|
Kêliya Dawî
Erdogan çav berdaye şaredariya Amedê
Tarafê dîsa 'goh'ê Erdogan girt
Daxwuyaniyek ji Serokatiya Kurdistanê
PKKê 6 cerdevan girtin
Hevpeyvînek ligel wênekêşê kurd Mehmet Masûm SûerNÛKURD - Bajarên kurdan bi wêneyên wî têne naskirin...
Hevpeyvîn: Marîna Siyabend
* Hunermendê hêja, ji xwendevanên me re kurt behsa jiyan û karê xwe bikin. Ez di sala 1957’an de li bajarê Mêrdîn, li gundê Awîna yê li ser navçeya Stewrê ye hatime dinyayê. Ji ber ku bavê min muftî bû zaroktîya min li bajarên cuda derbas bûn. Di sala 1980’ê de piştî kolejê, min Enstîtuya Perwerdê ya Amedê û di sala 1994’an da jî li Zanîngeha Anatoliyayê beşa Wêjeyê min qedand. Di navbera salên 1976 û 1993’an de gelek rojname û ajansên nûçeyan yên Turkîyê de weke nûçegîhan, nivîskar, rêdaktor û nûner xebitim. Di sala 1982’an de min dest bi mamostetiya dibistana navîn kir. Li ban mamostetiyê min li ser dîrok, ziman û çandê nivîs nivîsandin û lêkolîn kirin. Wan nivîsan di rojname û kovarên cuda de dihatin weşandin. Ev çend salên dawî min giranî da wênekêşiyê jî. Bi awayekî profesyonelî ez wêneyên nasandina cîh û wâr, bajar û avahîyên dîrokî û çandî dikişînim. Wekî din jî weke projeyek min ya taybet ku hê berdewam dike ez portreyên navdarên Kurd, weke hunermend û polîtîkvanên Kurd jî dikişînim. Wêneyên min di pirtûk, rêber û broşurên ku danasîna bajarên me dikin, di rojname an kovaran de tên weşandin. Û di qartpostalan de tên bikaranîn. * Karê we ya wênekêşiyê ji çi dest pê bû? Armanca we ya jiyanê wisa hebû? Bi piçûkahî armanca min ya herî mezin, min dixwest da ku ez bibim rojnamevan. Bi ciwantîya xwe min ev armanca xwe bi cîh anî û di sala 1976’an de min dest bi xebata rojnamevaniyê kir. Ji ber ku min ji karê xwe pir hez dikir, di demek kin de ez bi ser ketim. Berîya ku ez dest bi nûçegîhaniyê bikim di sala 1970 de ez bi tesadufî bûm xwedî makîneyek wêneyan. Dema ku min rojnamevanî dikir min makine jî bikardianî. Û ji wê rojê heya îroj ez bê makîne ne mam. Piştî salê 1990’an min wênekişandin pêşvexist lê belê ji ber rewşa şer ya xerab ku bajar û welatê me tê de bû min demek dirêj nikaribû wêne bikişandana. Ji alîyekî hem wênekişandin qedexe bû hem jî ewlehîya me ya ji bo ku di nav bajar û taxan de em bigerin tune bû. Min weke nûçegîhanekî pir wêne kişand û ji wênekişandinê pir hez kir. Lê tu caran nedihat bîra min ku ezê rojekî wêneyên bi vî awayî bikişînim. Yani wêneyên ku ez îroj dikişinîm.. Ji bo nasandina cîh û waran û kesan.. * Di karê we ye pir salan de çi pirsgirêk û astengî çê bûne? Li Tirkiyê çawa hunermend û rojnamevanekî kurd we dikaribû daxwaz û pilanên xwe yên hunerî bi awayekî serbest biqedînin? Wekî ku min berê jî anî ziman, ev nêzî 30 salîye li herema me şerekî giran û rewşek awerte berdewam dike. Li navçeyan û navendên bajarên mezin bi hezara mirovên sivîl yên bê çek hatin kuştin. Ez jî yek ji van kesa me ku ji kuştinê rizgar bû ye... Ji ber vê rewşa xerab ne rojnamevan û wênekêş bi tenê, hunermendan gişkan weke nivîskar, helbestvan û wênesazan jî bi awayekî azad nikaribûn