqediyan. Cihê çareseriyê ku ne Enqere û ne parlemen be, kû der e? Mifteha çareseriyê îradeya sivîl ya gel e, Amed e, Colemêrg e, Şirnex e… Ji Enqereyê ti car çareserî dernakeve. Beriya her tiştî divê ev tişt bê ronîkirin: Ev dewlet ne ya Tirkên bindest e, dewleta pêkhatiyeke kêm e. Divê navekî nû jê re bê dîtin, yan jî wê gelê tirk, kedkarên tirk dewletê ya xwe bibînin. Dema ku rexne li dewletê bên kirin, wê rexneyan bigirin ser xwe û aciz bibin. Dewleta mêtînger ya kêm pêkhatiyek, ev nav ez bawer dikim herî rast e. Enqere ne cihê çareseriyê ye. Heta ku ev dewleta mêtînger ya kêm pêkhatiyek neçar nemîne wê tiştek çareser neke. Ev dewlet niha çareseriyê naxwaze. Wê hewl bide weke ku pêwendiyan dike, çareseriyê tîne. Mifteha çareseriyê îradeya sivîl ya gel e, Amed e, Colemêrg e, Şirnex e… Ji Enqereyê ti car çareserî dernakeve. Wê hêza gel ya rêxistinkirî pirsgirêkê ber bi çareseriyê ve bibe û Enqere jî wê neçar bimîne çareser bike. Divê ti carê neyê ji bîr kirin ku mesele ne tenê ya ziman û kulturê ye. Ma gelo bindest û hejarên tirk pir şanaz in ku dema Kurd jî bibe xwediyê ziman û kultura xwe, kêfxweş bibe? Gelo çareseriyeke bêyî PKKê mimkûn e? Herwiha partiyên siyasî yên din jî hene... Êdî zarok jî vê baş dizanin ku heta PKK wek muxatab neyê girtin, şer ranaweste. Eger dewlet bixwaze dawî li şer bîne, divê bi PKKê re rûne. Êdî zarok jî vê baş dizanin ku heta PKK wek muxatab neyê girtin, şer ranaweste. Çareseriyeke bêyî PKKê dibe? Belê dibe! Ew jî dema ku dewlet mafê xwe birêvebirinê, hemû mafên netewî bide gelê Kurdistanê û rêya wî ya desthilatdariyê veke. Wê demê jixwe wê PKK dev ji çekan berde, dakeve deşt û bajaran. Baş e, îradeyek wiha bi dewletê re heye? Na! Nexwe hemû gotinên derbarê çareseriyê de çewt in û derew in. Em werin ser nûnertiya Kurdan û siyasetvanên wan, li derveyî PKKê. Ew tenê PKKê rexne dikin. bila PKKê rexne bikin, em nabêjin nekin, divê PKK ji gelek aliyan ve bê rexnekirin. Lê dema hûn hemû enerjiya xwe bo rexnekirina PKKê xerc bikin, hûnê dawiya hêza xwe bînin. Eger gotin û projeyek we hebin, fermo werin meydanê û bêjin, ji gel re çi dixwazin bêjin. Lê tiştên wiha nakin, tenê PKKê rexne dikin. Îro li meydanê tenê PKK heye, gel tenê wê dibîne. Bi baweriya min divê PKK xeta xwe ya şer di ber çavan re derbas bike, ji ber ku pêdivî bi tiştek wiha heye. Beriya hilbijartina 12ê Hezîranê we di hevpeyvînekê de bo Rûdawê got ku ‘Eger hikûmet ji bo çareseriyê gav navêje wê bûyerên tirsnak yên mezin rûbidin ’. Mebesta we çi bû bi van gotinan û wê ji niha û şûnde çi bibin? Heta ku siyaseta sivîl a şoreşger hevsarê rojevê neke destê xwe, wê şer hinek caran raweste û hertim bidome û mixabin wê hertim xortên malbatên hejar bimirin. Heta ku siyaseta sivîl a şoreşger hevsarê rojevê neke destê xwe, wê şer hinek caran raweste û hertim bidome û mixabin wê hertim xortên malbatên hejar bimirin. Heta ku Neguhdariya Sivîl negihije serhildana gel, ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Hûn dikarin bêjin ka gelo ev mimkûn e? Belê mimkûn e! AKP û ew sîstema ku jê re nûnertiyê dike wê di nava mehekî de bibin wek zibil û winda bibin. Tişta kêm pêşengiya şoreşgerî ye. Siyaseta sivîl di vê demê de divê çi bike? Dikarin gelek projeyan bidin pêşiya xwe, sîstemê lawaz bikin. Ez çend mînakan bidim: Di warê aborî, civakî û siyasî de boykot; axaftina şagirtan li dibistanan bi mamosteyan re bila kurdî be; zarokên ku tên dinyayê bila neyên tomarkirin, bila ti zewacek neyê tomarkirin, bila ti kes li ser xwe nasnameyê negerîne, bila ti pirsgirêkekê nebin dadgehan, bila di dadgehan de navên xwe eşkere nekin. Bila di têkiliyên bi dewletê re tenê navek bê bikar anîn: Bo mêran Mezin, bo jinan Zarîfe. We çend roj berê jî got ku divê partiyek nû bê damezirandin. Bo çi? Belê, êdî pêwîstî bi partiyek şoreşger heye. Eger nebe, wê ev kaos bi deh salan bidome û gelek kes jiyana xwe ji dest bidin. Belê, êdî pêwîstî bi partiyek şoreşger heye. Eger nebe, wê ev kaos bi deh salan bidome û gelek kes jiyana xwe ji dest bidin. Siyaseta sivîl a şoreşger bi rawestandina xwînê û karekî dîrokî re rû bi rû ye. Partiya ku bê damezirandin divê di her alî de alternatîfan derxîne holê û sîstemê di hêlîna wê de têkbibe. Piştî pêvajoyeke rêxistinî ya kûrahî û ya ferehî, divê li Kurdistanê amadekariya referandûmekê bike. Paşê jî here ber deriyê Neteweyên Yekgirtî. Li wir wê bang li dinyayê bê kirin, dinya rakin ser lingan û hûnê binêrin wê zilam birevin kû derê... We xwest ku bibin berendam bo serokatiya BDPê lê we ev yek nekir. Çima? “Eger tu bibî berendam wê peyamên te bikevin pêşiya peyamên partiyê.” Min nekarî ez bendava li pêşiya Navenda Giştî derbas bikim, lewma nebûm berendam. Komîsyonê ji min re got, “Eger tu bibî berendam wê peyamên te bikevin pêşiya peyamên partiyê.” Min dijberiyek dît li hemberê berendamtiya xwe. Nexwestin ku zêde berendam hebin, lewma kongre kirin dezgeheke wek noterê. Ew berendamtiya min a dawî bû di jiyana min a siyasetê de. Yükleniyor...
NÛÇEYÊN TÊKILDAR
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|