|
Kêliya Dawî
Erdogan çav berdaye şaredariya Amedê
Tarafê dîsa 'goh'ê Erdogan girt
Daxwuyaniyek ji Serokatiya Kurdistanê
PKKê 6 cerdevan girtin
Leyla Zana: Xweserî têr nake, referendûm pêwîst e!NÛKURD - Çima Kurd û bi taybetî jinên kurd ji Leyla Zana hezdikin?
Siyasetmedara kurd û parlamentera BDPê Leyla Zana heftiya borî li bajarê Munchenê beşdarî panela “50 Saliya Koçberiya Kurdan bo Munchenê” bû. Zana di axaftina xwe de yekîtiya gelê kurd xwest û got: “Mafê bi xwe biryardanê mafê gelê kurd e jî. Gelê kurd Xweseriya Demokratîk kêm dibîne û rêya referendûmê pêşniyar dike. We di konferansa Munchenê de ji bo Kurdan bahsa referendûmê kir. Hûn karin hinek naveroka wê pêşniyara xwe vekin? Mebeste we çi ye ji referendûmê ? Me bahsa referendûmeke ji bo Kurdan kir. Me çima kir? Ji ber ev sedsal in Kurd ji bo xwe statuyekî dixwazin. Lê belê dewletên serdest wek Îran, Îraq, Sûriye û wek Tirkiyeyê dibêjin di Rojhilata Navîn de divê Kurd nebin xwedî ti tiştek û çi ji destên wan tê dikin. Carinan tên cem hev, carinan dijbertiya hevdu dikin. Lê gava ku Pirsgirêka Kurd tê rojevê, îtifaqa çaralî çêdikin. Niha li Îraqê Kurdan statuyek bidestxistine, lê li Tirkiyeyê, li Îran û Sûriyê ti statuyeke wan tune. Li gor peymana Neteweyên Yekgirtî “mafê bi xwe biryardanê yê gelan” mafê Kurdan e jî. Divê zilm û neheqiya li ser netewa kurd bi dawî were û xwestekên gelê kurd jî li ser erdê Kurdistanê derbas bibe. Çima heta niha Kurdan yekîtiya xwe ya netewî ava nekirine? Di nava xwe de perçe perçe bûne, bi hestên eşîrî hereket kirine. Azadî, otonomî, federalî, serxwebûn jî, ew sîstem hemû mafên Kurdan in. Mînak, divê li Tirkiyeyê jî sîstemek federalî wek ya Almanyayê bê avakirin. Biryarên navendî bila Enqere bigire, yên herêmî jî bila Kurd bigirin. Kurd divê bi rêya referendûmekê herin ser sindoqan û bo dahatûya xwe dengên xwe bidin. Ji sindoqan çi derkeve bila derkeve, otonomî be, konfederalizm be, federasyon be, serxwebûn be, çi encam ji sindoqan derkevin dive em qebûl bikin. Divê Kurd bo dahatû û qedera xwe, wekî netewên din, biryara xwe bidin û hemû dinya jî divê biryara wan qebûl bike. Ma şertên referendûmê hene? Tirkiye ji bo vê pêşniyarê amade ye? Belê, îro şertên referendûmê hene. Ango îro hebûn û nebûna Kurdan edî nayê axaftin, tiştên tên axaftin çareseriya Pirsgirêka Kurd e. Niha li Başûrê Kurdistanê federasyonek çêbûye. Di çarçoveya qanûna bingehîn ya Îraqê de Herêma Kurdistanê xwe bi xwe îdare bike. Lê em dinêrin ku Tirkiye naxwaze navê Kurdistanê lê bike. Tiştek ecêb e. Mesela li Kanadayê herêmek heye bi navê Quebek. Serê 4 salan carekê dicing ser sindoqê, yên serxwebûn jî dixwazin û yên otonomî û federasyonê jî dixwazin hene. Kî çi dixwaze dengê xwe eşkere dide. Ji bo destûra ku dixwazin nû bikin, hûn çi dibejin, hereketa kurd çi difikire? Di amadekirina destûra nû de bo Kurdan hikûmet ser mafên kesayetî disekine. Em jî dibejin em ne şexs in, em komek in, em gel in, em miletek in, mafên miletan çi bin em jî ew dixwazin. Heta Pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, pêşiya Tirkiyeyê jî nayê vekirin. Aliyekî tevgera kurd jî xweseriya demokratîk dixwaze, ango otonomî. Baş e, otonomî îro çiqas têra 20 milyon însanan dike? Çiqas Kurd bi vê sîstemê qayîl dibin? Ev jî bi rastî mijarek nîqaşê ye. Lewma ez dibêjim bila gel biryarê bide. Erê me îlan kir, lê belê di şertên îro de gelê kurd xweseriya demokratîk kêm dibîne. Kurd li hemû cîhanê dinêrin û dibêjin çima tenê Xweseriya Demokratik? Dibêjin ew tenê têra me nake. Sedemên belavbûna Kurdan çi ne? Çiqas hêz û rêxistin û tevgerên kurd hebin jî, her yekî xwestiye tiştek ji bo xwe avabike. Ka em li qada medenî û raya giştî ya civakên pêşveçû binêrin, hemû gelan bi dest û bi îradeya xwe pêşerojên xwe avakirine. Qedera xwe bi xwe tayîn kirine. Gelê kurd jî çima qedera xwe bi xwe tayîn neke? Gelê kurd li cîhê xwe qebîl e, berê li wê derê cihê xwe çêkiriye û kî hatiye jê re sînga xwe vekiriye, gotiye ‘fermo ez dixwazim bi te re erdê xwe, av û axa xwe, hemû dewlemendiyên xwe parve bikim’. Ti car li hemberî ti kesî derneketiye. Zilm û tahde û neheqî jî li ti kesî nekiriye. Bo hemû kesî alîkarî kiriye. Lê me alîkariya kê kiribe, di dawiyê de, piştî ku karê wan bi Kurdan nemaye, derbe lêxistiye. Yanî miletê me hem mazlûm e û hem jî miletekî humanist e. Çima Kurd û bi taybetî jinên kurd ji Leyla Zana hezdikin? Ez hertim dibêjim, ez xebatkar û zimanê vî gelî me. Her kesekî Kurdistanî di rewşa min de xwe dibîne. Jinên kurd çima zêde ji min hezdikin? Jinên kurd bêtir hatine perçiqandin. Ez pirsgirêkên wan hertim tînim ziman, çi dikeve ser milên min ez dikim. Yanî ev hezkirin ne tiştekî şexsî ye. Jinên kurd bi salan hatine fetisandin, hatine tunekirin, nehatine hesibandin, lewma pêdiviya wan wekî avê bi azadiyê heye. Jin jî karin bi her awayî di siyaset, tîcaret û hêla civakî de wekî hemû zilaman cîhê xwe bigrin. Projeyên me yên mezin hene bo jinên kurd. Yek li Amedê û yek jî wê li Hewlêrê be. Em ê konferansa xwe ya jinan ya 2. li Hewlêrê li dar bixin. Em dixwazin li her çar aliyên Kurdistanê konferansên jinan pekbînin. Hevpeyvîn: Reşad Ozkan - Rûdaw Yükleniyor...
NÛÇEYÊN TÊKILDAR
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|