tevbigeriyana. * Di nav me kurdan de wênekêşî çawa beşekî hunerê çiqas pêşketî ye? Di nav wênekêşên cîhanê de kurdên navdar hene? Di nav Kurdan de, wekî beşê hunerê yên din wênekêşî jî hê pêş neketiye. Weke roman, çîrok, helbest û wênesaziyê wênekêşî jî hê nû ye. Li Bakûrê welat, di warê wênekêşiyê de navdarên Kurd yên navnetewî tune ye. Ji beşên din tu agahdariyê têkuz di destê me de tune ye. Lê bi qasî ku ez zanim li wan beşa jî navekî ku derkeve pêş tune ye. Li Tirkiyê hin hunermendên Kurd hene xwe weke Kurd nabînin, mixabin di bin navê Tirkîtiyê de xebatên xwe dimeşînin.. Lê ew jî di qada navnetewî de nayên nasandin. * Mijara wêneyên we bi piranî çi ne? Heta niha di arşîva we de çend wêne berhev bûne? Ez bi piranî li ser dîrok û çandê radiwestim. Wêneyên cîh û warên dîrokî û çandî, avahiyên kevn yên dîrokî, weke manastir, dêr, mizgeft û berhemên din dikişînim. Mînak ev 16 salin ez li ser navçeya me ya dîrokî Heskîf’ê (Hasankeyf) dixebitim. Vê navçeya me ya ku xwedîyê pir berhem û avahiyên dîrokî, çandî û xwezayî ye wê di bin ava bendava bi navê İlisû’yê de bimîne. Bendava İlisû, li ser çemê Tigrîs (Dîcle) ev çend salin tê ava kirin. Navçeya ku di nevalek kûr de cîh digre û di derdora wê de nezîka 4 hezar 500 şikeftî heye. Navçe bi xwezaya xwe jî bala tûrîstan dikişîne. Her sal bi sed hezaran mirov, ji bo dîtina berhemên dîrokî û xwezaya pir xweşik tên navçeyê... Ev 16 salin ez guhertinên li vê navçeyê dişopînim û wêneyan dikişînim. Li ser înternetê jî ji sala 1996’an û vir de li ser navnîşana hasankeyf.itgo.com’ê de xwedîye malpera Heskîf’ê me. Li derveyî van xebatên min, weke projeyekê ez portreyên navdarên Kurd yên hunermend û politikvanan dikişînim. Wêneyên ku ez dikişînim bi taybetî, di pirtûk, rêber û broşurên tûrîzmê de, di kovar û rojnameyan û qartpostalên ku bajarên me didin nasandin de tên bikaranîn. * Di karê xwedî kirin a mîrasa çand û hunera kurdî de keda kurdên Ermenîstanê pir mezine. Hûn wek hunermendekî kurd civaka me ya Ermenîstanê çawa nas dikin? Keda Kurdên Ermenîstanê, bi rastî jî ji bo parastina çand û hunera Kurd pir mezin e. Ez her dem vê keda wan ya pîroz bi rêz bibîrtînim. Hem di warê muzîkê û hem jî ji aliyê folklor û wêje yanî edebîyatê xebatên zahf pîroz kirine... Bi tevahî, li Ermenîstanê û welatên din yên dema Sovyet’ê çanda me parastine.. Îroj di muzîka me de stranên Kurdên Ermenîstanê cîhekî pir girîng digre. Xebatên aqademîk yên li ser ziman û folklorê jî hêjayî ku mirov van bîne ser ziman.. Weke mirovekî Kurd ez hindek gelên me yên ku berîya bi çend salan mejbûr man ku ji gundên xwe derkevin û li metropolên Tirkiyê bi cîh bûn û gelê me yê berîya bi sed salan ji welat derketin û li Ermenîstan û welatên din de bi cîh bûn tînim ber hev û dû… Hindek ji wan yê ku li bajarên Tirkiyê bi cîh bûn di hundirê çend salan de ziman û çanda xwe ji bîr ve kirin. Lê weke Kurdên li Ermenîstanê bi cîh bûn hem ziman û folkloran xwe parastin û hem jî pêş ve xistin… Ev yek tiştekî pîroz e… Ez miletê me yê li Ermenistan û welatên Qafqasyayê ji ber vê helwesta wan ya pir bi nirx pîroz dikim. * Di wêneyên we de mijarên ermenkî jî hene: min wêneyên dêrên ermeniyan û komên reqasên ermeniyan dît. Li Kurdîstanê dostaniya kurdan û ermeniyan bi çi awayî dewam dibe? Mixabin li Kurdistanê qet Ermenî neman e.. Li bajarekî weke Amedê aniha bi tenê 2 Ermenî dijîn.. Berîya salên 1960’an gişka koçî İstembolê û Ewropayê kirin.. Wêneyên koma reqsê yê ku we di nav wêneyên min de dîtiye min li bajarê Wanê di festîvala şaredariyê de kişandibûn. Ew kom ji Ermenîstanê hatibûn. Portreyên du hunermendên Ermenî jî hene di nav xebatên min de. Yek ji wan nivîskarê navdar Migirdîç Margosyan e.. Berîya bi 50 salî ji Amedê koçî İstembolê kirine. Yê din jî muzîsyenê bi navê Yerwant e. Ji Amedê ew jî berî bi 30 salî derketine. Malbata wî li İstembolê dijî lê ew ev 20 sale li Emerîqayê dijî.. Li Ûdê dixe û stranên xwe bi Ermenkî, Kurdî û Tirkî dibêje. Kurdên Amedê hem weke kes û hem jî di serî de şaredariya Amedê û sazîyên din qîmetê didin dostaniya bi Ermeniyên ku koçî derve kirine. Ya min jî hevaltî û dostaniyên min bi van kesan re berdewam e. * Armanca hunera wê ya wênekêşiyê çi ye? Bi kinasî yek ji armancên min yên wêne kişandinê nasandina bajar, der-dor û cîh û warên dîrokî û nasandina çand û hunera Kurdan e. Hem bi Kurdan û hem jî bi miletên cîhanê ve nasandin.. Û hezkirin.. Ji ber kû dîrok û çanda me bi sed salane di bin çewisandinê de ye û naye nasandin.. Mixabin nahêlin ku bê nasandin. Ji ber vê sedemê ji miletên din zêdetir hewcetiya me bi nasandina welat û çanda miletê me heye. Ne bes bi wêneyan di her warê jiyanê weke bi mûzîk, bi wêje, bi sînemayê, bi şanoyê bi her alavê ragihandinê divê em çanda xwe nasandin bidin. Armancek minî din jî tiştên ku ez dikişînim weke dokumanter ji bo salên pêş li ser rûyê cîhanê bihêlim.. Ji bo nifşên ku wê li dû me rabin û bijîn. Mixabin di vî warî de jî miletê me xizan e yanî feqîr e. * Ferqa netewî ya wênekêşiyê heye? Carina ez henekan dikim dibêjim, “Ez wêneyên xwe bi Kurdî dikişînim”... Ger çi qas henek jî be rastîyek di vê peyvê de heye. Di berhemên her muzîsyenî, her roman nivîsekî, her helbestvanî û her rêvebirê fîlmên sînemayê de mirov bi hêsanî kari çand, dîrok û taybetmendîyen din yê miletê wan bibînî. Babetên berhemên xwe ji jiyana miletê xwe distînin. Wêne jî wisa ye. Mirovekî ku li wêneyên min binêre zane ku li kîja welatî hatiye kişandin û behsa kîja gelî dike.. Ji aliyekî din jî; di hunerê de nêrin, dîtin yanî perspektîfa cuda pir girîng e. Zaten ya ku berhemên hunerî, ji berhemên ji rêzê vediqetîne jî ev e. Perwerdeya ku dibînin, bûyerên ku di jiyana xwe de dijîn, taybetmendiyên çanda wan û heta ola wan, dîtina mirov an miletan ji kes û miletên din cudatir û taybettir dike. * Wek Mamostê wênekêşiyê hunera xwe bi kesekî didin hîn kirin? Hevalên min yên ciwan ku dixwazin hînî wênekêşiye bibin ez alîkariyê didim wan û tecrûbeyên xwe bi wan re par ve dikim. Gelek caran em bi hev û dû re derdikevin wêne kişandinê. Em li Amed’ê bi qasî sed kesî, endamê komela bi navê DİFAK’ê ne. Li komela me jî ji bo yên ku nu dest bi wênekêşiyê dikin û yên ku dixwazin xwe pêş ve bibin kûrsên me hene. * Taybetiyên kişandina wêneyên kurdî hene ku her wênekêşekî cîwan pêwîste ku bizanibe? Taybetiya herî girîng şertên ku miletê Kurd têde dijî ew e.. Divê wênekêşê cîhanê zanibin ku li welatê me kişandina hindek wêneyan rîsk e xetere ye.. Miletê Kurd li çar parçeyan jî di rewşek awarte de dijî. Mînak li Iraqê li başûrê Kurdistanê kişandina wêneyan bê destûr qedexe ye. Li rojhilat û rojava jî bi tundî qedexe ye.. Li bakur jî mirov bi hêsanî nikarê çalakiyên Kurdan bikişîne. * Dizanim ku wêneyên we xelatên navnetewî jî wergirtine. Behsa wê ji me re bikin. Ez zêde beşdarî pêşbirkan nabim. Destpêka vê salê, kovarek navnetewî ya bi navê Light and Composition, sê wêneyên min weke “wêneyên rojê” hate hilbijartin û îlan kirin. Du wêneyên min yê cuda du rojan li ser hev helbijartin. Di kurtejîyana di bin wêneyan de min weke “wênekêşê Kurd” dan nasandin. Ez bi vê yekê pir şad bûm. Rûmet dayînek mezin bû ji bo min... Yek ji wêneyên min yê ku xelat wergirt yê bi navê “Pîtikên Botan” bû. Yê din di şevê de keleha Amedê bû û yê sêyemîn jî ji xanek dîrokî ya bi navê Xana Hesen Paşa ya li Amedê bû. * Li dawiya hevpeyvîna me ji xwendevanên me re bûyereke balkêş a di wênekêşiya we de qewimiye parve bikin? Bi qasî salek berê bû.. Bi şev min sûrên (keleha) Amedê dikişand.. Taxên me yê herî xizan li hundirê kelehê û derdora we de ne. Bi sedan xort û zarokên van malbatan bê karin, naxebitin... Hindek ji wan bi şev di kelehê de eraqê vedixwin an xaşxaşk yanî esrarê bikartînin û serxweş dikevin.. Û mirovên derdorê aciz dikin. 3 gencan min jî aciz kirin. Pirsîn ku ez wêne ji bo çi dikişînim û ji kîja rojnameyê me.. Dema ku min got, “Ez li ser navê rojnameyekê naxebitim.. Ez ji bo xwe dikişînim..” Bi vê yekê aciz bûn, gotin qey ez rojnamevanê Tirkim û ji tirsa re karê xwe vedişêrim.. Di wê demê de tiştek hate bîra min.. Di makîneya min de wêneyekî min û Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê birêz Osman Baydemîr bi hev dû re hebû.. Di wêneyê de, birêz Baydemir ji ber xebatên min plaket dide min.. Mine ew wêne vekir û rê van sê xortan da.. Dema ku wêne dîtin lêborîna xwe xwestin û xwe avêtin destên min da ku maçî bikin.. Yek ji bîranînên minî din jî, sala berê li bajarê Wan’ê hevdîtina min û hunermendê mezin birêz Egîdê Cimo bû. Ez di destpêka salên 1970’yan de zarok bûm û bi malbata xwe re her êvar li radyoya Êrîvanê guhdarî dikir. Min ji bilûra Egîdê Cimo û stranên cemaatê pir zêde hez dikir. Bi taybetî jî bilûra Egîdê Cimo, bandorek pir mezin li ser min dikir û min hestîyar dikir. Dema ku min guhdarî dikir min Egîd, bilûra wî û Ermenîstanê li gorî xwe xeyal dikir. Li Wan’ê bi Egîd re min sê rojên pir xweş derbas kir. Hem min li bilûra wî guhdarî kir, hem min têr wêneyên wî kişandin û hem jî sohbetên pir xweş pê re kir… Zor spas dikim. Hevpeyvîn: Marîna Siyabend Ermenîstan, ‘‘ZAGROS" Yükleniyor...
NÛÇEYÊN TÊKILDAR
NIVÎSKAR
Hemû Nivîskar
TAYBET
|
|